Bi Hev Ra – Pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî – ROJAN HAZIM

Pirtûka şeirên Nesîmî Yamanî, Bi Hev Ra, ji nav weşanên Weşanxaneya Xanî & Bateyî wekî Weşana Online derket.Li ser daxwaza Nesîmî Yamanî, ji bo weşanê amadekarîya wê min kir û pêşgotina pirtûkê jî nivîsî.Li jêr wê pêşgotinê didim…

PÊŞGOTİN  

Hizirîna şeirkî 

ROJAN HAZIM 

Nesîmî Yaman, ji ciwanîya xwe were bo doza welatê xwe Kurdistanê, bo xelkê xwe Kurda, bo hemû xelkên Kurdistanê, ji bo azadîyê, bo rizgarîyê têkoşînê dide… Di vê rêyê da bedelên giran dane… Di serî da demekî dirêj azadîya xwe ya kesînî ji dest daye û 15 sala di zîndanên dewleta Tirkîyeyê da girtî û dîl maye…

Di van salên dirêj da, di nav wî sîstemê şiddet û îşkenceyê yê zîndanan da berxwedaneke xurt nîşan daye û beramberî vê sekina xwe ya heq û şoreşgerane rastî her reng şiddet û îşkenceyê hatîye…

Di nav vê cendereya zîndanê da wekî gelek dîlên polîtîk saxîya wî jî têkçûye, lê digel hindê jî serê xwe neçemandîye [netewandîye], şor nekirîye, bi serbilindî û serfirazî demê vebirî yê zîndanê timam kirîye û derketîye…

Piştî ji zîndanê derketî jî dewletê zulma xwe ji ser serê wî kêm nekirîye û Nesîmî mecbûr maye terka welatê xwe bike û hatîye li Fransayê bi cih bûye…

Nesîmî Yaman, di van salên dirêj yên siyasetê da, ji milekê ve lêkolînên siyasî kirine, nivîsîne, li milê dî bi edebîyatê ve jî mijûl bûye, roman û şeir nivîsîne… Ji bilî pirtûka xwe ya şeiran “Sê Reng” [1997], berhemên xwe yên dî bi Tirkî dayîne…

Nesîmî ji ber du pirtûkên xwe hatîye dadgeh kirin jî û ji bilî 15 salên zîndanîyê, salek û deh heyv û deh roj dî jî ciza lê hatîye birîn…

Bi vê pirtûkê ve, cara duyê ye ku bi makzimanê xwe anku Kurdî [Kurmancî], hisên xwe, ji nav hiş û bîrên xwe yên neteweyî û welatperwerî parzinîne, palandine û gotin û hevokên di serê xwe da vehûnandî kirine şeir [şiir] û nivîsîne…

Nesîmî aşkera dibêje ku ew Kurdî baş û rehwan nizane û axivtina wî ya rojane jî têra nake ku nivîskarîya xwe pê bike…

Heqîqetek e ku zimanê nivîsînê bi perwerdeyê digihe, dikemile û pêşdikeve. Nesîmî jî wekî gelek şair û nivîskarên Kurd yên hevdemên xwe Kurdîya nivîskî fêr nebûye. Sebebên vê yên sosyopolîtîk ji xwe têne zanîn. Di çarçoveya vê pêşgotina kurt da em nakevine nav detayan…

Lê belê, eve ne mazeret e û bi taybetî her Kurdê ku bi edebîyatê ve mijûl, divêt hewil bide ku makzimanê xwe bi kar bîne û hindî jê bêt berhemên xwe bi makzimanê xwe bide ku xizmeta gihiştin û pêşveçûna makzimanê xwe jî bike… Helbet Nesîmî Yaman jî ji vê berpirsiyarîyê bêpar [bêbahr] nîne…

Bes digel vê rastîya xwe jî, Nesîmî Yamanî bi hezeke ji dil, pêdivî dîtîye ku gotin û hevok gelek xurt, têr û tijî nebin jî biceribîne û hisên xwe yên kesînî bi şeirkî û bi makzimanê xwe binivîse…

Di vê hewildanê da xwe negivaştîye, serbest berdaye û hizrên xwe, hisên xwe, bi gotinên gelek sade û lokal, bi Kurdîya xwe ya ku ji mala xwe, ji der û dorê navçeya xwe Milazgirtê [Milazgir – Qezaya Mûşê] û ji nav xebat û têkilîyên xwe yên polîtîk û rêxistinî fêr bûyî, hindî jê hatî, nivîsîne…

Esasen şeir, tarzekî kevin, qedîm û edetî yê jîyana edebî û folklorî ya Kurdî ye…

Di dewrê berê da, his, hizir û bîr bi hevokên kurt, bi beyt û çarîneya, bi bend û qesîdeya dihatin gotin û nivîsîn… Helbet malikên sêyîne, pêncîne û şeşîne jî hebûn… Bo malikên du ristî beyt dihate gotin…

Dastan jî, ku yêk ji formên şeira epîk e, bi giranî hatîye bi kar înan di dewrê berê da ku nihe jî aktuel e…

Şeirên berê, beytî bin, sêyîneyî bin, çarîneyî bin, pêncîneyî an şeşîneyî bin, bi wezin û bi kafîye dihatin nivîsîn…

Di pirtûkxaneya Kurdî da hêj jî ev şeirên klasîk hene û bi qîmet in…

Ev tarzê şeira klasîk di vî demî da hema bêjin nemaye…

Nifşê nû, tarzê serbest bo xwe îfade kirinê rehettir û sanahîtir [hêsantir – asantir] dibîne…

Lewma di demê modern da şeira serbest derkete pêş ku nihe ew tarz di serî da ye û li pêş e…

Nesîmî Yamanî jî li ser dewsa [şopa] nifşê nû şeira xwe bi rengê serbest vehûnandîye û nivîsîye…

Nesîmî, ji ber vê ceribandina duyê ya şeira bi makzimanê xwe anku Kurdî nivîsînê, daxwaz ji min kir ku çavekê li şeirên wî bigerînim û ji alîyê zimanî û vehûnandina resenîya zimanî ve serast bikim… Û herweha ji bo pirtûkê daxwaza nivîsîna pêşgotinê jî kir ku ev nivîse ew e…

Min jî daxwaza wî qebûl kir ku destekê bideme vê gava wî ku li ser şeira Kurdî dewam bike… Ev hewildana wî dibe ku bibe hêza palder [palpişt] ji bo nivîsîna wî ya bi giştî Kurdî ku eve hem bo wî hem jî bo nivîskarî û şairîya [şahirîya – şayirîya] Kurdî dê bibe qazanc…

Wekî Nesîmî di her suhbeta xwe da jî gotî, bi Kurdîya xwe ya kêm û lawaz, ji nav xizîneya Kurdîya ku hindî di bîra wî da mayî, gotin, term û hevok hilbijartine û bi kar înane. Lewma rastî zehmetîya bi kar înana gotinên cuda û hevmana [sînonîm] û terman hatîye…

Eve jî normal e çiku şeir [şiir] ji alîyekê ve hunera bi kar înana gotin, term û hevokên kurt yên cuda ye…

Li ber vê rastîya wî jî min gotinên wî yên lokal [navçeyî] parastin… Lê, bêje û gotinên sînonîm [hevmana] di nav parantêza bi kujî [koşe] da li rex [teniştê – kêlekê] gotinên nenas û lokal bi cih kirin… Bi vî metodî û nivîsîna gelek gotinên cuda û hevmana pirtûkê adeta formekî ferhengokî jî wergirt… [Gotinên cuda û hevmana min wekî ferhengok nedanan dawîya pirtûkê. Li rex gotinan di nav parantêza bi kujî da û bi pûntoyên biçûktir bi cih kirin ku ji bo xwandinê pratîktir be… Bes li dawîyê min hindek notên înformatîv jî li pirtûkê zêde kirin…]

Di rist û hevokan da lojîka otantîk ya Kurdî [Kurmancî] jî zeîf bû… Min hem ji alîyê gramatîk, hem jî ji alîyê rastnivîsîn û rêzkirina gotin, rist û hevoka û ji alîyê termînolojîk ve şeirên wî serast kirin, teqwîye û xurt kirin. Car hebû daku harmonîya hevokan û şeirê li hev bêt û hevdu timam bike, min gotin û termên nû bi kar înan û hevokên qalib jî lê zêde kirin…

Helbet eve hemû di nav têkilî û suhbeta digel wî da hatin kirin…

Nesîmî Yaman, di şeirên xwe da, du hisên xwe, anku hisên xwe yên gelek sade, safîyane û temîzane û hisên xwe yên gur û milîtanî asteng nekirine ku eve pozîtîv e. Ji xwe şeir, di edebîyatê da tarzê herî destdêr e ku mirov her cure hisên xwe bi gotin, rist û hevokên kurt bêje û binivîse…

Di van şeirên Nesîmî Yamanî yên sade û ceribandinî da, ji alîyê kategorîk ve motîfên lîrîk [lyrical], epîk [epic], pastoral [pastoral], satîrîk [satire] û dîdaktîk [didactic] û herwisa îmaja metaforîk [metaphoric] û metonîmîk [metonymic] bi xet û xalên gelek berbiçav û tam derneketine meydanê, bes dîsa ve ji hemû motîf û îmajan şineyek bêhnveker û dilxweşker tête his kirin.

Bi her hal, ji bo vê hewildana duyemîn ya Nesîmî Yamanî, bo vê bizava wî divêt paldarî [palpiştî] bête kirin, bête teşwîq kirin, bête motîve kirin û qîmet bête dan ku Nesîmî Yaman li ser vê dewsê berdewam be ku şeirên [şiirên] hêj xurt û baştir yên Kurdî bide.

Çiku şeira ku mirov bi zimanê tam hakim binivîse cuda ye û hingê xetên baş û tamdar derdikevine meydanê. Mirov bi kîjan zimanî hûr û kûr û bi detay bihizire, formasyona mirov ya ronakbîrî bi kîjan zimanî xurttir be, bi wî zimanî nivîsîn hergav serkevtîtir e.

Şeir û dastan ji alîyekê ve jî govenda bi gotin, bêje û termên cuda û rengareng e. Hindî ku xizîneya gotinan dewlemend be, peyda kirin û bi kar înana gotinên cuda jî hind sanahî û rehet dibe ku eve tam û lezetê dide şeir û dastanê û bi giştî nivîsînê…

Axir, qet nebe Nesîmî Yamanî hewil daye, bizavek kirîye, ceribandîye û şeirkî hizirîye ku banga xwe, hewara [hawara] xwe, gazîya xwe, qîrîna xwe, têkoşîn û hêvîya xwe bi van term, gotin û hevokên kurt û sade yên bi makzimanê xwe îfade bike, ku çendek ji van şeiran ji nav çar dîwarên zîndanan û yên dî jî ji jîyana mişextî û penaberîyê hatine nivisîn…

Di encam da; ji xizîneya gelek bi tixûb ya gotin, bêje û termên Kurdîya Nesîmî Yamanî, min ev amadekarîya li ber destê we derêxiste meydanê ku biha didime vê hingava wî…

Nesîmî Yaman î şa ye ku bi zimanê miletê xwe, bi makzimanê xwe anku bi Kurdîya Kurmancî şeir nivîsîne û hêvî dikim hûn xwandevan jî ji şeirên Nesîmî hez bikin û tam û lezetê jê werbigirin…

Dîsa hêvî û daxwaza min ew e ku Nesîmî, di nivîsîna şeir û baskên dî yên edebîyatê da, berê xwe bide ser makzimanê xwe Kurdî û Kurdîya xwe pêşve bibe û hindî jê bêt hewil bide ku berhemên xwe bi makzimanê xwe anku Kurdî bide ber xwandevana…

Keda xwe jî li dostê xwe Nesîmî helal dikim…

Li herî dawîyê vê jî bêjim:

Temaya şeirên Nesîmî Yamanî, bi giranî polîtîk in û bi hesreta xelk û welatî ne.

Min ji ber vê temaya şeirên wî navê “Bi Hev Ra” pêşniyar kir bo pirtûka wî, ku ji xwe şeireke wî ye û di vê şeirê da xîtabî kiça xwe dike û gelek jê hez dike. Li alîyê dî, Nesîmî terefdarê yêkîtî û hevratîya xelkê xwe ye lewma ev teklîfa min bi keyfxweşî qebûl kir û bi vî rengî navê pirtûka wî bû “Bi Hev Ra” û bila pîroz be… 

ROJAN HAZIM

Kanûna Pêşîn [December] 2020 

Not:

Şeirên Nesîmî Yamanî, li ser du bir û pêvekekê hatin bi cih kirin di pirtûkê da.

Bira I. şeirên ji NICE-FRANSAyê ne.

Bira II. Şeirên ji Hefsên Tirkîyeyê ne.

Li heyva [meha] 11an [Çirîya Paşîn-November – 2020] li ser daxwaza min şeireke nû nivîsî û rêkir ku ew jî li dûv şeirên ji hefsên Tirkîyeyê hate danan.

Piştî du bir şeiran, pencereyeke înformatîv jî min vekir û li goreyî hewcehîyê hindek agehdarîyên kurt jî li pirtûkê zêde kirin.

Li dawîyê jî, wekî Pêvek, şeira Nesîmî ya bi Tirkî, min tercumeyî Kurdî kir û bi cih kir.

RH

Pêşgotina ROJAN HAZIM ya ji bo pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî, Bi Hev Ra, bi formata pdf di vê lînkê da ye:

Pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî, Bi Hev Ra, bi formata pdf di vê lînkê da ye:

http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2021/04/1-Bi-Hev-Ra-%C5%9Eeir-NES%C3%8EM%C3%8E-YAMAN-December-2020-ROJAN-HAZIM-Final-kopi.pdf