Kategoriarkiv: Uncategorized

Careke dî li ser gotina “Piştedar”î… – ROJAN HAZIM

Li ser gotina “Piştedar”î berê jî min nivîseke agehdêr nivîsîbû û di www.xwezabawer.blogspot.com da [9. februar-sibat 2022]* weşandibû… Bes mixabin medyaya Kurmancî hêj jî tinê gotina “Kolber” bi kar tîne… Helbet “Kolber” jî Kurdî ye lê bi zaravayên Soranî û Hewramî ye… Heke di zaravayê Kurmancî da nebe bila bête bi kar înan… Di encam da zimanê Kurdî zimanekî pir zarava ye… Belêm heke di zaravayekê da gotinek hebe divêt sînonîma wê ya di zaravayê dî da neyête bi kar înan… Di Kurmancî da “Piştedar” heye, hingê hewce nake li şûna vê gotinê, gotinên “Kolber” an “Hemal” bi cih bikin… Lewma min hewce dît ku vê mijarê dubare bikimeve ku baldarî li ser hebe…Belê, Piştedar, Kolber an Hemal…

Di nav Kurdên rojhilat û başûra Kurdistanê yên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin da bo piştedaran “Kolber” tête gotin.

Piranîya Kurdên bakura bakur û rojavaya Kurdistanê hemal dibêjin.Li sentrala Kurdistanê piştedar tête gotin.

Kîjan rast e gelo?..

Kurdên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin “Kolber” dibêjin ku ew jî rast e…

Li goreyî lojîka zimanî û karê tête kirin heke vekolîn bête kirin, gotina “Piştedar” rast e… Qet nebe di zaravayê Kurmancî da wisa ye… Çiku karê tête kirin, karê bi piştê ye… Dewrê berê barkêşî hem bi heywanan dihate kirin, hem jî yên ku heywan neyî jî bi pişta xwe bar dikêşan. [Bo barê ku mirov dikêşin “piştî” tête gotin]… Kesên ku bi pişta xwe bo xelkê bar dikêşan bo wan piştedar dihate gotin… Lewma rast e û lojîk e…

Bes gotina “Hemal” li goreyî etîmolog Sevan Nîşanyan ji Erebî têtin û her bi manaya “Barkêşî”yê ye…

Gotinên “Piştedar” û “Kolber” Kurdî ne û gotina “Hemal” jî herçend binyad Erebî jî be ketîye nav zimanê Kurdî û di nav kirasê Kurdî da êdî ew gotin jî malê Kurdî ye. Lewma hersê gotin jî dikarin bêne bi kar înan…

Mixabin Kurd gotinên sînonîm anku hevmana bi kar nayînin û lê jî nagerin… Bo numûne medyaya Kurmancî tinê gotina “Kolber” anjî gotina “Hemal” bi kar tînin… Çiku hayê wan ji gotina “Piştedar” nîne… Lê li navçeya herî fireh ya Hekarî û Bahdîna gotina “Piştedar” tête bi kar înan ku xwerû Kurdî ye û resen e…

Axir gotin ev e; piştedar, kolber, hemal anku portator, porter…

Daxwaz ew e ku ev hersê gotin jî [piştedar, kolber, hemal] bêne zanîn û her gotin di zaravayê xwe da bête bi kar înan û tinê bi gotinekê nemînin…      

Bi foto piştedar:

Piştedar, anku wekî di resim da tête dîtin, piştedar ev e…   

ROJAN HAZIM                                              

Not:

[*]

onsdag den 9. februar 2022https://xwezabawer.blogspot.com/2022/02/pistedar-rojan-hazim.html

Li ser gotina “Piştedar”î berê xwe bidene vê lînkê:

https://xwezabawer.blogspot.com/2022/02/pistedar-rojan-hazim.html

Termên kosmetîk û sexbêrîya leşî (*) Amadekar: ROJAN HAZIM

Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di komika Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da xebitîm. Komika Kurmancîyê, ji navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye edebîyat… Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê navçeyê dest bi kar bûne… Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê Xanî heta Feqîyê Teyra ji vê navçeyê ne û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine, bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar… Di demên împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî, edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên jîyanê ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e. Cografyaya Hekarîya di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû elementên Kurdî. Komika Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin gotin û nivîsîn… Ev rapor piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin. Min jî gelek rapor pêşkêş kirin… Yêk ji wan jî li ser termên Kosmetîkê bû û min li payîza 2001ê li kombûna 31ê pêşkêş kir. Ew rapor di rojnameya Kurmancî hejmara 31ê ya Bihara 2002ê da hate weşandin. Di arşîva Kurmancî da heye… Min ji nû ve çavek lê gerand û li vê derê diweşînim. – ROJAN HAZIM – 27 Kanûna Paşîn (January) 2020

Dawîya nivîsê di vê lînkê da ye:

Agehdarîyeke giring li ser pirtûka RÊYA JÎYANÊ -ROJAN HAZIM

Dr. Hesen Şetevî, bîrewerîyên xwe nivîsîn û bi Farsî û Kurdîya Soranî wekî pirtûk dane çap kirin. 2014ê jî tika ji min kir ku ez pirtûka wî bi Kurmancî amade bikim. Min jî ji ber huqûqê hevaltî û dostayetîyê bêyî bedelekî maddî daxwaza wî qebûl kir û hema bêjin salekê li ser xebitîm. Tinê min tikayek jê kir ku pirtûkê her li kî derê bide weşandin jî li ser xebata min sadiq bimînin û bêyî guhorîn bidene çap kirin. Dr. Şetevî soz da ku ew dê herwekî min daxwaz kirî pirtûkê bide çap kirin. Çi bikin, soza ku heval û dostekî çendîn sala bide mirov bawer dike. Bi her hal, Dr. Şetevî çû nik Kendal Nezan, serokê Instituta Kurdî ya Parîsê û jê daxwaz kir ku pirtûka wî çap bikin. Kendal Nezan jî soz da wî ku pirtûkê çap bikin. Ji ber endîşeyên min yên ji tecrubeya weşangerîya Kurdî min tika ji Dr. Şetevî kir ku em bi hev ra nameyekê bo Kendal Nezan binivîsin ku sadiqî xebata me bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin û bi çu rengî destkarîyan li pirtûkê nekin. Dr. Şetevî qebûl kir û nameya ku min nivîsî digel min îmza kir û min name û dokumentên pirtûkê yên bi formatên doc û pdf bo amozaya Dr. Hesen Şetevî Suheyla Qasimlo xanimê rêkirin û wê jî bi dest teslîmî Kendal Nezan kirin.

Axir ji ser teslîmata pirtûkê gelek wext derbaz bû û em li hêvîyê bûn ku pirtûk çap bibe. Nihayet Dr. Şetevî 14ê vê mehê (Kanûna Pêşîn 2019) telefon kir û got ku pirtûk hatîye çap kirin lê mixabin Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk wekî hatîye xwastin nehatîye çap kirin û gelek xeletî lê hatine kirin… Herweha acizîyeta xwe îfade kir û ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parisê nerehetî û nerazîbûna xwe dubare kir.

Ez jî wekî amadekarê kurmancîya pirtûkê gelekî nerehet û aciz im ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parîsê. Min û Dr. Hesen Şetevî nameyeke gelek kubarane jî bo Kendal Nezanî nivîsîbû û tika jê kiribû ku li orîjînala pirtûkê sadiq bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin. [Nameya ku me bo Kendal Nezanî rêkirî, bi formata pdf di https://xwezabawer.blogspot.com/ û http://www.institutakurdi.org/ da ye.]

Li goreyî gotina Dr. Şetevî Kendal Nezanî soz dabû ku destkarîyê li pirtûkê nakin.

Bi telefona Dr. Şetevî em haydar bûn ku Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk li goreyî xwe guhorîne û bi Weşanxaneya Avesta ya li Stanbolê dayîne çap kirin.

Ev reftara wan berî hertiştî etîk nîne. Nihe em çi bêjin? Kendal Nezan serokê Instituta Kurdî ya Parîsê ye û kesekî nasyar e li nav civata Kurdistanê. Instituta Kurdî ya Parîsê herwisa… Heqîqet em çi bêjin? Ji alîyê etîk ve, ji alîyê wijdanî ve, ji alîyê adilbûyînê ve çi bêjin? Kendal Nezan û Instîtuta Kurdî ya Parisê vê reftara xwe dê bi kîjan norman îzah bikin em mereq dikin? Ev pratîka wan ya ji normên pozîtîv dûr hemû sifetên negatîv heq dike!

Em mecbûr in bêjin ku ev tiştê wan kirî eyb û şermeke  mezin e. Kendal Nezan gelo empatîyê bike dê çi bêje? [Helbet Weşanxaneya Avesta jî ji vê qusûrê mesûl e, ew jî şirîkê vê reftara nemaqûl ya Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê ne.]

Ma êdî çi bêjin? Em teessufê li wan dikin…

Bila keda me li wan heram be.

Heta ku em pirtûkê li goreyî ku me amade kirî çap dikin, bi formata pdf li vê blog û malperê bi cih dikin:

https://xwezabawer.blogspot.com/

http://www.institutakurdi.org/

ROJAN HAZIM

14 Kanûna Pêşîn (December) 2019

RÊYA JÎYANÊ – Dr. Hesen Şetevî – Amadekar: ROJAN HAZIM

Pirtûka RÊYA JÎYANÊ bi formata pdf li jêr e:

3.FinalFinal-Rêya Jîyanê-Dr.Shetevî-A5-RH

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmark

Institut for Kurdisk Sprog og Uddannelse er en uafhængig organisation, der beskæftiger sig med sprogundervisning, lingvistisk forskning og kulturformidling.

**

Li paytextê Greenlandê, delegasyona Înstîtutê çu konferansêkê li ser mafên xelkên bê dewlet. Nuuk bajêrêkî spehî û modern e. Em hêvî dikin ku hemû mafên xelkê Greenlandê bi timamî li goreyî daxwaza wan bêne realîze kirin.

**

A delegation from the Institute for Kurdish Education and Language recently visited the capital of Greenland. A conference on the UN-governed human rights of the indigenous populations of the Arctic was taking place in Nuuk, the capital of Greenland. We, the Institute, hope for future cooperation with the different associations that are demanding equal cultural rights and recognition in the Arctic.

Sincerely,

The Institute.