Kategoriarkiv: Ziman

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!.. – 14-15-16 Gulan 2020 – ROJAN HAZIM

14-15-16ê Gulanê, rojên Cejna Zimanê Kurdî ne. Ev cejne, KNKê [Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê] bi pêşniyara Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê li 2006ê îlan kir û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin.

Bila pîroz be.

Her pîrozbahî, her peyamên di rojên cejna zimanî da têne dan, giring in, bihadar in. Lê belê, heke di jîyana rojane da Kurdî neyê axivtin, Kurdî di fermîyeta dem û dezgehên Kurdî da neyê bi kar înan, perwerde bi Kurdî nebe, her hewcehîyên jîyanê bi Kurdî nehatin kirin, zanist, huner, bi giştî edebîyat, nivîskarî, rojnamevanî bi Kurdî neyê kirin, ma merasimên formel, peyamên xav û rij bo çi ne, bi kêrî çi tên?

Ma ne, gelî Kurda?

Eman, şaş tênegihin, mexseda min “Gelî Kurdên bakur û dîasporayê” bû!..   Mixabin, belêm rewşa zimanî li bakur û dîasporaya Tirkîyeyê îro ev e, kerem biken!..  

Di Cejna Zimanê Kurdî da: Diyaloga digel Kurdek bakurî / Kurdek ji dîasporaya Tirkîyeyê  

·         Kurd î?

·         Belê.

·         Kurdî diaxivî?

·         Carina.

·         Kengî diaxivî?

·         Vê gavê bûye mode ya… Rastî ez jî nizanim boçi, bes hema bo her demê rojê ez jî “Dem baş” dibêjim! Her hind. Kurt e ya!..

·         Kengî naaxivî?

·         Helbet gava axivtineke giring be, Tirkî dikem.

·         Eve bû çi?

·         Kurdayetîyê bi Tirkî dikim, ma nabe?

·         Bo Cejna Zimanê Kurdî çi dibêjî?

·         Ewil pîroz be bêjim!.. Lê zêde, çi bêjim, Kurdîya akademîk nizanim!.. Anku nikarim xwe bi Kurdî îfade bikem, lewma ez bi Tirkî bêjim: Bu mevzu çok önemli, o nedenle Türkçe konuşayım… Dil Bayramı mı dediniz? Ha… Evet… Tabii… Kutlu olsun elbette… Ne diyelim, Kürtçe çok önemli, her Kürt ana dilini konuşmalı, bu çok önemli!.. Değil mi?.. Evet, Kürtçe konuşmak çok çok önemli. Böylelikle çok önemli konuşmamı Türkçe yaptım, kendimi ifade ettim… Ve Kürtler de anladı ne dediğimi… Bu, yani!..

·         Bravo! Te xwe baş îfade kir! Her bijî!.. Eve giring bû!…  

ROJAN HAZIM

14-15-16ê Gulanê 2020

Li Cejna Zimanê Kurdî

Cejna Zimanê Kurdî-14-15-16 Gulan

NEWROZ 2020 Pîroz Be

XwezaNewroza îsal mixabin di bin êrişa “Coronavirus”ê [COVID-19] da hat.

Li Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn şahî û pîrozbahîyên komî hatin betal kirin.

Bi her hal Kurd û Kurdistanî jî wekî hemû xelkên dinyayê ku di bin gefa vê nisaxîya dijwar da ne, di nav bizav û hewildanên xwe parastinê da ne.

Ya rast jî ew e…

Xelkê me divêt xwe ji vî vîrûsê kujer biparêze û Newroza xwe di dilê xwe da, bi xewn û xiyala mezin ya serxwebûna Kurdistanê li mala xwe li ber findikeke geş pîroz bike…

Heke can çû nayê, bes Newroz tên heta hetayê…

Xwe ji vê belaya “Coronavirus”ê biparêzin û li mala xwe bin.

Newroza we pîroz be.

Her Newroz bên bi xêr û şahî…

RH

8ê Adarê, Roja Jinên Dinyayê Pîroz Be – RH

Hemû Jinên Dinyayê piştevanê hev bin! RH

Clara Zetkinê, li 1910ê li Kopenhagê li Konferansa Jinên Kedkar ya Navneteweyî pêşniyar kir ku 8ê Adarê wekî Roja Jinên Dinyayê bête pîroz kirin û ev pêşniyara wê ji alîyê 100 jinên beşdarî konferansê ve hate qebûl kirin. UNê jî ev biryare li 1975ê teyîd kir.  

Maka perwerdeya ewilî JİN e.

8ê Adarê, Roja Jinên Dinyayê Pîroz Be

Hemû Jinên Dinyayê piştevanê hev bin!

RH

Awrêkî kurt le dîrokî elfubêyi bizimarî le naw Kurdan – BABAN SEQİZÎ *

Be boneyi heşitmîn salrrojî damizirandinî Enistîtwî Kurd le Danmark (29.02.2012)  

Êmeyi Kurdan lewe dlinyayin ke le bist be bistî nîşitmanî Kurdan û hemû Zagros û Mîzupatamiya, le dwayi sedha sal talan û dizîn û têkdan û têkşkandinî be enqest û froşitin û ferhûdîy… asewar, çand, huner û edebiyat û mêjuwî wilatekeman beranber be Kurdistan kirawe, dîsan detwanîn be aşkira û rûnî pê dagrîn le ser eweyi ke paşmaweyi nûsînekanî coracorî wek nîşane û wêne (Hîroglîf) û pîtekanî bizmarî yakû elfubêyi Êbrî û Avêstayî û … le ruwî zewî û jêr zewî, be qed taşeberdekan û çiyakanewe û ya swalik û gilênekan be frawanî dozirawetewe û êstakeş detwanrêt bibînrêt û bidozirêtewe. Ta pêş hatin û seqamgîrbûnî elfubêyi Erebî (Aramî) û Latînî û Latînî Sîrîlîk ke êsta Kurdan bo nûsînî xoyan be karî dênin, pêşitir le dîrokî Kurdan û be taybet le layi gelanî Zagros be deyan cor şêwazî nûsîn û elfubêyi taybet bo xoyaniyan hebûe. Êsta beşêk lew paşmaweyi jêrxakî û helkolawî ser berdekan be rûnî berçaw dekewêt ke bedaxewe zorbeyi bo ême namo û tenanet nayete xwêndinewe. Mebestî min lêre lêkolîn le ser mêjuwî elfubêyi Latînî û Erebî û Avêstayî yakû elfubê‌kanî dîkeyi mêjuwî Kurdan nîye. Eweyi ke serincî minî rakêşawe nûsînekanî bizimarîye û baskirdin le xetî bizimarîye ke xwêndineweyi mixabin bo êmeyi Kurdan karêkî namo û dûr le çawerrwanîye. Be taybet herdem ême rahatîn beweyi ke em base, basî ême nîye û debêt rojawayekî Ewrupî ya Amirîkî ya biyanîyek wek Ereb, Turk û ya Farsîk dest bo em base bibat û êmeş be tameziroyî, çawerwanî encamî ewe bîn û bizanîn axo le nûsîn û lêkolînewekey, gelo naw û nîşane û amajayekî be nawî êmeyi Kurdanî lê krdûwe, xo eger basî êmeyi kirdbêt ewe dlixoş û şageşke debîn. Zor be layi minewe seyre ke bo ta êsta hîç Kurdêk xoyi hewl û têkoşanî nekrdûwe bo nasîn û xwêndineweyi em hemû berhem û nûsirawane le Kurdistan ke be firawanî dest dekewêt? Dilnyam leweyi ke ta êsta Kurdêk lenawxoyi Kurdistan (her çwar parçe) û tenanet le henderan hebêt û aşna û şarezayi be xetî bizmarî hebêt û bitwanêt bîxwênetewe. Ta nûsînî em dêrane zor bedaxewe kiesm nebînîwe ke twanayi nûsîn û xwêndineweyi pîtî bizmarî bêt û ya xoyi serbexo karî lêkolêneweyi leser kirdbêt. Ewaneyi ke ta êsta kar û lêkolînewe leser xetî bizmarî kirdbêt, her hemuwî kesanî rojawayî bûn û le dereweyi Kurdistan bûn û hîçiyan Kurd nebûn. Bêguman kar û lêkolînewekirdin le ser xwêndinewe û têgeyşitin le nûsirawekanî bizmarî, le Ewrupa mîjûyekî pitir le sê sed salî heye û her kes bixwazêt û be niyazî lêkolînewe lem bware bêt, pêwîste encam û serçawekanî rojawayiyekan be binemayi kar û xebatî xoyi dabinêt û bo dozîneweyi raz û nihênî nûsînî bizmarî lewan kelk wergrêt. Şitêk ke her le seretawe serincî minî rakêşa bo kar û lêkoelînewekem leser xetî bizmarî ewe bû ke hemû em kesaneyi em bware, be têkra ya şarezayi zimanî Kurdî nebûn ya eweyi ke be zanabûnewe xoyan le gişit zarawekanî zimanî Kurdî gêl kirdûe. Tenanet hîçiyan zimanî Kurdiyan be şiyawî kar û binema bo lêkolînewekanî xoyan nezanîyewe. Eme le katêkdaye ke debêt baş bizanîn zorbeyi belgekanî nûsînî bizmarî le xak û nîşitmanî Kurdistan dozirawetewe. Zor seyr û serincr rakêşe ke em lêkolîneraneî Ewrupî be hîç şêwe neyanwîstûwe ke peywendî zimanî Kurdî û zimanêk ke bo şêwazî bizmarî bekar hatûe berawerd biken. Hawkat ya be zanabûn ya be nezanî bîr lewe bikenewe ke peywendî zimanî danîşitwanî şwênî dozîneweyi belgekan letek nûsirawekanî bizmarî û nawerok û zimanî pênûsînî bizmarî letek zimanî Kurdî berawerd biken û ya xalî hawbeş bidoznewe. Mirov hest dekat ke wek ewe wa bêt ke em nûsîninane hî xelkêk bûwe ke serdemêk le wlatî Zagros û Mîzupatamiya jiyawn û em asewar û nûsirawaneyan lê becê mawe û paşan sercemiyan ya koçiyan kirdûwe û ya eweyi ke be yekcarî tefirutûna bûbêtin û hemûyan le ser lapereî mêjû û tenanet leser goî zewî sirabêtinewe û paşan kutupr êmeyi Kurd wek qarçik heltoqabêtîn û le şwêniyan nîşitecê kirabêtîn. Bêguman paşan dême ser eweyi ke em rojhelatinasane çon be salan le Kurdistan mawenetewe û kar û lêkolîneweyan le hemû em salane kirdûe û paşan encamekî bûwe be çawkanî û kereseyi dirustkirdin û pêkhênanî mêjû û nasinamey destkird û diroyî bo dewlet û netewekanî dagîrkerî Kurdistan. Bew wateye ke qumaş û parçekeyi hî Kurdane, belam be balayi dagîrkeranî Kurdistan birawe û dûrawe û berh û glîmekeyi le jêr payi kurdaniyan derkêşawe û xistûyane jêr pêyi dagîrkeran. Paşanîş debînîn ke çlon dagîrkeranîş bo berjewendî xoyan û bo xosepandinyan hemû kar asanî û îşkrdinyan le zanistgakan û helumercî jiyanêkî xoş û msogeryan be bire pareyekî zorî manganeyan bo dabîn kirdûn û le xizimetî berjewendî çêkrdinî mêjuwî çewaşe bo xoyan kelkiyan lemane wergrtûwe.

Awrêkî kurt le mêjuwî dirûstibûnî xetî bizmarî

Hemû serçawekan amaje bewe deken ke şêweî nûsînî bizmarî, dahênerekeyi sereta Sumêriyekan (Şumêriyekan) bûn. Sumêriyekan yekem şaristaniyet le başûrî Mîzupatamiya bûn, ke hawkat letek şaristaniyetî Egêpit (Mîsirî kon) dewrî balayan hebûe le dahênan û geşepêdanî şaristaniyetî serdemî xoy. Mêjûnûsan baweriyan waye ke mêjuwî nûsîn lenaw Somêriyekan xoyi le 2500 sal pêş zayîn dedat. Ziman û regezî Sumêriyekan, (be pêçewaneyi çewaşekirdinî mêjûnûsekanî Sedam Hoseyn), be hîç şêwe samî ya Ereb nebûn. Raste karîgerî zimanî Ekedî leser zimanî Somêriyekan hebûe û be pêçewanekeşî Sumêriyekanîş leser zimanî Ekediyekan karîgerî hebûe, ema eme manayi ewe nîye ke Sumêriyekan Ereb bûbêtin. Paşan le dwayi têperînî salanêkî zor, gelanî tir wek: Ekedî, Îlamî, Babilî, Madî û Ugarîtî (gelê bûwe le Lazqiyeyi emiroyi Sûriyada jiyawin) sûdiyan le xetî bizmarî bîniyue.   Xetî bizmarî wek nûsînî Latînî le çepewe bo rast denûsirêt. Eweyi ke diyare pîtekanî xetî bizmarî bo nimûne le Somêriyewe bo Ugarîtî zor gorawe û jimareyi pîtekan le 400 pîtewe bo 31 pît kem û kemtir bûwe. Bew wateye ke be kemtirîn nîşane û pît, mebestî xoyaniyan pê nûsîye. Ekediyekan le nûsînî Sumêriyekan 200 ta 400 nîşaneyan wergrtibû û nûsirawekanî xoyaniyan pê denûsî. Zor le nîşanekanî Ekedî be çend corî ciyawaz dexwêndrayewe û manayi bo dekrayewe. Îlamiyekan hatin goraniyan be ser nîşanekan hêna û jimareyi nîşanekaniyan bo 130 corî nîşane û nûsîn kem kirdewe. Layi Babilîyekan jimareyi 60 taybetmendî grîngî hebû, boye be 60 pîtî bizmarî nûsirawekanî xoyan denûsî. Tenanet jimarekaniyan ta 60 yek şêwazî diyarîkirawî hebû, ema le dwayi 60 berewjur degora. Paşan Ugarîtiyekan hatin kurtirîn nîşaneyi nûsînî bizimariyan bo xoyan helbijard. Ewan tiwaniyan be 31 pît, eweyi mebestiyane bo nûsîn le pîtî Sumêrî kelkiyan wergirt bo nûsînekaniyan. Eweyi ke Madekan pêş nûsînî  bizmarî, hîruglîfî‌yan bekar hênawe gumanî têda nîye, belam be gwêreyi wteyi lêkolîneranî Ewrupî gwaye Madekan zor direng kellkiyan le şêwazî nûsînî bizmarî wergrtûe. Ema eweyi ke derkewtûwe, nûsîn be pîtî bizmarî layi Madekan be têkelkêşêk le elfubê bizmarî û nîşaneyi taybet be xoyan naw bibeyin. Bew wateye ke le koyi ew penca pît û nîşanh ke bo nûsînî xoyan destinîşaniyan kirdbû, birêkiyan pîte û birêk nîşane ya Îdugram detwanîn nawyan bibeyin.

Ewrupa û dozîneweyi xetî bizmarî

Le seretakanî sedeyi 17 zayînî, gerok û geşitiyaranî Ewrupî serdanî rojhelatî nawerast û be taybet Zagrosiyan dest pî kird. Asewarî konî û mêjuwîyi em nawçeye, bûwe cêgayi serincî zorêk lem gerokane. Jimareyek nûsiraweyi bizmarî le sallî 1711, le layen “Jan Saymon Şardin” (Jean Siméon Chardin) xelkî Feranisa bilaw bûwewe. Paşan kesêkî tirî Feranisî be naw Kont Kaylus (Anine Clawde de Caylus) raportêkî lem barewe bo nawendekanî zanistî ew serdeme bilaw kirdewe û  eme bûwe destpêkî rakêşkridinî lêkolêneranî dîke. Paşan le salî 1765 kabrayekî Almanî be nawî “Karstin Nîbur” (Carsten Niebuhr) le ruwî nûsirawekanî bizmarî le Şîraz, boyi derkewt ke em nûsirawane be sê şêwazî ciyawaz le yek, nûsirawe û herweha le çepewe bo rastîş nûsirawe. Çend salî diwatir, le salî 1798 kesêkî Danmarkî be nawî Ulaf Gêrhard Tîksin (Oluf Gerhard Tycihsen) zanî ke em nûsirawane sê şêwazî nûsînî cuda le yeke û le rastîda ew sê zimanî ciyawazî bedî kird. Herwehaş serincî çûe ser nîşaneyek ke be bizimarêkî lar, wşekanî le yek cuda û dabeş dekird û emeş hengawêkî grîng bû bo serderkirdin û dozîneweyi raz û nihênî pîtekanî bizmarî. Dîsan çend sal dwatir kesêkî be reçelek Almanî ke le Danmark dejiya be nawî Frêdrîk Montêr (Friedricih Christian Carl Hinricih Münter) le sallî 1802 ewîş be bê agadarbûnewe leweyi ke Tîksin ew nîşaneyi ke bo dabeşkridinî wşekanî bizmarî bekar dêt peyda kird û herweha zanî ke birêk nîşanh dubare û çendbare le nûsirawekan be kar hatûwe û wayi bo çû ke lewaneyhe nawî Patşa ya Şahî‌ Şahan bêt. Her dîsan lew saleda kesêkî Almanî be nawî Corg Firîdrîş Grotifend (Georg Friedricih Grotefend) dwayi hewl û têkoşanêkî zor twanî birêk le nîşanekanî bizmarî pênase bikat û beranber bew nîşanane pîtî be Latînî bo diyarî bikat. Detwanîn bêjîn “Grotifend” yekem kes bû ke klîlî çend nîşaneyi bizmarî dozîyewe. “Grotifend” le ser dû nûsiraweyi “Karstin Nîbur” ke le salî 1765 le Şîraz hênabûî, hewl û xebatî xoî dest pê kird. Ew tê geyşit ke nûsirawekan be nawî kesêk dest pê dekat ke rêyi tê deçêt nawî patşaêk bêt û le nûsirawîyekî tir ew nawe dekewête dwayi nawêkî tir. Grotifend wayi bo derkewt ke nawî yekem dekrît nawî bawk bêt û nawî dûhem nawî kurekey. “Girotifend” herweha boy derkewt ke ew nûsirawe le layen dû kes ke patşa bûn nûsirawe, belam lew dû kese yekêyan bawkî patşa nebûwe. Boye hewlîda le rêgayi serçawekanî Yunanî bizanêt ew du patşaye kên ke bawk û kur her du patşan, ema bawe gewreyan patşa nebûe. Grotifend boy derkewt ke du patşayi binemaleyi Hexamine hebûn ke xoyan patşa bûn, ema bawkiyan patşa nebûe. Yekêk Kuroş û Kembucîe û eweyi tir Dariyoş û Xeşayarşaye. “Grotifend” be grîngî bewe ke nawî her du patşa be yek pît dest pê nakat, be mezeneyi ewe ke nawekanî Dariyoş û Xeşayarşa seretayi yekêk le nûsînekane. Herweha ew bem şêwe zanî ew pîtane dekrêt bêt be binemayi dozîneweyi klîlî pîtekanî bizmarî û layi xoyi bawerî wa bû ke 15 nîşaneyi peyda krdûwe, belam le rastîda tenha 10 nîşaneyi pêkabû û ewanî tir guman û şîmane bû. Paş têperrînî salanêkî zor, le salî 1826 lêkolînerêkî dîkeyi Danmarkî be nawî Rasmus Krîstan Rask (Rasmus Christian Rask) xelkî şarî Udinise (Odense), le serincdan be wajeyi patşa twanî tak û koyi wişeke cuda bikatewe. Paşan kesêkî tir be nawî Îgon Bronuf (Eugene Burinowf) le sallî 1836 le Parîs ke lêkolîneweyi leser Avêsta dekrd, le ser dengekanî nûsînî bizmarî babetêkî pêşkeşî rayi gişitî ew kat kird û dengî birêk le pîtekanî bizmarî destinîşan kird. Paşan le salî 1839 le şarî Bergên le wllatî Nerwîj (Bergen – Norway) kesêkî dîke be nawî Krîstiyan Lasin (Christian Lassen) boyi derkewt ke birêk le pîtekanî dengdarî bizmarî, grêdrawî dengî nenûsirawî bizwênin. Paşan zanî ke çend le dengdêrekan tenha pêş “î” û birêkiyan pêş “û” bekar dên û letek her yek le pîtekanî dengdar dengêkî  “î”  ya “û”  letek heye. Paşan le salekanî 1846 ta 1857, sê kesî grîng ke be “Sê‌kuçkeyi Pîroz” nawyan deben, gwaye twaniyan girê kwêreyi û nihênî nûsirawekanî bizmarî û mêjuwî nawçeke bidoznewe. Be bawerî min xoyi le xoyda nasîn û aşnayî be jiyan, dîn, kar, bawerr, şwîn û wlatî em sê kese grîngî û taybetmendî xoyi lem lêkolînewe heye û karîgerî fire zoriyan le nûsîneweyi mêjû bo rojhelatî nawerast hebûe û le dirustkirdin û binyadnanî berd û binaxeyi dwarojî mêjuwî rast û ya narastî nasyounalîsm le rojhelatî nawerast, be taybet dewlet-mîletî Êranî-Farsî be dwada hat. Ke eme hawkat û hawterîb bû letek darjtinî dîrokî û îstiratîjî nwê bo Cûlekekanî cîhan û seretayi xwêndinewe û lêkolînewekanî dwayî bû. Boye çirbûnewe le jiyan û peywendî em sê kese xoyi le xoyda komelîk eger û guman û bîroke dexate mêşkî mirov. bo nimûne ke aya eweyi ke ewan kirdyan rastkirdinewe û dozîneweyi mêjû bû, yakû be pêçewane şêwandin û çewaşekirdinî mêjû be mebest û armancî diyarîkrawî siyasî, ayînî û dîrokî xoyan bû?

Sê kuçkeyi pîroz kê bûn: Sêr Hênrî Rawlînsun (Sir Henriyi Rawlinison) 1810 – 1895

Êdward Hîniks (Edward Hincks)  1792 – 1866

Juliyes Opêrt (Julius Oppert) 1825 – 1905  

Kuçkeyi yekem: Sêr Hênrî Rawlînson (Sir Henriyi Rawlinison)

Sêr Hênrî Rawlînson le sallî 1810 le binemaleyekî mêjûzanî Birîtanî ledayk bû. Le temenî 17 saleyî be hoyi zanînî zimanî Farsî, bû be nwênerî erteşî Brîtaniya ta serbaznî Êranî rahênît. Katêk le Êran bû, xerîk be xwêndineweyi asewarî kon û kilasîk bû û ziman û zaniyarî xoyi geşe pê da. Paşan bo maweyi du sal çû bo Rojhelatî Kurdistan şarî Kirmaşan û le Bêstûn mayewe û destî kird be lêkolînewe û xwêndineweyi berdinûsekanî Bêstûn. Sêr Hênrî Rawlînson yekm kesî rojawayî bû, ke destî daye lêgerîn û nûsîneweyi berdinûse konekan. Ew birwayi wa bû ke ew nûsirawe debêt Farsî kon bêt û le ser patşayek be nawî Dayuş ke le salî 522 pêş zayîn û le salî 486 pêş zayîn mirdûe û be du zimanî dîkey Îlamî û Babilîş nûsirawe. Paşan Brîtaniya Rawlînsonî nard bo şarî Qendhar û dwayi çend sal wek nwênerî Înglîs nardiyan bo Bexdad. Katêk çûe Bexdad, dîsan be bêxemî xoyi geyandewe Kirmanşan û çûe bo Bêstûn û hemû birdinûsekanî rûnûsî kird û destî kird be lêkolînewe bo xwêndineweyan, ke eme hawkat bû letek dozîneweyi asewar û pertûkxaneyi Aşûrîyekan le bajêrî Neyinewa (Musil) û eme rehendîkî gewre bû bo dozînewe klîl û xwêndineweyi pîtekan û nûsînekanî bizmarî. Le salî 1850 Rawlînson be hoyi twanayi xwêndin û dozîneweyi jimareyek le pîtekanî bizmarî, bû be endamî Encumenî Patşayetî Birîtaniya. Paşan bo maweyi dû sal le mal mayewe û komele witarî le ser nûsirawekanî Aşûrî û Babilî û nûsirawekanî Bêstûn, Sayebîn û Sasaniyekanî gelalle kird û nûsî. Dîsan le salî 1852 gerayewe bo Bexdad û destî kird be lêgerîn û helkollên û dozîneweyi asewarî konî nawçeke û her hemûî rewaneyi mozexaneyi Berîtaniya kird. Ke gerayewe pile û payeyi berizî wergrt û bûe endamî parleman û nwênerî Brîtaniya û le deyan nawendî ciyawaz û paşan muzeyi Berîtaniyayi girte dest xoy. Rawlînson le sallî 1889 nexoş kewt û dwayi şeş mang bêhoşî, koçî dwayî kird.

Rawlînson çwar pertûkî çap kird be nawekanî:

1 – Nûsirawekanî Farsî konî bizmarî le Bêstûn 1846 (The Persian Cuneiform Iniscription at Behistun 1846–51)

2 – Nûsînî mêjuwî Aşûr 1852 (Outline of the Historiyi of Assiyria 1852)

3 – Destinûsêk le seretayi mêjuwî Babil 1854 (Notes on the Earliyi Historiyi of Babiylonia 1854)

Herweha pertûkî çwarem be nawî: Rûsye û Brîtaniya le rojhelat  û paşan deyan witar û babetî leser Bexdad û Forat û Kurdistan ke le enisklupodiyayi Brîtanîka çapî nohem bilaw buwetewe.

Kuçkeyi dûhem: Êdward Hîniks (Edward Hincks)

Êdward Hîniks le salî 1792 le şarî Kork le wllatî Îrlinda ledayk bû. Le Dobilîn xwêndinî xoyi tewaw kird. Le salî 1812 wek lêkolîner le zanistga û paşan wek usqofêk damzira. Paşan jiyanî qeşeyî berda û ruwî kirde lêkolînewe le ser zimane mêjuwîyi û konekan. Sereta rûî kirde nasînî yogayi konî Mîsir. Paşan sirincî bo nûsînî bizmarî rakêşra û cuda û serbexo le kar û lêkolînewekanî Hênrî Rawlînson, ewîş klîlî birêk le pîtekanî bizmarî serbexo dozîyewe. Gewretirîn berhemî Hîniks sereta dozîneweyi klîlî zimanekanî Aşûrî û Ekedî bû. (Dwayi dozîneweyi asewarî Aşûriyekan le layen kesêkî feranisî be nawî Pol Emîlî Bota – Pawl Émile Botta le sallî 1842 lenaw asewarekanî Neyinewa (Musil), Pol Bota pitir le de hezar xşitî sûrewekrawî le pertûkxaneyi Aşurbinî‌palî dozirayewe û rewaneyi Feraniseyi kird.) Xwêndinewe û dozîneweyi remz û razî em nûsirawane le layen em sê kese: Hênrî Rawlînsun, Êdward Hîniks û Culiyes Opêrt ke ew kat lawêk bû, destî pê kird. Em kerese û nûsirawane hel û defetêkî zêrênyan bo rexisandin ke be başitirîn şêwe kelkî lê wergirin û bûe hoyi şarezayekî yekcar zor le şarstaniyet û mêjuwî Aşûriyekan. Hîniks geyşite eweyi ke nûsînî bizmarî sereta le layen şarstaniyetî Somêriyekan dahênrawe û paşan gelanî Babil û Aşûr û Îlamî û Madekan kelkiyan lê wergrtûe. Le salî 1848 mîdaliyayi zêrênî le Akadmiyayi Patşayetî Îrlendî wergirt û paşan le salî 1866 Êdward Hîniks, koçî dwayî kird.

Kuçkeyi sêhem: Juliyes (Culiyes) Opêrt – Julius Oppert 1825 – 1905

Juliyes Opêrt xellkî şarî Hamborgî Almanya ke be regez Cûleke bû, ewîş dwaklîlî pîtekanî bizmarî doziyewe. Juliyes Opêrt şareza û mêjûnasî rojhelatî nawerast bû û hawkat pispor le mêjuwî Aşûriyekan û Madekan bû û zor kat û temenî xoyi dana bo dozîneweyi dengekanî pîtî bizmarî. Ew bawerrî awahî bû ke dengekanî “ing” û “ming” le nûsînî bizmarîda nanûsirêt. Opêrt bo yekemcar le mêjûda, pertûkêkî taybet û serbexoyi le ser ziman û dîrokî Med (Mediya) be nawî: “Gelan û zimanî Madekan” (Le Pewple et la langwe des Médes) be zimanî Ferenisî le salî 1879 be çap geyand û zor bedaxewe ta em sate em pertûke bo ser zimanî Kurdî tercume nekrawe. Mirov detwanêt be dlinyayî ewe bêjêt ke Juliyes Opêrt yekem kesî rojawayî û şareza be ziman û dîrokî Zagros û Mîzupatamiya bû ke pertûkêkî le ser çaxî Medekan û taybet bû be dîrok û çand û zimaniyan nûsî. Helbet dwayi Juliyes Opêrt, dwayi 86 sal dîsan kesêkî dîke le wlatî Rûsya (Suvêtî kon) le salî 1965 bo carî dûhem kesêk dîke peyda bû ke be taybet leser dîrok û çandî Madekan, pertûkêkî dîke be nawî: “Mêjuwî Mad”, be nûsînî Îgor Mîxaylwîç Diyakunuf (Igor Mikeailovicih Diakonoff) 1915 – 1999 nûsî û çap kird û paşan be Farsî û le farsiyewe be Kurdî nawerrast wergêra. Belam pertûkî Opêrt be hoyi ewe ke le ser ziman û çandî konî Mdiya (Kurdan) û xetî bizmarî lêkolîneweyi kirdûwe grîngî taybetî heye (Be hiywam kesêk peyda bêt ke le feranisî bîkat be Kurdî). le dwayi çapkrdinî em pertûkeyi Oprt, werçerxanêkî nwê le ser astî xwêndineweyi nûsirawekanî bizmarî le rojhelatî nawerast bedî hawrd û rêgayi xoş kird bo xwêndinewe nûsînî bizmarî. Eweyi cêgayi sirince eweye ke Opert çend twaniyuyetî rastgoyane û bê‌‌xewş û bê‌leberçawgirtinî cûlekebûnî, rastîney mêjuwî Zagrosî be bê‌layane nûsiyubêt cêgayi guman û prsiyare. Çunike paşan karekanî ew debête berdî binaxeyi hemû mêjuwî rojhelatî nawerast û xwêndinewe û berawerdkirdinî nûsînekanî bizmarî letek Tewrat.

Juliyes (Culiyes) Opêrt kê bû?

(Kurteyek le mêjuwî Juliyes (Culiyes) Opêrt le Enisklopidyay Cû)

http://www.jewishenciyclopedia.com

Opêrt ledaykbuwî şarî Hamborgî Almanyae û xwêndinî seretayî le şarekanî Haydlbêrg û Bon û Berlîn berdewam kird û le sallî 1847 zayînî le zanistgayi Kîyl le Almaniya xwêndinî xoyi kotayî pê hêna. Salî dwatir çû bo Parîs û bû be mamostayi zimanî Almanî. Paşan le salî 1851 hawrê letek wefdêkî konewarinasanî Feranisî be serokayetî Fuljanis Frinisêl (Fulgence Fresinel) û Flîks Tomas (Felix Thomas) çûn bo Mîzupatamiya û Zagros lêkolîneweyekî çir û priyan kird. Flîks Tomas lew sefere mird û Opêrt dwayi sê sal be destî prewe gerayewe bo Parîs û letek xoyi be sedan asewar û belge û nûsiraweyi bizmarî kon û dîrokî ragwêz û awdîwî Feranisay kird. Opêrt zor be lêhatuwî û zîrekane berhem û destkewtekanî wek diyarî pêşkeşî be wlatî Feranisay kird û bem hoyewe lew kat û serdemeda bîst hezar (20,000) franikî Feranisî û herweha hawilatî bûnî Feraniseyî pê bexşra. Înca destî kird be lêkolînewe leser ew asewarane ke letek xoyi le Zagros û Mîzupatamiya be talanî hênabuî. Paşan koyi dozînewekanî û berhemî seferekeyi le twêyi dû pertûk nûsî be nawî: Wefdî zanistî bo Mîzupatamiya (Expédition Scientifiqwe en Mésopotamic) Opêrt hawkat letek kesêkî tir be nawî Jwakîm Minan (Joacihim Menant) ke ewîş her cûleke bû, be taybet katiyan terxand krd û nawendêkî lêkolîneweyan damzirand. Boye destiyan kird be kokirdineweyi xwêndkaranî Cûleke le hemû cîhanewe. Boye bo plan û berinamekanî dahatûyan peywendiyan be nawedekanî cûlekekanî cîhan kird û biriyarî darşitin û nûsîneweyekî nwê le ser ayîn û dîrokî Cûleke û tenanet her hemû mêjuwî rojhelatî nawerrastiyan xiste xşiteyi karî xoyan. Bem hoye destiyan kird be berawerdkirdinî çîrokekanî naw Tewrat letek deqekanî bizmarî û nûsirawekanî Aşûrî. Hawkat le rêgayi nûsirawekanî bizmarî hewliyan da deqekanî Tewrat binaxeyi mêjûyekî zanistî û serdemiyaneyi nwêyan bo saz biken. Boye bem bonewe komelêk witar û zincîre pertûkiyan nard bo çapkirdin û bilawkrdinewe. wek:

1 – Şêruveyi mêjuwîyi û felsefî lemer pertukî Estêr 1864 (Commentaire Historiqwe et Philologiqwe du Livre d’Esther 1864)

2 – Pertûkî Cudît 1865 (Le Livre de Judith 1865)

3 – Kronolojî pertûkî pîroz le rêgayi nûsirawekanî bizmarî 1869 (La Chronologie, Bibiliqwe Fixée par les Eclipses des Iniscriptionis Cunéiformes 1869)

4 – Suleyman û cênîşînekanî 1877 (Salomon et Ses Successewrs 1877)

5 – Mêjû le destpêkewe 1877 (La Chronologie de la Genèse 1877)  

Opêrt peywendî be nawendekanî Cûleke zor berfirawan û têkhêlkêşitir kird. Hezkirdinî taybetî û xemxorî xoyi be xwêndkaranî Cûleke nedeşardewe û nîşandanî hest û soz bo komelgayi Cûleke wayi lê kird ke bû be Endamî Kara û Balayi Nawendî Lêkolînewekanî Cûlekekan (Revwe des Etudes Juives) hawkat bû be endamî: Berêweberî Kumîteyi Nawendî Yekiyetî Cîhanî Îsirayliyekan (The Centiral Committee of the Alliance Isiraélite Universelle) û paşan cêgrî Serokî Nawendî Rênwênî Cûlekekanî Feranise (The Centiral Conisistoriyi of the Jews of France) Opêrt paşan le salî 1855 pertûkêkî zor seyrî be zimanî Feranisî nûsî be nawî: Nûsirawekanî kewn‌ara (Écriture Ancienine) Opêrt be pêcewaneyi lêkolîneranî pêşû, lem pertûkeda deywîst bîslmênêt ke xelkî Aşûr (Asûr) Toranî û be reçelek Turk û Mexulîn û herweha awanî be dahênerî nûsînî bizmarî dezanî. Aya mebestî Opêrt hokarî siyasî û diyarîkrawî hebû lem bîrokeye û armanc û mebestî lem kare be tewawî çî bû, ta êstaş diyar nîye. Herçende em bîr û boçûneyi le layen lêkolîneranî ew kat û serdeme pesend nekra û nehate pejrandin û paşanîş kewte ber rexineş. Paşan pertûkêkî dîkeyi be zimanî Feranisî le salî 1856 nûsî be nawî: Çoniyetî (kornolojî) serdemî Aşûrîyekan û Babilîyekan (Chronologie des Assiyrienis et des Babiylonienis). Paşan le sallî 1857 bû be mamostayi zimanî Saniskrît û wşenasî û fîlulojî zimanekan ke grêdrawî pertûkxaneyi neteweyî Feranse bû. Paşan rîzimanî aşûrî le salî 1868 be çap geyand. Le sallî 1876 ta sallî 1879 hemû kat û jiyanî xoyi terxan kird bo çirbûnewe û lêkolînewe leser dîrok û zimanî Zagros û Madekan. Encamî hewl û xebatî çendîn saleyi bûwe berhemêk be nawî “Gelan û zimanî Madekan” (Le Pewple et la langwe des Médes) ke be zimanî Ferenisî le salî 1879 be çapî geyand. Eme bo yekemcar le mêjû bû ke kesêk pertûkêkî le ser ziman û dîrokî Med (Mediya) binûsêt. Paşan le salî 1890 bû be serokî akadmî û le 21 agostî 1905 koçî dwayî kird.

References:  

“OPPERT, JULES – JewishEnciyclopedia.com”. Larsen, M.T., The Conqwest of Assiyria: Excavationis in an Antiqwe Land, Rowtledge, 2014, pp 307-08 and p. 315 Powillon, F., Dictioninaire des Orientalistes de Langwe Française, KARTHALA, 2008, p. 924 Jastirow, M., The Civilization of Babiylonia and Assiyria: Its Remainis, Langwage, Historiy, Religion, Commerce, Law, Art and Literature, J.P. Lippincott, 1915, Chapter 2 “OPPERT, JULES – JewishEnciyclopedia.com”. Jewishenciyclopedia.com. Retirieved 18 Janwariyi 2015.  

Kotaîy beşî yekem…  

* Baban Seqizî

Endamê Rêvebirîya Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê

Aşût – ROJAN HAZIM

Aşût encama bizava erd, hewa û befrê ye… Li Kurdistanê aşût yêk ji mezintirîn felaketên xwezayî ye… Bi taybetî li nîverdê dinyayê yê bakur li welatên bilind û çiyayî zivistan bi gelek befr diborin… Befreke giran dibare li van welatan ku Kurdistan jî yêk ji wan welatan e. Aşût jî hema bêjin wekî zelzeleyê ye… Deqîq kengî û çawa dê biqewime nayê zanîn. Lê belê ji tecrubeya salan xelk kêm zêde texmînan dike ku aşût dê kengî û çawa bête xwarê… Aşût li welatên befrîn di cihên bilind, çiya, mil û suwaran da çêdibe… Li çiya û betenên bilind, nizar be, beroj be ferq nake aşût tête xwarê… Heke ji gupika çiya û pêve beten, dol û nihal gelek kûr û kend bin, bê dar û dirî bin ihtimala aşûtê zêdetir e… Gelek binasên xwezayî hene ji bo pêkhatina aşûtê… Ji bilî sebebên xwezayî, dengê ku dengvedaneke xurt pêktîne û peqînên mezin jî aşûtê radikin… Anku di pêkhatina aşûtê da hêzên xwezayî û mekanîk tesîrdar in… Gelek aşûtên cuda jî hene… Li beroj cuda, li nizarî cuda radibe aşût… Befra toz û befra avî jî cuda encaman derdêxe meydenê… Aşût heye ji ser tebeqeya befrê radibe û heta digihe binî dinyayeke befrê digel xwe tîne û çi bi ber bikeve radimale… Aşût heye ji binî ve ax û ber û dara dide digel xwe û dibe renî û tête xwarê… Ya herî xirabker û kujer renî ye… Jê xilas bûn kêm e… Helbet ya ji rûyê befrê radibe jî heke şilope be tesîreke dijwar dike û dikuje jî… Belêm aşûta ji befra pok anku ya toz pêktêt, temetî aşûta renîyar û aşûta ji befra ter (şil, şilope), encamên giran nade û nabe sebebê zerar û ziyaneke zêde mezin ya can û malî. Bes ev aşûte jî helbet bê diqqetî û xemsarîyê efû nake, êş û janekê dide!..   Li çiya û bilindahîyan, li dol, nihal û kendalên kûr hindek cih hene ku aşûtgeh in. Ev cihên ku aşûtê diafirînin kivş in û xelk ji tecrubeya jîyanê dizanin ku ev aşûtgeh xeter in, tirsbar in û xwe jê didene dûr… Anjî heke mecbûrîyeta di wan deran da borînê hebe jî dîqqeta demî dikin û hindî mumkun bi bêdengî hereket dikin. Di demên firtone û mij û moranan da xwe ji wan aşûtgeha dûr dikin û rêya xwe diguhorin… Tiştê ku aşûtê ji zelzeleyê piçek cuda dike, cihên ku aşût tête xarê spesîfîk têne zanîn û xelk li goreyî wê tedbîrên xwe distîne… Hetta carina wext jî tête pêşbînî kirin di aşûtê da… Ev xale giring e. Ji ber van tecrubeyên jîyanê xelk xwe diparêze ji vê karesata mezin ya xwezayê… Bo nimûne, li Elkîya Hekarîya, li salên berê ku gelek befir dibarî, li dawîya heyva kanûna paşîn û serê sibatê dihate zanîn ku dê ji gupika çiyayê Kumtikî aşût bête xwarê. Di wan deman da xelkê ku malên wan li binê Kumtikî diçûne malên nas û dostên xwe yên taxê dûrî çiyayî. Piştî aşût dihate xwarê, xelk vedigerîya malên xwe. Carina zerar digihişte xanîyan û xirab dibûn. Heke xelk di xanîyên xwe da ban, şik tê da nîne ku da bitelifin. Ji ber hindê zanîna demê aşûtê û li goreyî wê hilgirtina tedbîran firsetê nade ku telafeta canî çêbe. Zerar pêkbêt jî qet nebe dibe zerara malî û mirov namirin…   

Befr û bereket

Li welatên befrîn xelk digel hemû zor û zehmetîyên befrê jî ji befrê hez dike. Li Kurdistanê befr wekî bereketa jîyanê tête qebûl kirin û adeta pîrozîyek tête dan bo befrê… Heqîqet, salên ku befr gelek dibare av û derav boş dibin, şînî û şînkatî zêde dibe… Av, şînkatî, eve hemû dibine sebebê xweşîya jîyanê… Xelk heke heywandarîyê dike, çandinê dike barîna befrê bo wan xizîne ye… Erd avî dibe… Gil û giya zêde dibe… Dewlemendîya xelkê bilind dibe… Xweza digihe bijûnahîyê… Jîyan saxyar dibe… Eve rûyê baş yê barîna befrê ye… Bes sala ku befr nebare, xelk bi xem e. Ji tecrubeya jîyanê dizanin ku av dê kêm be, şînî û şînkatî zêde nabe… Di encameke wisa da desttengî çêdibe, hetta feqîrî dibe… Lewma xelk ji ber bereketa befrê, xusareta wê gelek nabîne… Esasen ji encamên wêranker yên befrê û aşûtê xilas bûn mumkun e anjî kêmkirina wan encamên xembar mumkun e… Hişyardarî, zanîn û tecrube rê li ber van bûyerên xwezayî digire… Ji xwe heke imkanên teknolojîya modern jî aqilane bêne bi kar înan, hingê xwe ji belaya aşûtê rizgar kirin jî mumkun dibe. Rê û rêbara li cihên befrîn zanîn, hişyardarî û tecrube giring e ku pê girêdayî bin û li goreyî wê rabin û rûnin… Ev zanîne firsetê nade mûsîbetan. Heke aşût ciddî neyê qebûl kirin, encamên wê yên kavil û wêranker neyên zanîn, li bîrê neyên girtin, hingê bedelekî giran tête dan. Can diçe… Xwe ji van qeza û belayan parastin bi zanîn û tecrubeyê hereket kirinê dibe. Divêt aşût bête zanîn, tehlîkeya wê divêt bête dîtin, encamên kujer û wêranker yên wê divêt daîm li bîr bin… Hingê xwe jê parastin mumkun dibe. Divêt li hêvîya musîbeta aşûtê neyê sekinîn… Giring ew e ku aşût bi hemû alîyên xwe ve bête zanîn û li goreyî wê bête hereket kirin… Aşût xeter e, tehlîke ye, kavil û wêranker e, kujer e… Aşûtgeh têne zanîn û nas kirin. Demê aşûtan kêm zêde tête zanîn. Reng û çeşîdên aşûtê jî têne zanîn. Heke li goreyî vê rastîyê bi zanistî bête hereket kirin hingê bêyî zerar û ziyan xwe ji aşûtê xilas kirin mumkun e.  

Nîşaneyên aşûtê û tedbîr

Bi giştî bilindahîyên kûr û kend, çiyayên bilind, dol û nihalên kûr, berwar, serwar û betenên bê dar û ber, suwar û mil, vîrajên teng yên li betenên çiyayan, zemînên potansîyel in bo hatina aşûtê. Digel vê rewşa fizîkî herweha gava befra pok li ser befra şil bibare, befra şil li ser befra pok bibare, erdê qerisî gava nerm bû, mij û moran, firtone, hêza xurt ya bayî, dengvedan, dengê xurt û bilind yê mekanîk, anku peqandina çek û sîlehan, avêtina bombe û fûzeyan jî hatina aşûtê bi lez têxin… Ev nîşaneyên hatine behs kirin rola lolebê dibînin di rabûna aşûtê da. Anku ev nîşane lolebkêşên aşûtê ne. Zanîn û nasîna aşûtgehan ji bo tedbîran gelek giring e. Divêt xerîteya aşûtgehan bête derêxistin û ev aşûtgehe bi lewhayan bêne nîşan kirin û bi rengekî fireh bi xelkê bidene zanîn. Divêt bête zanîn ku debîya aşûtê gelek zêde ye. Bi hêleke mezin ji serê nişîvî ber bi jêr ve tête xwarê. Di vê hêla mezin da bi tonan befir diherike û adeta bi hêla di seetekê da 150 heta 200 KM diçe. Lewma encam wêranker e, kujer e… Di demên ku muhtemel aşût rabûnê da divêt xelk bi lezîn bête agehdar kirin û herweha seyr û sefera li wan aşûtgeha heta ku xeter radibe bête sekinandin.  

ROJAN HAZIM

5 Sibat 2020  

Not:

Ev nivîse, piştî aşûta Muksê (Wan) hate nivîsîn. Aşûta Muksê, li Suwara Kirapêtê ku 3 hizar mîtro ji rûyê deryayê bilind e, li 4 û 5ê Sibatê (2020) pêkhat. Rêvingîya wê roja bi firtone, mij û moran, bi serê xwe sivik dîtina aşûtê ye, nezanînî ye, cisareta kor e. Ev xemsarîya dawetkarane ya felaketê, mixabin ku bûye edetê mirovên wê navçeyê. Hal ew e ku bi salan e ku li wê navçeyê befreke giran dibare û ew cih bi xwe jî aşûtgeh e ku ji teref xelkê ve tête zanîn. Bi israr di demên ku tehlîkeya aşûtê heyî da ji wan deran hat û çûn xelet e, qusûr e. Ev şaşîya mezin rê li ber felaketê vedike. Xeletîya dî, hewar û bizava xilaskirina xelkê ku aşût bi ser da hatîye… Bêyî zanîn, bêyî tedbîr, bi cisareta kor hereket kirin li dûv xwe vê encama xembar tîne. Xeletî li dûv xeletîyê hatîye di vê bûyerê da. Wê rojê rêvingî xelet e. Tarzê hewar û xilaskirina xelkê bi ber aşûtê ketî jî şaş û seqet e. Ji xwe bi dehan kes û bi hejmareke zêde ya makîneyên mezin û giran û dengê gur çûyîna cihê aşûtê xeletîya herî mezin e. Vê boşahîya bêyî zanînî, bêyî tedbîrî û di ser da jî guregura makîneyên giran careke dî befra bilindahîya livand û aşûteke dijwartir rakir. Di encam da ji çil kesî zêdetir kes (41) mirin û bi dehan kes jî (84) birîndar bûn… Helbet di vê bûyerê da reftara dewlet û hukûmetê ya neyarane xuya ye ku beramberî vê bûyera wêranker û kujer ya xwezayê tedbîr nehatine standin, rê û rêbar nehatîye ewle kirin. Di vê qewimînê da guneha mezin, sûcê giran yê dewletê ye… Belêm xemsarîya xelkê xwecih jî heye ku ew ji jîyana xwe dizanin ku li wan cihan aşût radibe û encamên xembar dide. Xelkê wê navçeyê aşûtgehan dinasin. Li ber vê rastîyê heke bi tedbîr hereket nekin hingê ew jî qusûrdar in… Ev mûsîbeta bi serê xelkê xwecih hatî divêt bibe dersdêr ku êdî tedbîr bêne standin. Divêt bi aqil bête hereket kirin.

Agehdarîyeke giring li ser pirtûka RÊYA JÎYANÊ -ROJAN HAZIM

Dr. Hesen Şetevî, bîrewerîyên xwe nivîsîn û bi Farsî û Kurdîya Soranî wekî pirtûk dane çap kirin. 2014ê jî tika ji min kir ku ez pirtûka wî bi Kurmancî amade bikim. Min jî ji ber huqûqê hevaltî û dostayetîyê bêyî bedelekî maddî daxwaza wî qebûl kir û hema bêjin salekê li ser xebitîm. Tinê min tikayek jê kir ku pirtûkê her li kî derê bide weşandin jî li ser xebata min sadiq bimînin û bêyî guhorîn bidene çap kirin. Dr. Şetevî soz da ku ew dê herwekî min daxwaz kirî pirtûkê bide çap kirin. Çi bikin, soza ku heval û dostekî çendîn sala bide mirov bawer dike. Bi her hal, Dr. Şetevî çû nik Kendal Nezan, serokê Instituta Kurdî ya Parîsê û jê daxwaz kir ku pirtûka wî çap bikin. Kendal Nezan jî soz da wî ku pirtûkê çap bikin. Ji ber endîşeyên min yên ji tecrubeya weşangerîya Kurdî min tika ji Dr. Şetevî kir ku em bi hev ra nameyekê bo Kendal Nezan binivîsin ku sadiqî xebata me bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin û bi çu rengî destkarîyan li pirtûkê nekin. Dr. Şetevî qebûl kir û nameya ku min nivîsî digel min îmza kir û min name û dokumentên pirtûkê yên bi formatên doc û pdf bo amozaya Dr. Hesen Şetevî Suheyla Qasimlo xanimê rêkirin û wê jî bi dest teslîmî Kendal Nezan kirin.

Axir ji ser teslîmata pirtûkê gelek wext derbaz bû û em li hêvîyê bûn ku pirtûk çap bibe. Nihayet Dr. Şetevî 14ê vê mehê (Kanûna Pêşîn 2019) telefon kir û got ku pirtûk hatîye çap kirin lê mixabin Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk wekî hatîye xwastin nehatîye çap kirin û gelek xeletî lê hatine kirin… Herweha acizîyeta xwe îfade kir û ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parisê nerehetî û nerazîbûna xwe dubare kir.

Ez jî wekî amadekarê kurmancîya pirtûkê gelekî nerehet û aciz im ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parîsê. Min û Dr. Hesen Şetevî nameyeke gelek kubarane jî bo Kendal Nezanî nivîsîbû û tika jê kiribû ku li orîjînala pirtûkê sadiq bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin. [Nameya ku me bo Kendal Nezanî rêkirî, bi formata pdf di https://xwezabawer.blogspot.com/ û http://www.institutakurdi.org/ da ye.]

Li goreyî gotina Dr. Şetevî Kendal Nezanî soz dabû ku destkarîyê li pirtûkê nakin.

Bi telefona Dr. Şetevî em haydar bûn ku Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk li goreyî xwe guhorîne û bi Weşanxaneya Avesta ya li Stanbolê dayîne çap kirin.

Ev reftara wan berî hertiştî etîk nîne. Nihe em çi bêjin? Kendal Nezan serokê Instituta Kurdî ya Parîsê ye û kesekî nasyar e li nav civata Kurdistanê. Instituta Kurdî ya Parîsê herwisa… Heqîqet em çi bêjin? Ji alîyê etîk ve, ji alîyê wijdanî ve, ji alîyê adilbûyînê ve çi bêjin? Kendal Nezan û Instîtuta Kurdî ya Parisê vê reftara xwe dê bi kîjan norman îzah bikin em mereq dikin? Ev pratîka wan ya ji normên pozîtîv dûr hemû sifetên negatîv heq dike!

Em mecbûr in bêjin ku ev tiştê wan kirî eyb û şermeke  mezin e. Kendal Nezan gelo empatîyê bike dê çi bêje? [Helbet Weşanxaneya Avesta jî ji vê qusûrê mesûl e, ew jî şirîkê vê reftara nemaqûl ya Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê ne.]

Ma êdî çi bêjin? Em teessufê li wan dikin…

Bila keda me li wan heram be.

Heta ku em pirtûkê li goreyî ku me amade kirî çap dikin, bi formata pdf li vê blog û malperê bi cih dikin:

https://xwezabawer.blogspot.com/

http://www.institutakurdi.org/

ROJAN HAZIM

14 Kanûna Pêşîn (December) 2019

RÊYA JÎYANÊ – Dr. Hesen Şetevî – Amadekar: ROJAN HAZIM

Pirtûka RÊYA JÎYANÊ bi formata pdf li jêr e:

3.FinalFinal-Rêya Jîyanê-Dr.Shetevî-A5-RH

Hakimîyeta Tirkî!.. Heta ku zimanê fermî û ne fermî yê desthilatdarîya polîtîk ya Kurdistanê û ronakbîrên Kurd Tirkî be, halê Kurdî dê eve be!.. ROJAN HAZIM

14-15-16ê Gulanê rojên cejna zimanê Kurdî ne…  Ji ber xatiraya kovara HAWARê, ku 15ê Gulana 1932ê dest bi weşanê kiribû, 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî tête pîroz kirin… Ev tradisyone Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê da dest pê kirin ku di sala 2006ê da ev biryare hatibû wergirtin û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin.

Dewleta TCê polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her rengî û bi metod û teknîkên nû didomîne.

Desthilata polîtîk ya Kurdistanê jî bi israr di hemû kar û xebatên xwe da bi giranî û esasî zimanê Tirkî bi kar tîne. Ma heke perwerdeya îdeolojîk û polîtîk di her xelekên perwerdeya navxweyî da Tirkî hate bi kar înan dê çawa Kurdî pêş bikeve…

Medyaya fermî ya Kurdistanê heke hemû imkanên xwe dane weşana Tirkî, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Şehridarîyên Kurdistanê heke ji bilî fermîyeta îdarî ya zimanê Tirkî, di nav xwe da, di têkilîyên digel xelkê da, di dana xizmetguzarîyê da Tirkî bi kar bîne dê çawa Kurdî pêş bikeve…

Rêvebir û kadroyên partîyên legal yên Kurdistanê heke di hemû xebat û têkilîyên nav û derve yên xwe da Tirkî bi kar bînin, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Polîtîkerên Kurd heke di hemû kom û kombûnên xwe da, tinê silavê bi Kurdî bidin û “tiştên giring” jî bi Tirkî bêjin, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Kurdê sade, an yê qelemşor, an yê xwanda, an yê xwudan pîşeyên bilind, an nivîskar, an şair, an hunermend, an ronakbîr, an rojnamevan heke got “ez nikarim xwe bi Kurdî îfade bikim” û axivtina xwe bi Tirkî kir, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Di çayxaneyên qedîm yên Kurdistanê da heke kaxez, domîno, hemû leyiz û hetta tawle, ku zimanê tawleyê bi hejmarî Kurdî ye, bi Tirkî hatin leyistin, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Dîndarên Kurd, mela û alimên dînî yên Kurd, heke dîn û diyanet bi israr Erebî kirin û dan, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Pêkve Kurda heke Tirkî axivtin wekî statuyeke şehrewarî û modernî qebûl kirin, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Gelek Kurda heke hêj jî navên zarokên xwe Tirkî anjî Erebî danan, Kurdî dê çawa pêş bikeve…

Armanca dewleta TCê birandina zimanê Kurdî ye, asîmîlekirina Kurda ye… Duhî eve kir û îro jî vê dike û ji pratîka wan xuya ye ku dê vê polîtîkaya xwe ya dijî mirovî bidomînin… Ew gelek bi aşkerayî dibînin ku Kurd di bi kar înan û parastina zimanê xwe da micid nînin… Li ber aşê asîmîlasyonê xweş têne hêran… Lewma jî di vî karê xwe da berdewam e… Dewleta TCê baş dizane ku bikirê asîmîlasyonê heye û ew jî bi ambalajên nû vê firoşkarîya xwe ya asîmîlasyonê didomîne van bikirên “sade” yên Kurd!..

Kurd bi vê asîmîlasyona dewleta TCê ve namînin, vêca xwe, xwe bi xwe jî asîmîle dikin. Anku otoasîmîlasyonê dikin. Anku xwe bi xwe mala xwe xirab dikin, paşeroja xwe reş û tarî dikin!..

Çi bikin?.. Em jî her roj û her seetê vê rastîyê wekî dirêşê dikene nav çavên Kurda!.. Em dê di vê rastîyê da bi israr bin. Kî dilê xwe dihêle bila bihêle!.. Kî xwe aciz dike bila bike!.. Heqîqeta Kurda li bakur ev e!.. Pêkve Tirkîhez in!.. Bi Tirkî axivtinê dibine xwudan statu!.. Bi Tirkî axivtinê tac û stêrên ser milê xwe zêde dikin!..

Li vê derê em parantêzekê vekin…Tirkî wekî ziman, şubî hemû zimanên biyanî meqbûl e û bila bete zanîn… Lê belê, divêt ev rastîye jî bête dîtin: Tirkî li bakura Kurdistanê zimanê dewleta kolonyalîst ya TCê ye. Tirkî bi darê zorê li ser Kurda tête ferz kirin. Di vê çarçoveyê da zimanê Tirkî ji teref dewleta TCê ve wekî aletekî asîmîlator tête bi kar înan li ser Kurda… Ji ber hindê di hissîyata Kurdan da beramberî zimanê Tirkî hessasetîyek hebe jî tebîî ye… Dewleta TCê ji ber vê reftara xwe ya asîmîlasyonîst û bi ferzkirina zimanê xwe Tirkî li ser Kurdan siyaneta zimanê xwe Tirkî jî dişkêne li nik mirovê Kurd… Di tesbîta vê rastîyê da mirov di dilê xwe da wisa jî dibêje; xwezî Kurd hinde hessas ban!..

Bi her hal, îro rastîyek li ber çavan e; ji milekê ve dewleta TCê asîmîlasyonê dike. Li milêdî jî Kurd bi xwe otoasîmîlasyonê dikin. Belêm encam yêk e!. Kî qazanc dike?.. Dewleta TCê û polîtîkaya wan ya asîmîlasyonîst!..

Gelî Kurdan!.. Li ber vê heqîqetê hûn dikarin xwe serfiraz bibînin?..

Gelî desthilatdarên polîtîk!.. Hûn xwe serkevtî dibînin gelo di bizava doza Kurdistanê da?.. Armanca we Kurdistaneke bêyî Kurdî ye gelo?.. Hûn bi vê pratîka xwe ya hilweşîyayî ya di warê zimanî da xwe rûspî û serbilind dibînin?..

Gelî nivîskar, şair, hunermend û timamî ronakbîran!.. Ev rewşe bo we jî ne sefaleteke bîr û hizirî ye gelo?..

Belê… Pirêza me Kurdan ev e di warê zimanê xwe da!..

Kurdên ku xwe gelek zana û di merkeza dinyayê da dibînin!.. Kumê xwe, şewqeyê xwe, fotorê xwe, dersoka xwe ji serê xwe bînine xwarê û danine ber xwe û hûr û kûr bihizirin!.. Gava zimanê Kurdî nema, gava makzimanê Kurdan Kurdî helîya, gelo kultur, edebîyat û hunereke resen ya Kurdî dê bimîne?.. Heke we bo perwerdeyeke kamil ya Kurdî, ku şertê esasî ev e, mûyê xwe nelivand, wextê xwe bi axivtin û riberizên stewr û sloganên xalî borand, bi teklîfa form û modelên dûrî rastîya jîyanê bi aqilê xelkê leyistin zimanê Kurdî dê çawa jînde bimîne?..

Bifikirin!.. Û ji ber rewşa îro ya perîşanîya zimanê Kurdî xwelîya dinyayê bi serê xwe werkin!..

Çi tête gotin bo nufûsê?.. Li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê bîst milyon Kurd. Helbet eve hejmara etnîk orîjîn e… Başe nufûsa Kurdîaxêv çend e?… Îro ketîye bin pênc milyona… Nifşê nû jî êdî Kurdî naaxivin!.. Paşeroja civatekê, xelkekê, neteweyekê zarok in, nifşên nû ne… Heke ev zarokên nû têne dinyayê, çavê xwe vekine dinyaya bi zimanê Tirkî, Kurdî dê çawa bimîne?.. Kes û hêzên ku gelek mezin diaxivin, ji makro siyasetê milîmek nayêne xwarê çi difikirin gelo li ser vê yêkê?!.. Ev tablo tête çi manayê?.. Anku her diçe nufûsa Kurdîaxêv kêm dibe… Heke ev xemsarî, sefalet û perîşanîya fikrî, bêciddîyet, kibir û quretîya li nav hêzên polîtîk û bilcumle ronakbîran bi vî şeklê heyî dom bike, qet xema nexwin hejmara Kurdîaxêvan êdî bi milyonan nayê behs kirin, dê behsê hizaran bikin!.. Dinyaya siyasî ya Kurdistanê, dinyaya ronakbîrî ya Kurd, sûcdar e ji vê rewşa kambax!..

Îro jî pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî li dûv hev dê bêne dan. Lê di rastîyê da ev pîrozbahî êdî bûyne şovên polîtîk!.. Pratîk wekî hercar dîsa ve dê her bi Tirkî dewam bike!..

Rewş ev e!.. Gelo çi bêjin?.. Pîroz be cejna zimanê Kurdî?..

Belê!.. Digel hertiştî dîsa ve bila pîroz be!.. Çu guneha zimanê Kurdî nîne… Hemû neqencî, guneh û xemsarî ya rêber û rêvebirên polîtîk û ronakbîrî yên Kurdistanê ye!.. Ev tebeqeya serdest û elîtîst ya civata Kurdî sûcdar in!.. Bi siyaset, edebîyat, çand û hunera xwe ya seqet û dûrî Kurdayetîya resen çi diçînin wê diçinin!.. Ma heke xelkê feqîr û reben çi bike!..

 

15 Gulan 2019

ROJAN HAZIM

Li ser pirtûka bîrewerîyê ya Dr. Hesen Şetevî, RÊYA JÎYANÊ – ROJAN HAZIM

Kurmancîya bîrewerîyên Dr. Hesen Şetevî, ya bi navê RÊYA JÎYANÊ, li ser daxwaza wî min amade kir.

Ji bo çapkirina wê Dr. Hesenî daxwaz ji serokê Instituta Kurdî ya Parisê birêz Kendal Nezan kir. Birêz Nezanî ev daxwaza Dr. Şetevî qebûl kir. Li ser vê yêkê Dr. Hesen amadekarîyên min yên bi formatên “Word.doc” û “pdf” bo wî rêkirin. Soz hatîye dan ku pirtûk di wextekî ne dûr da bête çap kirin.

Min wekî amadekarê pirtûkê tika ji Dr. Hesen kir ku pirtûk herwekî min amade kirî bête çap kirin û bi çu rengî ji alîyê ziman û naverokê ve guhorîn lê neyêne kirin. Dr. Hesen Şetevî ev daxwaze bo birêz Kendal Nezan jî gotîye û wî jî maqûl dîtîye û soz daye ku çu guhorîn li pirtûkê nayê kirin.

Ez bi xwe li ser vê pirsê gelek bi hessasî rawestam. Ji ber ku min demekî dirêj û kedeke mezin da amadekarîya pirtûkê. Gelek normal e ku ev daxwaza neguhorîna pirtûkê ji alîyê min ve bête kirin. Ev amadekarîye min bi timamî wekî hevkarîyeke hevalane û dostane kir bo Dr. Hesen Şetevî. Lê her di serî da bi zelalî tinê min ev daxwaz jê kir ku pirtûk herwekî min amadekirî bête çap kirin.

Di meha Kanûna Paşîn (January) da Dr. Hesenî telefonî min kir û xeber da min ku pirtûk ketîye dora çapkirinê ku ev mizgînîye Kendal Nezan daye wî. Ez jî, Dr. Hesen jî helbet bi vî xeberî gelek şa bûn.

Lê belê, di meha Sibatê da Dr. Şetevî hem bi e-mailê hem jî bi telefonê xeber da min ku cihê çapê  “Word.doc” ya pirtûkê diwaze. [Paşê got ku Instituta Kurdî ya Parisê xwastîye…] Vê yêkê bi rastî ez nîgeran kirim. Çiku bo wan du format “word.doc û pdf” hatibûn rêkirin… Li milê dî dinyaya weşangerîya Kurdî di warê parastina orîjînalîya tekstan da mixabin îmajeke baş nedane heta îro. Bi giranî -istisna tê ne- her edîtorîyê pirtûk li goreyî xwe redakte kirine û çap kirine û rêz li nivîsîna nivîskarî anjî ya amadekarî negirtine. Li vê derê nigeranî li ser pratîka edîtorîya weşanxaneyan tête kirin. Bi her hal min ev endîşeya xwe bo Dr. Hesenî jî dubare goteve û teklîfek lê kir ku nameyekê bo birêz Kendal Nezan binivîsin ku amadekarîya min ya pirtûkê herwekî xwe bête parastin û dest lê neyê dayîn ku ew jî edîtorîya weşanxaneyê bi misogerî serwext bike. Dr. Şetevî ev pêşniyara min maqûl dît û ew nameya ku min nivîsî qebûl kir û bi e-mailê jî pesend kir û ew name min bo wî rêkir ku digel dubare kopîya materyalên pirtûkê bo birêz Kendal Nezanî rêbike.

Nameya bo Kendal Nezan û pirtûk, ya bi formatên “Word.doc û pdf”, min bo birazaya Dr. Şetevî ya li Parisê, birêz Suheyla Qasimlo xanimê jî rêkirin ku ew da bide birêz Kendal Nezanî.

Ji ber vê nigeranîya li ser pirtûkê dixwazim nameya ku me bo birêz Kendal Nezan rêkirî di malpera Instituta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê da biweşînim ku bibe zemanet.

Bi vê munasebetê qismekî kurt ji pirtûkê, pêşgotina xwe ya min bo pirtûkê nivîsî û ew nameya ku Dr. Şetevî bo min nivîsî bi formata pdf dadinime ser malperê ku bête zanîn.

Heke pirtûk li goreyî me xwastî neyê çap kirin, hingê ez dê kopîya pirtûkê ya bi formata pdf jî danime ser malperê ku orîjînala wê bête zanîn.

Tête hêvîkirin ku normên etîk yên weşangerîyê neyêne binpê kirin û pirtûk herwekî hatîye hazir kirin bête weşandin.

ROJAN HAZIM

8.2.2019

RÊYA JÎYANÊ-Dr. HESEN SHETEVÎ-Amadekarê kurmancî-ROJAN HAZIM

Bo KENDAL NEZAN-7.2.2019-Dr.Shetevi-RH

Pêlavkên Lastîk, Zoşçenko – Tercume: ROJAN HAZIM

Wergêra nû ya Pêlavkên Lastîk ya Zoşçenko

Serborîya wergêra vê çîroka Zoşçenko “Pêlavkên Lastîk” digihe salên 70yî. Salên 1977-78ê me li Ankarayê rojnemaya ROJA WELAT diweşand. Di wî demî da dengekî gur bû di warê weşangerîya Kurdî da û herwisa jî hingaveke bi cisaret bû. [Roja Welat, ji alîyê PSK-T, Partîya Sosyalîst ya Kurdistanê-Tirkîye ve dihate weşandin. 1985ê em ji wê partîyê cuda bûn. Paşê jî wê partîyê navê xwe kire PSK, Partîya Sosyalîst ya Kurdistanê.]

Min ev çîrok ji pirtûka “Lastik Pabuçlar, Zoşçenko, tercume: Ataol Behramoğlu, weşanên Cem” wergirtibû û kiribû Kurdîya Kurmancî.

Wî demî ev tercume bêyî navê wergêrî hate çap kirin. Hingê ji ber karên kolektîv yên polîtîk û rêxistinî keda kesan nedihate bi nav kirin. Edetekî wisa hebû bi giştî wî demî, lê belê bi çavê îro em lê binêrin bi rastî jî edetekî gelek xirab û negatîv bû û esasen biha nedana keda kesînî bû. Mixabin di îdealîzma hingê da ew tarz kolektîvîzmeke negatîv hebû.

Di wan salan da em nû fêrî xwandin û nivîsîna Kurdî-Kurmancî dibûn û materyalên fêrbûnê jî gelek kêm bûn. Piçek di nav kar û xebata rêxistinîya polîtîk û xebatên weşangerîya polîtîk û piçek jî bi ked û renca xwe em fêr bûn, anku me xwe bi xwe xwe gihand. Hingê materyalên ji nav Kurdên Ermenistana Sovyetî dihatin tesîr li nivîsîna me dikir. Em fêrî alfabeya Kirîlî bibûn û me çi nivîsên ji wî alî ve diketin destê me vediguhastine Kurmancîya Latînî. Bi vê kar û xebat û fêrbûna xwe bi xweyî ev encam jê derdiket.

Piştî salan gava min berê xwe da arşîva xwe ev çîrok bi ber çavê min ket û dubare min xwand. Xuya bû ku bi çavê îro Kurdîya wî demî ye lawaz bû, kêm û kasî û hetta hindek xeletî jî tê da hebûn.

Zanîna me ya li ser zimanî ya wî demî û ya nihe helbet ji hev cuda ye ku di vê wergêrê da jî tête dîtin. Bi her hal, ew jî kedek bû di wan salan da û bihadar bû û herweha di wî demî da ji bo danasîn, fêrbûn, xwandin û nivîsîna Kurdî tesîreke baş dikir.

Digel vê rastîyê, min xwast ji serî pê ve çîrokê serast bikimeve û bi dereceya zanîna îro ya li ser zimanê Kurdî careke dî tercumeyê redakte bikim û biweşînim.

Li jêr hûn dê wergêra nû bibînin. Belêm kopîya wî demî jî herwekî xwe bi rûperê orîjînal ve didim ku xwandevan heke bixwazin beramberî hev jî biken.

ROJAN HAZIM, Kanûna Paşîn 2019

Pêlavkên Lastîk

Zoşçenko (*)

Tercume: ROJAN HAZIM

Weşan: Roja Welat, hj. 11, 9 Kasım (Çirîya Paşîn) 1978, Ankara

Di zarokatîya xwe da min gelek ji befirşirê hez dikir. Ya rastî, nihe jî jê hez dikim. Lê belê, her çi be hezkirina min ya wî wextî tiştekî cuda bû.

Befirşîrfiroş, bi erebeya xwe derbaznebûyîba ji kolanê, dilê min wisa diçûyê ku qet nebe min gumtilek (vafilek-kumikek-serikek-kevçikek) jê xwariba, êdî serê min dizivirî.

Xwûşka min Lelya jî di vê çendê da ji min kêm nedima. Me xiyal dikir ku gava em mezin bûn em dê bişên (bikarin) têra xwe befirşîrê bixwin.

Wî wextî me gelek kêm befirşîr dixwar. Dayîka me destûr nedida ku em zêde bixwin. Çiku ew ditirsa ku em bicemidin û nisax bin. Lewma, wê pare nedida me ku em befirşîrê bikirin.

Rojekê ez û Lelya li nav baxçeyê xanîyê me digerîyan. Lelyayê  di nav darçilûyan da pêlavkeke lastîk dît. Ew tiştekî balkêş û entîke nebû, herwisa pêlavkeke ji lastîkê bû. Hem jî gelek kevin û diryayî bû. Ji ber kevinatîya wê, dîyar e yêkê avêtîbû wê derê.

Lelyayê, her ji bo keyfê, pêlavka lastîk bi serê darekê ve kir. Hem li nav baxçeyî digerîya, hem jî pêlavka bi serê darê ve li ser serê xwe dizivirand.

Tam di wî demî da me bihîst ku kevinkir ji kolanê derbaz dibe.

– Şuşeyên xalî dikirim!.. Kavanozan dikirim!.. Kevnecilan dikirim!..

Kevinkirî, gava pêlavka lastîk ya bi serê dara Lalyayê ve dît, bang lê kir:

– Hê biçûkê, wê pêlavka lastîk dê bifroşîye min?

Lelyayê wisa hizir kir ku kevinkir gelteya (tiraneya – yarîya) pê dike û bersiv dayê:

– Ez dê bifiroşim boçi nefiroşim. Belêm ji sed lîreyan kêmtir nadim.

Kevinkir kenî û got:

– Noo, nihe eve nebû. Sed lîre ji bo vê pêlavka lastîk gelek zêde ye. Lê belê, heke tu bixwazî, ez dê bi du lîreyan ji te bikirim. Bi vî rengî jî, em dê bi dilxweşî ji hevdu biqetin.

Kevinkirî wisa got û bi rastî jî du lîre ji cizdana xwe derêxistin kirine destê Lelyayê û pêlavka lastîk ya me ya kevin û ji hev ketî kire nav cuhalê xwe û lêda çû.

Hingê ez û Lelya têgihiştin ku camêr digel me yarîya nake û karê hatîye kirin rast e. Em wisa şaş mehtel man.

Kevinkir, ji mêj ve bû çû bû; me jî wisa şaşmayî berê xwe dida lîreyên di destê xwe da.

Tam di wê bêhnê da em gazîya befirşîrfiroşî nebihîsin:

– Befirşîra bi tû!.. Befirşîra bi tûerd!..

Ma hewce ye ku em bêjin? Ez û Lelya hema bezîn çûne nik befirşîrfiroşî û heryêkê  ji me bo xwe bi lîreyekê befirşîr kirî û hema li wê derê xwar. Ji milekê ve jî, me heyf dikêşa ku me pêlavkên lastîk gelek bi erzanî ji destê xwe derêxistin…

Roja paştir Lelyayê gote min:

– Tu dizanî, Mînka. Îro min biryar da ku pêlavkeke dî ya lastîk bifiroşime kevinkirî.

Min bi keyfxweşî got:

– Lelya. Nebe ku te pêlavkeke dî ya lastîk dîtibe di nav darçilûyan da?

Lelyayê li min vegerand:

– Di nav darçilûya da tiştek nemaye. Lê di dolaba ber derê me da qet nebe panzdeh pêlavkên lastîk hene. Ma dê çi lê bêt em yêkê ji wan bifiroşin.

Gotina Lelyayê û beza wê ya ber bi malê ve û zivirîna wê ya bi pêlavkeke lastîk bû yêk.

– Bihizire carekê Mînka; ew kevinkirê ku bo pêlavkeke dirhayî du lîre dayî, bo vê pêlavka nû kêmasî dê deh lîreya bide. Tu dihizirî ku em bi van pareyan dikarin çend befirşîrê bikirin?

Bi vî rengî, nezîkî seetekê, me xwe di xwe da nedigirt û li hêvîya kevinkirî man. Li dawîyê, gava wî ji dûr ve xuyakir, Lelyayê got:

– Mînka, vê carê bazarê tu bike. Her çi be, tu kur î. Bi wî ra tu biaxive. Heke bazarê ez bikim, ew dê dîsa du lîreya bike destê min. Ew pare jî bo me gelek kêm e.

– Min pêlavka lastîk bi ser darekê ve kir û destpêkir li ser serê xwe zivirand. Kevnikir nêzîkî me bû û pirsî:

– Ew çi ye, dîsa firotina pêlavkên lastîk e?

Min bi dengekî ku zar zor tête bihîstin, got:

– Belê.

Kevinkirî bi hûrî berê xwe da pêlavka lastîk û vegerî me:

– Gelî zarokan, gelek mixabin, firotina we yêk (kit) û yêk (kit) dibe. Ji bo pêlavkekê ez dikarim tinê pênc lîreya bideme we. Heke we du (cot) pêlavkên lastîk firotiban, hingê bi rengekî dî dibû. We dişîya (dikarî) bîst heta sih lîreya wergirin. Çiku mirov du (cot) pêlavkên lastîk bi hev ra dixwazin. Lewma jî biha yêkser bilind dibe.

Lelyayê got:

– Bibeze Mînka. Wê lastîka dî ya di dolabê da jî hilgire û bîne.

Ez bi bezekê çûme malê û bi lastîkeke mezin vegerîyam.

Kevinkirî, ew herdu pêlavk li rex hev danane ser mêrgê û berê xwe dayê, piştra bi xem bêhna xwe hilkêşa û got:

– Noo, gelî zarokan, eve nebû. Bawerîya min ew e ku, hûn daku min aciz bikin ketine nav vê kirîn firotinê. Ji van pêlavkan yêk (kitek) ya mêran e, ya dî jî ya jinan e. Nihe hûn bi xwe biryarê biden. Ez çi li wan bikem. Min dixwast bo pêlavkeke lastîk penc lîreya bideme we, lê gava ez wan herduyan dadinime ber hev û lê dinêrim, dibînim ku hertişt gelek tevlihev dibe, hetta hêj xirab dibe. Ya qenc ew e ku, hûn van herduyan bi çar lîreya bidene min û em bi dostane ji hevdu cuda bin.

Lelyayê dixwast ku bi lezekê biçe mal û pêlavkeke dî ya lastîk bîne, lê di wê lehzeyê da me dengê dayîka xwe bihîst. Ez bêjim, ji bo xatirxwazîya li mêhvanan gazî me dikir. Kevinkirî wekî dît ku em wisa şaş mehtel mane berê xwe da me û got:

– Belê, wisa ye, dostên min. Min dixwast bo van du pêlavkan çar lîreya bideme we, belêm ya çêtir ew e ku hûn bi sê lîreyan fît bin êdî. Ji ber vê axivtina xalîvala ya bi zarokan ra min wext berze kir, lewma jî lîreyeke we dibirim.

Kevinkirî piştî vê axivtina xwe sê lîre hejmartine nîveka destê Lelyayê, cotê pêlavkên lastîk kirine cuhalê xwe û lêda çû.

Ez û Lelya bezîne malê, daku oxirxêrîyê li mêhvanan bikin. Xaleta Olya û mamê Kolya cilên xwe li xwe kiribûn û di derazînkê da sekinîbûn. Xaleta Olyayê ji nişkêve got:

– Çi tiştekî ecêb e, kiteke pêlavka min ya lastîk li vê derê ye, li binê cilhilawîskê ye, lê kita dî xuya nake.

Ez û Lelya di cih da zer bûn, herwisa çik sekinî man.

– Xaleta Olyayê got:

– Çawa dibe. Gava ez hatime vê derê cotê pêlavkên lastîk di pêyê min da bûn, ez baş dizanim. Lê nihe ji wan yêk heye, ya dî nîne. Ew dikare li kî derê be?

Di wê bêhnê da dengê mamê Kolya hate bihîstin ku ew jî li pêlavkên xwe yên lastîk digerîya.

– Gelo eve çi ye? Ez jî bi cotek pêlavkên lastîk hatibûme vê derê. Nihe yêk jî nemaye.

Wekî Lelyayê ev gotine bihîstin, destê xwe yê ku hişke-hişk pare pê girtî ji tirsan vekir û parekên me jî ting û ring ketine erdî. Babê min ku ji bo rêkirina mêhvanan li wê derê bû, got:

– Lelya, te ev pare ji kî derê wergirtin?

Lelyayê herçend cêriband ku direwekê peyda bike jî, lê babê min gotê:

Li vê dinyayê ji direwa xiraptir tiştek nîne.

Wê gavê rondik ji çavên Lelyayê barîn.

Ez jî girîm.

Me got:

– Ji bo kirîna befirşîrê me pêlavkên lastîk frotine kevinkirî.

Babê me got:

– Ev tiştê ku we kirî ji direwan jî xiraptir e.

Xaleta Olyayê çawa ku firotina pêlavka wê ya lastîk bihîst zer bû, lerizî û hema ma bû ku bikeve. Mamê Kolya jî lerizî, destê xwe dana ser dilê xwe.

Babê me:

– Xema nexwe Xaleta Olya. Memê Kolya tu jî xema nexwe. Daku hûn bê pêlav nemînin ez dizanim em dê çi bikin. Nihe em dê hemû leyizokên Lelya û Mînkayê kom bikin û bifiroşine kevinkirî û beramberî wan jî em dê pêlavkên we yên lastîk paşve bistînin.

Gava me ev axivtine bihîst, ez û Lelya zêdetir girîn.

Babê me axivtina xwe domand:

– Lê eve ne bes e. Du salan xwarina befirşîrê li Mînka û Lelyayê qedexe dikim. Piştî du salan ew dikarin careke dî bixwin. Belêm her cara ku wan befirşîr xwar, bivê nevê, ew dê vê bûyerê bînine bîra xwe û dê herdaîm ji xwe bipirsin, “gelo, me ev befirşîr heq kirîye an ne?..”

Bi rastî jî, babê me wê rojê hemû leyizokên me kom kirin, gazî kevinkirî kir û hemû firotine wî. Bi pareyê ku bi dest ketî jî ew pêlavkên lastîk yên Xaleta Olya û Mamê Kolya jê kirîn.

Belê gelî zarokan, ya bûyî eve bû. Gelek wext derbaz bû ji ser vê bûyera min behs kirî. Bi rastî jî du salan ne min, ne jî Lelyayê me dilopeke befirşîrê nekire devê xwe. Piştî du salan me dîsa dest bi xwarina befirşîrê kir. Lê belê, bivê nevê her carê ew bûyera bi serê ma hatî hate bîra me.

Bawer bikin gelî zarokan, nihe jî, di vî jîyê xwe yê gihiştî da ku hema bêjin bûyîme zelamekî salmezin, kengî befirşîrê bixwim, herwekî gewrîya min teng dibe, di nava xwe da lerizînekê his dikim û ew bûyera ku di zarokatîya min da bi serê min hatî tête bîra min û daîm ji xwe dipirsim:

“Gelo, min xwarina ev tiştê şirîn bi rastî heq kirîye? Gelo, min direw kir? Min çu kes lêhband (xapand)?”

Nihe li welatê me êdî gelek kes befirşîrê dixwin. Bo çêkirina vê şirînîyê fabrîkeyên mezin jî hatine avakirin.

Belêê… Bi rastî jî, nihe bi hizaran, bi milyonan kes befirşîrê dixwin. Û gelek tiştên dî yên şirîn jî. Û min, gelî zarokan, dixwast di wextê xwe da gava min befirşîr dixwar û ew pirsên ku min ji xwe pirsî, hemû kes jî, di xwarina tiştên ku li wan xweş tên da, ji aqilê xwe derbaz bikin û bêjin:

“Gelo, xwarina vî tiştî min heq kirîye? Min direw kir? Min çu kes lêhband?..”

(*) Zoşçenko (Mihail Zoşçenko) nivîskarekî Ûris e. Di salân 1895-1958 da jîyaye. Ev serpêhatîye ji pirtûka wî ya “Lastik Pabûçlar, Cem yayınevi” (çapa Tirkî, ya ji alîyê Ataol Behramoğlu ve hatîye wergêrandin) hatîye wergirtin û jê bûye Kurdî.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be – ROJAN HAZIM

Bi biryara Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê [2006], 14-15-16ê Gulanê wekî rojên cejna zimanê Kurdî hatine dîyarî kirin. Ji 2007ê were ev roje wekî Cejna Zimanê Kurdî têne pîroz kirin.

Edetê Cejna Zimanê Kurdî êdî rûniştîye û Kurd li welat û li her derê lê dijîn pîroz dikin.

Belêm mixabin ku zimanê Kurdî hêj jî lawaz û birîndar e, bi xem, kul û keser e.

Zimanê Kurdî hêj jî nebûye zimanê dewleta serbixwe ya Kurdistanê.

Li başûra Kurdistanê zimanê fermî yê “Herêma Kurdistanê li Iraqê” ye.

Li rojavaya Kurdistanê jî zimanê fermî ye lê hêj bi timamî di xwandingehan da, di sîstemê perwerdekarîyê da nerûniştîye û eve kêmasîyeke gelek mezin e.

Li rojhilata Kurdistanê jî statuya fermî nîne û li ber asîmîlasyonê ye.

Li bakura Kurdistanê ji xwe zimanê Kurdî di nav sefalet, perîşanî û rebenîyeke mezin da ye.

Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her metodî didomîne. Fermîyeta zimanê Kurdî nîne û di xwandingehan da nayê bi kar înan. Di jîyana rojane ya Kurdan da jî fonksiyonelîya Kurdî her diçe kêm dibe. Êdî li bakura Kurdistanê zimanê bazarê, zimanê çayxane û geştê jî bûye Tirkî. Kurd bi xwe jî berameberê zimanê xwe xemsar û bêberpirsiya in. Nufûsa Kurda li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê wekî 20 milyona tête zanîn. Lê belê nufûsa Kurdîaxêv ketîye dora 5 milyona ku eve kadastrofeke mezin e. Lê ne xema xelkê ye, ne xema siyaseta Kurdî ye, nejî xema ronakbîr, rêber û pêşengên civatê ye!

Di Cejna Zimanê Kurdî da dîsa dem û dezgehên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurd dê beyanatên pîrozbahîyê bidin lê piştî wê lehzeyê jîyana xwe ya rojane û rêxistinî dê dîsa ve bi Tirkî bidomînin.

Rewşa zimanê Kurdî ev e li bakura Kurdistanê.

Li meydanên diasporaya Kurdî jî tiştekî hêvîdar nayê dîtin di warê zimanê Kurdî da. Asîmîlasyoneke gelek xurt heye li meydana diasporaya Kurdî. Nifşên nû li kîjan welatê lê dijîn, jîyana xwe ya malê û rojane jî bi zimanê wî welatî dijîn. Gava ziman nemîne, kultura resen ya bi wî zimanî ve girêdayî jî namîne.

Xulase di vê Cejna Zimanê Kurdî ya 2018ê da jî ne li bakur ne li rojhilat nejî li meydanên diasporayê rewşa zimanê Kurdî baş xuya dike!

Çare li ziman xudan derketin e. Ew jî bi axivtin û bi kar înanê dibe. Bi perwerdeyê dibe.

Tinê nivîsîna Kurdî jî têra nake. Paradokseke mezin e, Kurdên ku Kurdî dinivîsin jî jîyana xwe ya rojane bi Tirkî anjî bi zimanê welatê ku lê dijîn didomînin!.

Hawara zimanê Kurdî ye. Dike hawar ku birîndar e. Dike hawar ku bête sax û jînde kirin. Dike hawar ku bête bi kar înan.

Di vê Cejna Zimanê Kurdî da guh bidine zimanê Kurdî!.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

ROJAN HAZIM

14-15-16 Gulan 2018