Alle indlæg af RojGesh

Careke dî li ser gotina “Piştedar”î… – ROJAN HAZIM

Li ser gotina “Piştedar”î berê jî min nivîseke agehdêr nivîsîbû û di www.xwezabawer.blogspot.com da [9. februar-sibat 2022]* weşandibû… Bes mixabin medyaya Kurmancî hêj jî tinê gotina “Kolber” bi kar tîne… Helbet “Kolber” jî Kurdî ye lê bi zaravayên Soranî û Hewramî ye… Heke di zaravayê Kurmancî da nebe bila bête bi kar înan… Di encam da zimanê Kurdî zimanekî pir zarava ye… Belêm heke di zaravayekê da gotinek hebe divêt sînonîma wê ya di zaravayê dî da neyête bi kar înan… Di Kurmancî da “Piştedar” heye, hingê hewce nake li şûna vê gotinê, gotinên “Kolber” an “Hemal” bi cih bikin… Lewma min hewce dît ku vê mijarê dubare bikimeve ku baldarî li ser hebe…Belê, Piştedar, Kolber an Hemal…

Di nav Kurdên rojhilat û başûra Kurdistanê yên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin da bo piştedaran “Kolber” tête gotin.

Piranîya Kurdên bakura bakur û rojavaya Kurdistanê hemal dibêjin.Li sentrala Kurdistanê piştedar tête gotin.

Kîjan rast e gelo?..

Kurdên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin “Kolber” dibêjin ku ew jî rast e…

Li goreyî lojîka zimanî û karê tête kirin heke vekolîn bête kirin, gotina “Piştedar” rast e… Qet nebe di zaravayê Kurmancî da wisa ye… Çiku karê tête kirin, karê bi piştê ye… Dewrê berê barkêşî hem bi heywanan dihate kirin, hem jî yên ku heywan neyî jî bi pişta xwe bar dikêşan. [Bo barê ku mirov dikêşin “piştî” tête gotin]… Kesên ku bi pişta xwe bo xelkê bar dikêşan bo wan piştedar dihate gotin… Lewma rast e û lojîk e…

Bes gotina “Hemal” li goreyî etîmolog Sevan Nîşanyan ji Erebî têtin û her bi manaya “Barkêşî”yê ye…

Gotinên “Piştedar” û “Kolber” Kurdî ne û gotina “Hemal” jî herçend binyad Erebî jî be ketîye nav zimanê Kurdî û di nav kirasê Kurdî da êdî ew gotin jî malê Kurdî ye. Lewma hersê gotin jî dikarin bêne bi kar înan…

Mixabin Kurd gotinên sînonîm anku hevmana bi kar nayînin û lê jî nagerin… Bo numûne medyaya Kurmancî tinê gotina “Kolber” anjî gotina “Hemal” bi kar tînin… Çiku hayê wan ji gotina “Piştedar” nîne… Lê li navçeya herî fireh ya Hekarî û Bahdîna gotina “Piştedar” tête bi kar înan ku xwerû Kurdî ye û resen e…

Axir gotin ev e; piştedar, kolber, hemal anku portator, porter…

Daxwaz ew e ku ev hersê gotin jî [piştedar, kolber, hemal] bêne zanîn û her gotin di zaravayê xwe da bête bi kar înan û tinê bi gotinekê nemînin…      

Bi foto piştedar:

Piştedar, anku wekî di resim da tête dîtin, piştedar ev e…   

ROJAN HAZIM                                              

Not:

[*]

onsdag den 9. februar 2022https://xwezabawer.blogspot.com/2022/02/pistedar-rojan-hazim.html

Li ser gotina “Piştedar”î berê xwe bidene vê lînkê:

https://xwezabawer.blogspot.com/2022/02/pistedar-rojan-hazim.html

14-15-16ê GULANê, CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

Bi kurtî portreya 14-15-16ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

13-14ê Gulana 2006ê kombûna giştî ya KNKyê li merkeza KNKyê li Brukselê pêkhat. Di roja duyê ya kombûnê da, anku di 14ê Gulanê da, [yêkşemb], serok û endamên Konseya Rêvebir hatin hilbijartin. Bi pêşniyara endamê konseya rêvebir ya KNKyê Rojan Hazim, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” bi yêkdengîya delegeyan ve hate demazrandin. Di kombûna ewil ya konseya rêvebir ya KNKyê da, ku wî demî serokê KNKyê Elî Yigit bû, 2ê Hezîrana 2006ê, Rojan Hazim wekî serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê hate hilbijartin. Di eynî kombûnê da endamên komisyonê jî hatin kivş kirin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê, 8ê Tîrmeha 2006ê kombûna xwe ya ewil li merkeza KNKyê li Brukselê kir. Di kombûnê da, bi pêşniyara serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê Rojan Hazim, “Cejna Zimanê Kurdî” hate qebûl kirin. Konseya Rêvebir ya KNKyê jî ev teklîfa komisyonê bi yêkdengî qebûl û herê kir û bû biryara giştî.

Cejna Zimanê Kurdî ewil car 2007ê hate pîroz kirin.KNKyê li Gulana 2007ê bi programeke berfireh pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî da dest pê kirin.

Serokê KCKyê yê hingê Murat Karayilan jî bi peyamekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

ROJ TV hemû pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî dîrekt dan û programeke taybetî weşand.

Ji 2007ê were Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê bi programên balkêş tête pîroz kirin û êdî bûye edetekî neteweyî…

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê, di kombûna xwe ya 4 Nîsan 2009ê ya li Brukselê da jî naveroka rojên Cejna Zimanê Kurdî bi vî rengî îlan kir:

14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û şahî bêne kirin.

15ê Gulanê: Roja weşana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin. 

Ji arşîva ROJAN HAZIM

14-15-16ê GULANê, CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

21 Sibatê, Roja Makzimanan Ya Navneteweyî

Gelî Kurda,

[Bi taybetî li bakura Kurdistanê û dîasporayê]

Li zimanê xwe xwudan derkevin…

Bi zimanê xwe biaxivin…

Jîyana xwe ewilî bi Kurdî bijîn…

Qedrê makzimanê xwe bigirin…

Ragirtina siyaneta makzimanê we, anku Kurdî, di destê we bi xwe da ye…

Encama qedexekirina makzimanê Kurda anku Kurdî ji teref dewletên dagîrker ve asîmîlasyon e…

Bes encama bi kar neînana makzimanê xwe anku Kurdî ji teref Kurdan bi xwe ve jî otoasîmîlasyon e…

Ha asîmîlasyona dewletên dagîrker, ha otoasîmîlasyona xwe bi xwetî…

Ferq nake…

Dewletên dagîrker bi bizava asîmîlasyonê mala Kurda xirab dikin…

Kurd jî bi otoasîmîlasyonê mala xwe bi xwe xirab dikin…

Herdu kiryar jî Kurdî mehû dikin…

Nekin, vê yêkê nekin…

Li makzimanê xwe xwudan derkevin…

Her keys, firset û delîveyek peyda bibe ji bo bi kar înana makzimanê Kurdî ji dest bernedin, bi kar bînin…

Makzimanê xwe, anku zimanê xwe, anku Kurdî bi kar bînin û bi vê yêkê hem rûyê xwe spî bikin û hem serê xwe bilind bikin!..

RH

Komkujîya Qesrokê – ROJAN HAZIM

31ê Adara 1991ê, li nêzîkî Qesrokê [Şêxan – Duhok – Bahdîna – Kurdistan] 11 [Yazdeh] Kurd bi komî hatin kuştin ji teref leşkerên rejima Sedam Husên û Beasê ve…

Mixabin ew komkujî heta nihe nehatîye zanîn…

Ewil car e ku bi pirtûka min ya bi navê TÎTAN ve dê bête zanîn û bibe malê dîroka nivîskî ya Kurdistanê…

Ji ser wê komkujîyê 30 sal borîn…Anku îro, 31ê Adarê [2021], sih salîya wê komkujîyê ye…

Di wê komkujîyê, anku “Komkujîya Qesrokê” da, pênc [5] xwecihên gundê Girzengilê bûn, ku ser bi Qesrokê ve ye, şeş [6] Kurdên dî jî ji dora Qesrokê bûn, bes nav û nîşanên wan nayên zanîn…

Ew her pêncên ji Girzengilê, Semirîyên Mala Miçolî bûn… Ji wan pêncan jî çar [4] bira bûn, yêk jî xalê wan bû…

Ew herçar bira kurên Temer Husên Feteh û Hewê Ehmed Temo bûn…Li wê komkujîya Qesrokê deh [10] kes mirin û kesek jî sax rizgar bû…

Hem jî bêyî ku birîndar be, sip sax ji wê komkujîya Qesrokê xilas bû…

Navê wî Tîtan bû… Tîtan Temer…

Bes mixabin ji çar birayan sê mirin…

Xalê wan jî digel…

Pêkve şehîd bûn…

Ez digel Tîtan Temerî axivtim, min guhdarîya wî kir û li ser wê bûyera trajîk ya bi serê wî û wan hatî, serpêhatî û dastanek nivîsî…

Serpêhatî & Dastan wekî pirtûka online ji alîyê Weşanxaneya Xanî & Bateyî ve di sih salîya komkujîyê da hate weşandin…

Navê pirtûkê TÎTAN e… TÎTAN – Serpêhatî & Das

Prologa pirtûkê û paragrafa XXVII-Xwezî ya Dastanê li jêr didem…

Agehîyên zêdetir di pirtûkê da ne… 

PROLOG 

Sih [30] salîya komkujîya Qesrokê:

Ev serpêhatî û dastana li ser komkujîya Qesrokê, li 12ê Adara 2019ê, piştî suhbet û axivtina digel Tîtan Temer û birayê wî yê mezin Mehemed Hesen Temer, hate nivîsîn û 31ê Adara 2019ê li malperên https://xwezabawer.blogspot.com û http://www.institutakurdi.org/

hate weşandin…

Belêm wekî “Pirtûka Online”, di sih [30] salîya  wê komkujîyê da, anku îsal [evsale], li 31ê Adara 2021ê, ji nav weşanên Weşanxaneya Xanî & Bateyî digihe ber destê xwandevanan…

Serpêhatîya trajîk ya Tîtan, sê bira û xalekê, berî sih sala li 31ê Adara 1991ê qewimî… Îsal anku 31ê Adara 2021ê, sih [30] salîya wê komkujîyê ye…

Sê bira û xalek, digel gelek Kurdên dî, berî sih sala vê rojê ji teref leşkerên rejima Beas û Sedamî ve hatin kuştin… Tîtan Temer Husên, ji wê komkujîyê bi rengekî mûcîzewî xilas bû… Min ev serpêhatî û dastane, li ser suhbet û întervuya [hevaxivtina] ku min bi Tîtanî ra kirî, rêsa, vehûna û ava kir.

Bi nivîsîn û weşana vê serpêhatî û dastanê ve ew hem têne bîrînan, hem jî bûyera bi serê wan hatî dibe malê dîroka nivîskî ku nifşên îro û paşerojê jê haydar bin û ji bîr neken… Gelek komkujî hatine kirin, serpêhatîyên bi zêdehî ve xembar hatine qewimandin li ser serê xelkê me…

Divêt hem ev serpêhatîye, hem jî hemû serpêhatîyên bûyî, bikene şuûr û hafizaya xelkê xwe ku bizanin li bin zulma kîjan dijminan mane, jîyane û paşê jî çawa bi bedelên mezin û giran rizgar bûne… Lewma neqil kirina serpêhatîyan, hem ji bo îro [evro] û hem jî bo subehî, ji bilî têr û ron kirina bîr û hizrî, ji alîyekê ve jî guhark in bo guhan ku bibine ders û tecrube… Ji ber hindê, serpêhatî her bi çi rengî bin divêt bêne nivîsîn ku dewsekê bihêlin di hiş û bîran da…

Anku:

Bîra xwe nekene bîra bêbin ku bibe tarî…

Bîra xwe jînde bigirin ku bibe ronahî…

Bi munasebeta sih [30] salîya vê komkujîyê, hemû şehîdên komkujîya Qesrokê û şehîdên Girzengilî, sê bira û xalekê, bi dilgermî bi bîr tînim û jîyekî dirêj bo Tîtan Temerî dixwazim ku ji wê komkujîyê sax rizgar bû… 

ROJAN HAZIM

Adar 2021

 * * *

Ji Dastanê paragrafa dawîyê: 

XXVII – Xwezî

Bîrînan…

Belê,

Me go bîrînan…

Bîrînan ji bîr nekirine,

Bîrînan,

Xasyeteke bi qîmet e,

Bihadar e,

Hetta pîroz e,

Bîrînan,

Wefadarî ye,

Bîrînan,

Bi nan û xwê bûne,

Bîrînan,

Hisa mirovbûnê,

Tîne bîr,

Bîrînan,

Haj xwe bûne,

Bîrînan,

Bi xwe,

Û

Dora xwe,

Hesyane,

Ji ber hindê,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Çiku,

Bîrînan çirîsk e,

Biçeqînin,

Wê çirîskê,

Di nav hucre,

Û

Labîrentên mejîyê xwe da,

Daku,

Agirî,

Û

Enerjîyê bide,

Hêza bîrînanên,

Mezintir,

Û

Gur û geştir,

Daku,

Bişarhîne,

Hez û vîna bîrînanê,

Ku,

Hiş û bîrê jînde bigre…

Bi bîr bînin,

Daku,

Ji bîr kirin,

Di serê we da,

Cih negire,

Û

Hiş û bîrên we,

Zevt neke…

Ji bîr neken,

Hezkirîyên xwe,

Ji bîr neken,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Her kî,

Û

Her çi,

Bo we,

– hêja be,

– ezîz be,

– delal be,

– bihadar be,

Bi bîr bînin…

Her kî,

Û

Her çi,

Li nik we,

Bi seng be,

Bi qîmet be,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Hemû,

Dilên xwe,

Heyî û neyîyên xwe,

Wan hebûnên xwe,

Yên wekî ew sax,

We bi kîjan,

Sifetî,

Nîşan dida,

Ew hejêkirina xwe,

Ya pak,

Ya temîz,

Û

Ya ji dil,

Bi wan gotinan,

Bi bîr bînin…

Û

Ji bîr neken,

Her bi çi rengî be,

Her bi kîjan,

Hizir û bîr,

Û

Bawerîyê be,

Bi bîr bînin…

Giring ew e,

Ku,

Bi bîr bînin…

Belê,

Bi bîr bînin,

Hezkirîya xwe,

Hezkirîyê xwe,

Hezkirîyên xwe,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Daku,

Hûn jî,

Bêne bîr…

Bo hezkirîyên xwe,

Bo parçeyekî ruha xwe,

Bo bînahîya çavên xwe,

Di her salvegera koça dawîyê da,

Anjî,

Her gav,

Û

Her lehzeya,

Ku,

Bixwazin,

Anjî,

Ew hezkirî,

Hate bîr,

An,

Hatine bîr,

Derkevine ber derî,

Û

Serê xwe rakin,

Û

Berê xwe bidene,

Esmanê,

Şîn,

Û

Sahî,

Çiku,

Çavê hezkirîyan,

Guhê hezkirîyan,

Dilê hezkirîyan,

Ew esman e,

Berê xwe bidenê,

Daku,

We bibînin,

We bibihîzin,

Û

We his biken,

Berê xwe bidenê…

Berê xwe bidene,

Wî esmanê berz û bilind,

Befr û baran jî be,

Birûsk jî biçeqin,

Ba û bager jî be,

Ewir be,

Û

Mij û moran jî be,

Ew esman,

Berê xwe bidenê…

Bi sahîtîya dilê xwe yê mezin,

Bi çavê dilê xwe yê ron û zelal,

Berê xwe bidenê,

Û

Xwe asteng neken,

Li kî derê bin,

Û

Di çi halî da bin,

Berê xwe bidene,

Wê deryaya esmanî,

Û

Bihêlin,

Bila bîrînanên we,

Bi dilê xwe,

Melevanîya biken,

Û

Lezê neken,

Sebir biken,

Û

Xemê nexwen,

Ev esmanê hinde sing fireh,

Her bi çi rengî be,

Her di çi halî da be,

Li ber we,

Û

Di xiyala we da,

Dê sahî be,

Û

Wisa bihizirin,

Xwe nedene paş,

Û

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya mezin,

Wê dinyaya bê serî,

Wê dinyaya bê binî,

Û

Bi hazirî be,

An,

Spontan be,

Berê xwe bidenê,

Heke roj be,

Çavan,

Herwekî projektoran,

Bidene,

Ser wê dinyaya stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Tacê stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Hetava geş û germ…

Heke şev be,

Bînahîya çavên xwe,

Li ser,

Wê dinyaya bêhnveker,

Gelek tîr,

Gelek xurt,

Ron biken,

Û

Berê xwe bidene,

Heyvê,

Wê heyva,

Ku,

Di şevên reş û tarî da,

Dibe ronahîyek…

Berê xwe bidene,

Stêrkan,

Ku,

Bi wê biriqîna xwe ve,

Şubî mohrikên fosforîk,

Bûyne,

Xemla esmanî,

Û

Di cih da,

Ji hewayê maka jîyanê,

Anku,

Ji xwezaya jîndêr,

Bêhneke kûr bikêşin,

Pişan tijî oksîjen biken,

Dil û hinavan,

Bi wî hewayê bijûn,

Û

Saxker,

Têr û mişt biken,

Û

Bi dilekî asûde,

Bi serekî tena,

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya li hindava serê we,

Ku,

Ew dinya,

Gelek hur e,

Ew dinya,

Gelek serbest e,

Ew dinya,

Gelek azad e,

Û

Pirdîqqet,

Û

Bi hiş û bîreke saxlem,

Berê xwe bidenê,

Û

Kîjan stêrk geş e,

– geş in,

Kîjan stêrk dibiriqe,

– dibiriqin,

Kîjan stêrk diteyise,

– diteyisin,

Çavên xwe ji wan nekin,

Û

Rûyê we,

Li başûr be,

Li bakur be,

Li rojava be,

Li rojhilat be,

Qet nekevine şikê,

Dudil nebin,

Seda sed,

Bizanin,

Ku,

Sekina we,

Qameta we,

Ya dil e,

Ya bîr û hizrê ye,

Ya aqil û mantiq e,

Lewma,

Rast e,

Durust e,

Û

Lê ye,

Û

Êdî,

Piştrast bin,

Û

Hingê,

Destê xwe yê rastê,

Danine ser dilê xwe,

Û

Bi girnijîn,

Anjî,

Bi çend gotinên,

Ji kûrahîya dil,

Anjî,

Bi melodîyeke,

Ku,

Hezkirî,

An,

Hezkirîyan,

Jê hez dikir,

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi fireke,

Ava pak û bijûn,

Ava zelal û sar,

Ava di şûşe An,

Tirarekê da,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi şûşeyek çaya dem girtî,

An,

Fincanek qehweya sade,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi kêşana qelûneke bask dirêj,

An,

Mirqeke cigareyê,

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi qedeheke meyê,

Ya ku,

Hezkirî,

Anjî,

Hezkirîyan,

Carina tam dikir,

Rakin,

Wê qedeha gerden zirav,

Bi wan dest û tilên,

Ku,

Wextekê,

Bi wan hezkirîyan ketî,

Rakin,

Wê qedeha,

Ku,

Bi meyê xemilî,

Û

NOŞ bêjîn,

Bi dengekî,

Bilind,

Bi dengekî xweş,

Bi dengekî dilveker,

Û

Bi dengekî dilxweşker,

Ku,

Bilbil,

Û

Kew,

Û

Çend çûçik,

Û

Firindeyên deng xweş,

Hay lê bin,

Û

Bi wan dengên xwe yên,

Efsûnî,

Bixwûnin,

Û

Di nav van dengên,

Wekî muzîka orkestrayê da,

Di nav vê ahenga dengan da,

Bêjin,

NOŞ!..

Û

Bi bîr bînin…

Û

Bêjin,

NOŞ,

Ruha me,

Dilê me,

Mala me,

Dinyaya me,

Ronahîya me,

Herdaîm,

Li bîr î,

Her dem,

Li bîr in,

Û

Çu cara,

Ji bîr naçî,

Qet û qet,

Ji bîr naçin,

Û

Li cihê,

– herî nazik,

– herî xwumal,

– herî germ,

– herî saxlem,

Li cihê,

– gelek saf,

– gelek temîz,

Anku,

Di nîveka dilê me da yî,

Heta hetayê,

Di nîveka dilê me da ne,

NOŞ!..

NOŞ!.. 

ROJAN HAZIM

12 Adar 2019, Hewlêr / 12 Adar 2021, Kopenhag 

Lînka pirtûkê:

Blog:https://xwezabawer.blogspot.com/2021/03/titan-serpehati-dastan-rojan-hazim.html

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin… -ROJAN HAZIM

Jenosîda Helepçeyê divêt neyê ji bîr kirin…

Bi bîr bînin…

Her bi çi rengî be, bi bîr bînin…

Ji bîr kirin, nemana hiş û bîrê ye…

Ji bîr kirin, berzebûna şuûra neteweyî ye…

Ji bîr kirin, ji bîr kirina mirovbûnê ye…

Ji bîr kirin, felaket e…

Ji bîr kirin, xizmeta jenosîdkaran dike…

Ji bîr nekin…

Helepçeyê, jenosîda Helepçeyê ji bîr nekin…

Helepçeyê, jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin…

Bîrînan, haj xwe bûne…

Bi bîr bînin…

Jenosîda Helepçeyê ji bîr nekin…

Wê jenosîda ku li 16 û 17ê Adara 1988ê li Helepçeyê hatîye kirin ji bîr nekin…

Gelek kiryarên jenosîdal hatine kirin li ser xelkê Kurd û Kurdistanê…

Bes Helepçe êdî bûye sembola van hemû jenosîdan…

Bîrînana jenosîda Helepçeyê, bîrînana van hemû jenosîdan e…

Lewma bi bîr bînin…

Daku jenosîdkar bizanin ku rûyê wan yê reş çu cara nayê ji bîr kirin…

Helepçe li bîr e…

ROJAN HAZIM

21ê Sibatê: ROJA MAKZIMANAN YA NAVNETEWEYÎ – ROJAN HAZIM

Dîsa Kurd dê bikene hewar ji bo makzimanê xwe Kurdî…

Neheq nînin.

Çiku li Tirkîyeyê û li bakura Kurdistanê halê Kurdî bi gotina herî sivik perîşan e!..

Zulma dewletê berdewam e. Mafê perwerdeyê nade. Axivtin û nivîsîn jî bi rîsk e…

Hêj jî Kurdî axivtin, nivîsîn, weşangerî, perwerde û huner, karekî bi rîsk yê polîtîk e. Bo kesên van kar û bizavan dikin adres hefs û zîndan e…

Ev e reftara dewletê û gelek zalimane ye… Navê vî karê dewletê asîmîlasyon e…

Hetta hêj zêdetir, jenosîda kulturî ye!..Lê belê, xelkê Kurd û pêşengên wan yên polîtîk û ronakbîr jî di vî warî da bi giranî xemsar in… Wacibên xwe layiqen bi cih naynin…

Navê vî karê xelkê me jî otoasîmîlasyon e…

Ji xwe ev rewşa wêran ya makzimanî, li meydana dîasporaya Kurd tam bûye kambaxî!..

Îro nufûsa Kurdan bîst (20) milyon e… Bes nufûsa Kurdîaxêv di bin pênc (5) milyonan da ye…

Ma ev encame bi serê xwe ne kadastrof e?..

Êdî çi bêjin?

Çi xwelîya dinyayê bi serê xwe werkin?!!!

Bi salan e dikene hewar, dibêjin, gelî Kurda, eman bi makzimanê xwe biaxivin. Qîmet bidene makzimanê xwe. Lê mixabin guh pêkve ker in…

Di 15-16ê Adara 2018ê da li Parîsê li Tribunala navneteweyî, ku dewleta Tirk hate dadgeh kirin û hate mehkûm kirin, min gotarek pêşkêş kir. Wê gotarê dubare li jêr diweşînim… (*)

Min di wê gotarê da, nufûsa Kurdîaxêv li dora pênc milyona gotibû… Belêm îsal, anku li 21ê Sibata 2021ê ev nufûse ketîye jêr, bûye dora sê (3) milyonan…

Heke bi vê bezê biçe rewş, ne gelek dûr, hema piştî çend saleka nufûsa Kurdîaxêv dê bibe dora sifirê (0)!..

Başe, xelkê Kurd, hûn ji vê çûnê razî ne?..

Başe, gelî ronakbîr û nivîskaran hûn razî ne?..

Başe, gelî partî û polîtîkeran hûn razî ne?..

Li şûna ku bo aqîbeta xwe, bo iqbala xwe, bo paşeroja xwe ya kesînî û rêxistinî zimanê Kurdî bikene aletê propagandayê, rast û durust û wekî erkekî neteweyî li zimanê xwe xwudan derkevin. Zimanê Kurdî bo berjewendîyên xwe nekene alet!..

Ma êdî çi bêjin?

We pêkve wisa kirîye, makzimanê xwe Kurdî hind giran birîndar kirîye ku em mecbûr ji xelkê xwe, ji pêşengên xelkê xwe tikayê dikin ku makzimanê xwe biaxivin!..

Heqîqet çi bêjin?

Rûyê we spî bêjin? We ev gotine heq kirîye?

Muhasebeyê bikin û bo xwe gotineke we heq kirî hilbijêrin!..

Ax zimanê Kurdî, xelkê te, pêşengên te çi bi serê te tînin!..

Dîsa ve, 21ê Sibatê, Roja Makzimanan ya Navneteweyî bila li KURDÎ pîroz be!..

RH

21 Sibat 2021

(*) Not:

Ji bo xwandina gotara li Tribunala Parisê hatîye pêşkêş kirin, berê xwe bidene arşîvê: April (Nîsan) 2018

Bi Hev Ra – Pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî – ROJAN HAZIM

Pirtûka şeirên Nesîmî Yamanî, Bi Hev Ra, ji nav weşanên Weşanxaneya Xanî & Bateyî wekî Weşana Online derket.Li ser daxwaza Nesîmî Yamanî, ji bo weşanê amadekarîya wê min kir û pêşgotina pirtûkê jî nivîsî.Li jêr wê pêşgotinê didim…

PÊŞGOTİN  

Hizirîna şeirkî 

ROJAN HAZIM 

Nesîmî Yaman, ji ciwanîya xwe were bo doza welatê xwe Kurdistanê, bo xelkê xwe Kurda, bo hemû xelkên Kurdistanê, ji bo azadîyê, bo rizgarîyê têkoşînê dide… Di vê rêyê da bedelên giran dane… Di serî da demekî dirêj azadîya xwe ya kesînî ji dest daye û 15 sala di zîndanên dewleta Tirkîyeyê da girtî û dîl maye…

Di van salên dirêj da, di nav wî sîstemê şiddet û îşkenceyê yê zîndanan da berxwedaneke xurt nîşan daye û beramberî vê sekina xwe ya heq û şoreşgerane rastî her reng şiddet û îşkenceyê hatîye…

Di nav vê cendereya zîndanê da wekî gelek dîlên polîtîk saxîya wî jî têkçûye, lê digel hindê jî serê xwe neçemandîye [netewandîye], şor nekirîye, bi serbilindî û serfirazî demê vebirî yê zîndanê timam kirîye û derketîye…

Piştî ji zîndanê derketî jî dewletê zulma xwe ji ser serê wî kêm nekirîye û Nesîmî mecbûr maye terka welatê xwe bike û hatîye li Fransayê bi cih bûye…

Nesîmî Yaman, di van salên dirêj yên siyasetê da, ji milekê ve lêkolînên siyasî kirine, nivîsîne, li milê dî bi edebîyatê ve jî mijûl bûye, roman û şeir nivîsîne… Ji bilî pirtûka xwe ya şeiran “Sê Reng” [1997], berhemên xwe yên dî bi Tirkî dayîne…

Nesîmî ji ber du pirtûkên xwe hatîye dadgeh kirin jî û ji bilî 15 salên zîndanîyê, salek û deh heyv û deh roj dî jî ciza lê hatîye birîn…

Bi vê pirtûkê ve, cara duyê ye ku bi makzimanê xwe anku Kurdî [Kurmancî], hisên xwe, ji nav hiş û bîrên xwe yên neteweyî û welatperwerî parzinîne, palandine û gotin û hevokên di serê xwe da vehûnandî kirine şeir [şiir] û nivîsîne…

Nesîmî aşkera dibêje ku ew Kurdî baş û rehwan nizane û axivtina wî ya rojane jî têra nake ku nivîskarîya xwe pê bike…

Heqîqetek e ku zimanê nivîsînê bi perwerdeyê digihe, dikemile û pêşdikeve. Nesîmî jî wekî gelek şair û nivîskarên Kurd yên hevdemên xwe Kurdîya nivîskî fêr nebûye. Sebebên vê yên sosyopolîtîk ji xwe têne zanîn. Di çarçoveya vê pêşgotina kurt da em nakevine nav detayan…

Lê belê, eve ne mazeret e û bi taybetî her Kurdê ku bi edebîyatê ve mijûl, divêt hewil bide ku makzimanê xwe bi kar bîne û hindî jê bêt berhemên xwe bi makzimanê xwe bide ku xizmeta gihiştin û pêşveçûna makzimanê xwe jî bike… Helbet Nesîmî Yaman jî ji vê berpirsiyarîyê bêpar [bêbahr] nîne…

Bes digel vê rastîya xwe jî, Nesîmî Yamanî bi hezeke ji dil, pêdivî dîtîye ku gotin û hevok gelek xurt, têr û tijî nebin jî biceribîne û hisên xwe yên kesînî bi şeirkî û bi makzimanê xwe binivîse…

Di vê hewildanê da xwe negivaştîye, serbest berdaye û hizrên xwe, hisên xwe, bi gotinên gelek sade û lokal, bi Kurdîya xwe ya ku ji mala xwe, ji der û dorê navçeya xwe Milazgirtê [Milazgir – Qezaya Mûşê] û ji nav xebat û têkilîyên xwe yên polîtîk û rêxistinî fêr bûyî, hindî jê hatî, nivîsîne…

Esasen şeir, tarzekî kevin, qedîm û edetî yê jîyana edebî û folklorî ya Kurdî ye…

Di dewrê berê da, his, hizir û bîr bi hevokên kurt, bi beyt û çarîneya, bi bend û qesîdeya dihatin gotin û nivîsîn… Helbet malikên sêyîne, pêncîne û şeşîne jî hebûn… Bo malikên du ristî beyt dihate gotin…

Dastan jî, ku yêk ji formên şeira epîk e, bi giranî hatîye bi kar înan di dewrê berê da ku nihe jî aktuel e…

Şeirên berê, beytî bin, sêyîneyî bin, çarîneyî bin, pêncîneyî an şeşîneyî bin, bi wezin û bi kafîye dihatin nivîsîn…

Di pirtûkxaneya Kurdî da hêj jî ev şeirên klasîk hene û bi qîmet in…

Ev tarzê şeira klasîk di vî demî da hema bêjin nemaye…

Nifşê nû, tarzê serbest bo xwe îfade kirinê rehettir û sanahîtir [hêsantir – asantir] dibîne…

Lewma di demê modern da şeira serbest derkete pêş ku nihe ew tarz di serî da ye û li pêş e…

Nesîmî Yamanî jî li ser dewsa [şopa] nifşê nû şeira xwe bi rengê serbest vehûnandîye û nivîsîye…

Nesîmî, ji ber vê ceribandina duyê ya şeira bi makzimanê xwe anku Kurdî nivîsînê, daxwaz ji min kir ku çavekê li şeirên wî bigerînim û ji alîyê zimanî û vehûnandina resenîya zimanî ve serast bikim… Û herweha ji bo pirtûkê daxwaza nivîsîna pêşgotinê jî kir ku ev nivîse ew e…

Min jî daxwaza wî qebûl kir ku destekê bideme vê gava wî ku li ser şeira Kurdî dewam bike… Ev hewildana wî dibe ku bibe hêza palder [palpişt] ji bo nivîsîna wî ya bi giştî Kurdî ku eve hem bo wî hem jî bo nivîskarî û şairîya [şahirîya – şayirîya] Kurdî dê bibe qazanc…

Wekî Nesîmî di her suhbeta xwe da jî gotî, bi Kurdîya xwe ya kêm û lawaz, ji nav xizîneya Kurdîya ku hindî di bîra wî da mayî, gotin, term û hevok hilbijartine û bi kar înane. Lewma rastî zehmetîya bi kar înana gotinên cuda û hevmana [sînonîm] û terman hatîye…

Eve jî normal e çiku şeir [şiir] ji alîyekê ve hunera bi kar înana gotin, term û hevokên kurt yên cuda ye…

Li ber vê rastîya wî jî min gotinên wî yên lokal [navçeyî] parastin… Lê, bêje û gotinên sînonîm [hevmana] di nav parantêza bi kujî [koşe] da li rex [teniştê – kêlekê] gotinên nenas û lokal bi cih kirin… Bi vî metodî û nivîsîna gelek gotinên cuda û hevmana pirtûkê adeta formekî ferhengokî jî wergirt… [Gotinên cuda û hevmana min wekî ferhengok nedanan dawîya pirtûkê. Li rex gotinan di nav parantêza bi kujî da û bi pûntoyên biçûktir bi cih kirin ku ji bo xwandinê pratîktir be… Bes li dawîyê min hindek notên înformatîv jî li pirtûkê zêde kirin…]

Di rist û hevokan da lojîka otantîk ya Kurdî [Kurmancî] jî zeîf bû… Min hem ji alîyê gramatîk, hem jî ji alîyê rastnivîsîn û rêzkirina gotin, rist û hevoka û ji alîyê termînolojîk ve şeirên wî serast kirin, teqwîye û xurt kirin. Car hebû daku harmonîya hevokan û şeirê li hev bêt û hevdu timam bike, min gotin û termên nû bi kar înan û hevokên qalib jî lê zêde kirin…

Helbet eve hemû di nav têkilî û suhbeta digel wî da hatin kirin…

Nesîmî Yaman, di şeirên xwe da, du hisên xwe, anku hisên xwe yên gelek sade, safîyane û temîzane û hisên xwe yên gur û milîtanî asteng nekirine ku eve pozîtîv e. Ji xwe şeir, di edebîyatê da tarzê herî destdêr e ku mirov her cure hisên xwe bi gotin, rist û hevokên kurt bêje û binivîse…

Di van şeirên Nesîmî Yamanî yên sade û ceribandinî da, ji alîyê kategorîk ve motîfên lîrîk [lyrical], epîk [epic], pastoral [pastoral], satîrîk [satire] û dîdaktîk [didactic] û herwisa îmaja metaforîk [metaphoric] û metonîmîk [metonymic] bi xet û xalên gelek berbiçav û tam derneketine meydanê, bes dîsa ve ji hemû motîf û îmajan şineyek bêhnveker û dilxweşker tête his kirin.

Bi her hal, ji bo vê hewildana duyemîn ya Nesîmî Yamanî, bo vê bizava wî divêt paldarî [palpiştî] bête kirin, bête teşwîq kirin, bête motîve kirin û qîmet bête dan ku Nesîmî Yaman li ser vê dewsê berdewam be ku şeirên [şiirên] hêj xurt û baştir yên Kurdî bide.

Çiku şeira ku mirov bi zimanê tam hakim binivîse cuda ye û hingê xetên baş û tamdar derdikevine meydanê. Mirov bi kîjan zimanî hûr û kûr û bi detay bihizire, formasyona mirov ya ronakbîrî bi kîjan zimanî xurttir be, bi wî zimanî nivîsîn hergav serkevtîtir e.

Şeir û dastan ji alîyekê ve jî govenda bi gotin, bêje û termên cuda û rengareng e. Hindî ku xizîneya gotinan dewlemend be, peyda kirin û bi kar înana gotinên cuda jî hind sanahî û rehet dibe ku eve tam û lezetê dide şeir û dastanê û bi giştî nivîsînê…

Axir, qet nebe Nesîmî Yamanî hewil daye, bizavek kirîye, ceribandîye û şeirkî hizirîye ku banga xwe, hewara [hawara] xwe, gazîya xwe, qîrîna xwe, têkoşîn û hêvîya xwe bi van term, gotin û hevokên kurt û sade yên bi makzimanê xwe îfade bike, ku çendek ji van şeiran ji nav çar dîwarên zîndanan û yên dî jî ji jîyana mişextî û penaberîyê hatine nivisîn…

Di encam da; ji xizîneya gelek bi tixûb ya gotin, bêje û termên Kurdîya Nesîmî Yamanî, min ev amadekarîya li ber destê we derêxiste meydanê ku biha didime vê hingava wî…

Nesîmî Yaman î şa ye ku bi zimanê miletê xwe, bi makzimanê xwe anku bi Kurdîya Kurmancî şeir nivîsîne û hêvî dikim hûn xwandevan jî ji şeirên Nesîmî hez bikin û tam û lezetê jê werbigirin…

Dîsa hêvî û daxwaza min ew e ku Nesîmî, di nivîsîna şeir û baskên dî yên edebîyatê da, berê xwe bide ser makzimanê xwe Kurdî û Kurdîya xwe pêşve bibe û hindî jê bêt hewil bide ku berhemên xwe bi makzimanê xwe anku Kurdî bide ber xwandevana…

Keda xwe jî li dostê xwe Nesîmî helal dikim…

Li herî dawîyê vê jî bêjim:

Temaya şeirên Nesîmî Yamanî, bi giranî polîtîk in û bi hesreta xelk û welatî ne.

Min ji ber vê temaya şeirên wî navê “Bi Hev Ra” pêşniyar kir bo pirtûka wî, ku ji xwe şeireke wî ye û di vê şeirê da xîtabî kiça xwe dike û gelek jê hez dike. Li alîyê dî, Nesîmî terefdarê yêkîtî û hevratîya xelkê xwe ye lewma ev teklîfa min bi keyfxweşî qebûl kir û bi vî rengî navê pirtûka wî bû “Bi Hev Ra” û bila pîroz be… 

ROJAN HAZIM

Kanûna Pêşîn [December] 2020 

Not:

Şeirên Nesîmî Yamanî, li ser du bir û pêvekekê hatin bi cih kirin di pirtûkê da.

Bira I. şeirên ji NICE-FRANSAyê ne.

Bira II. Şeirên ji Hefsên Tirkîyeyê ne.

Li heyva [meha] 11an [Çirîya Paşîn-November – 2020] li ser daxwaza min şeireke nû nivîsî û rêkir ku ew jî li dûv şeirên ji hefsên Tirkîyeyê hate danan.

Piştî du bir şeiran, pencereyeke înformatîv jî min vekir û li goreyî hewcehîyê hindek agehdarîyên kurt jî li pirtûkê zêde kirin.

Li dawîyê jî, wekî Pêvek, şeira Nesîmî ya bi Tirkî, min tercumeyî Kurdî kir û bi cih kir.

RH

Pêşgotina ROJAN HAZIM ya ji bo pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî, Bi Hev Ra, bi formata pdf di vê lînkê da ye:

Pirtûka şeirên NESÎMÎ YAMANî, Bi Hev Ra, bi formata pdf di vê lînkê da ye:

http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2021/04/1-Bi-Hev-Ra-%C5%9Eeir-NES%C3%8EM%C3%8E-YAMAN-December-2020-ROJAN-HAZIM-Final-kopi.pdf

Termên Trafîkê – ROJAN HAZIM

Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di komika Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da xebitîm. Komika Kurmancîyê, ji navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye edebîyat… Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê navçeyê dest bi kar bûne… Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê Xanî heta Feqîyê Teyra ji vê navçeyê ne û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine, bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar…  

Di demên împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî, edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên jîyanê ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e.  

Cografyaya Hekarîya di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû elementên Kurdî.  

Komika Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin gotin û nivîsîn… Ev rapor piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin. Min jî gelek rapor pêşkêş kirin…

Yêk dî jî ji wan, li ser Termên Trafîkê bû û min li bihara 2000ê li kombûna 27ê, li zivistana 2001ê li kombûna 28ê û li bihara 2001ê li kombûna 29ê pêşkêş kir. Ew rapor di rojnameya Kurmancî hejmara 27ê ya bihara 2000ê, zivistana 2001 hejmara 28ê û bihara 2001 hejmara 29ê da hate weşandin. Di arşîva Kurmancî da heye… Min ji nû ve çavek lê gerand û hindek zêdehî lê kirin û hem formata li rojnameyê hatîye weşandin hem jî formata raporî li vê derê diweşînim. – ROJAN HAZIM – 13 Îlon (September) 2020  

NOT: Nivîs bi formata pdf di vê blogê û malperê da ye: https://xwezabawer.blogspot.com/ http://www.institutakurdi.org/