Dewleta Tirk li Tribunala navneteweyî li Parisê [Dadgeha Xelkan ya Daîmî ya li ser Tirkîye û Kurda] hate dadgeh kirin-ROJAN HAZIM

Li 15-16ê Adara îsal [2018] li Parisê Tribunaleke navneteweyî kom bû û dewleta Tirk ji ber zulm û zora li ser xelkê Kurd û Kurdistanê dadgeh kir. Ez jî wekî şahidê vê zulma dewleta Tirk vexwandî bûm û min axivtinek kir. Min li ser zulma dewleta Tirk ya ji alîyê Ziman û Kulturê ve pêşkêşîyek da Tribunalê.

Axivtina xwe û bersiva xwe ya li ser pirsên dadgehê bi hev ra li jêr didim.

RH

 

Mafên Kulturî-ROJAN HAZIM

15-16 Adar 2018, Paris

The Permanent Peoples Tribunal on Turkey and the Kurds

 

 

Tribunala birêz:

[The Permanent Peoples Tribunal on Turkey and the Kurds]

 

Ev tribunale giring e, spas bo xwudanên însîyatîvê.

Berî her tiştî vê axivtina xwe ya li Tribunala Parisê dîyarîyî têkoşerên doza ziman û kultura Kurdî Sara Sakîne Cansiz, Rojbîn Fîdan Dogan û Ronahî Leyla Şaylemezê dikim ku 9ê Kanûna Paşîn [January] ya 2013ê li Parisê ji teref ajanên istixbarata dewleta Tirk ve hatin kuştin û wan bi dilgermî bi bîr tînim.

Dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrînê rûreş dikim. Divêt piştevanî digel têkoşîna azadîyê ya Efrîn û hemû xelkên Kurdistanê bête kirin.

 

Wextê axivtinê gelek kurt e li vê platformê, lewma behskirina polîtîkayên birandêr yên dewleta Tirk yên li ser ziman û kultura Kurdî yên bi detay, bi numûne û efektên dîtkî mixabin dest nade.

Herwisa li ser çarçoveya teorîk ya mijara ziman û kulturê jî divêt nerawestim çiku hem dê wextî bigire hem jî ji alîyê beşdaran ve tête zanîn.

Lê belê, divêt bi faktumekê dest pê bikim: Kurdistan wekî welatek kolonîya dewleta Tirk e ku hatîye dagîr kirin û ilhaq kirin û xelkê Kurd di bin vê statuya nijadperest û paşverû da ji hemû mafên xwe yên xwezayî hatîye mehrûm kirin û bindest e. Ev rewşa “de facto” têra dike ku mijara me bête têgihiştin. Em behsê Kurdistan û jîyaneke Kurdan dikin ku ji alîyê cografî, ziman û kulturî ve hatîye pranga kirin. Halê Kurdan ev e li Tirkîyeyê. Di vê axivtina xwe ya kurt ya ku dê pêşkêşî we bikim da gotinên ku hûn dê gelek bibihîsin dê “qedexe” û “teda” bin. Eve hindî hûn bêjin îrîte dike lê rastî ev e.

Belê, mijara me ya di vê rûniştinê da bi giştî “Mafên Kulturî” ne. “Mafên Kulturî” binasê hebûn û mafên herî xwezayî yên civatekê ne. Di çarçoveya giştî ya “Mafên Kulturî” da ziman hêmanê sereke ye, elementê esasî ye ku rengê xwe dide hebûna kulturî. Anku reya jîyanî û stûna ragir ya kulturê ziman e. Kultura resen ya civatekê bi zimanê wê civatê dest pê dike. Lewma dê di cih da be ku em zimanî danin serî û di çarçoveya “Mafên Ziman û Kulturî” da li ser mijara xwe rawestin.

Di serî da li vê sedsala pêşkevtî ya 21. hêj jî navê welatê me tête red û inkar kirin. Anku navê Kurdistanê wekî navçeyeke cografî qedexe ye.

Zimanê Kurdî wekî zimanê neteweyekê hêj jî qedexe ye.

Perwerdeya Kurdî ya sîstematîk qedexe ye. Programên perwerdeya Kurdî yên ku ji alîyê Kurdan ve têne kirin di nav qedexeyên gelek bi plan û sîstematîk da têne asteng kirin.

Element û dînamîkên ku tevn û mozaîka kultura Kurdî pêktînin; cil û bergên neteweyî yên Kurdî, mitbexa Kurdî, muzîka Kurdî, tiyatro û bi giştî huner, folklor, govend, baskên spora tradisyonel, herwisa destan, çîrok, şeir, serpêhatî û timamî edebîyata Kurdî ya ku hatîye tirkî kirin, di çarçoveya asîmîlasyonê da têne talan kirin û dikine xerc û hevîrê ziman û kultura serdest û fermî. Û ya herî giring, binasê hebûna Kurda, nasname û alaya dengî ya neteweyê Kurd ziman di nav vê makîneya asîmîlasyonê da tête helandin.

Navên gund û şehrên Kurdistanê kirine Tirkî û bi kar înana navên Kurdî qedexe ye.

Dewleta Tirk bi zanabûn û bi israr nasnameya Kurdî û mafên kolektîv yên bi vê nasnameya neteweyî ve girêdayî qebûl nake.

Navên Kurdî hêj jî bi rîsk in û di bin fişarê da ne.

 

Anku hemû mafên kulturî yên ku Kurdan dikin Kurd ji teref dewleta Tirk ve wekî tehlîkeya potansîyel têne dîtin û tinê bi qedexeyê ve namînin yêkser binbir dikin.

Îro hebûna kanalekî televizyona bi Kurdî ya dewleta Tirk nayê wê manayê ku dev ji asîmîlasyonê berdane. Bereks Kurdî ji bingehê xwe yê resen dûr dikin, dejenere dikin û ji bo pratîze kirina polîtîkayên xwe yên tepisandinê wekî aletê informasyona tirsandin û çîzkirinê bi kar tînin.

Dewleta Tirk bi van qedexeyan reyên xwûnê yên ku sirkulasyona bunyeya ziman û kulturê dikin dibirin, organîzmaya kulturê tehrîb dikin û bi vî rengî neteweyekê dibirînin. Ev polîtîkayên bi zulm û zora  giran yên ziman û kulturê yên  dewleta Tirk ku li ser Kurda têne emilandin bi timamî encamên asîmîlasyon û jenosîdê diafirînin.

Dewleta Tirk di serê sedsala 20. da li ser xelkên dî yên vê axê polîtîkayên jenosîdê bi kar înan û îro li ser Kurdan hêj xurttir bi kar tîne. Dewleta Tirk vê yêkê ji damezrîna xwe were wekî polîtîkayeke dewletî dike. Serkanîya van polîtîkayên dewletê digihe Planê Isleheta Şerqê ya 1925an û Rapora Reş ya 1936an. [Dewletê gotina “Islehat”ê ne bi manaya reformê, bi manaya rehabîlîtasyona negatîv bi kar înaye.] Helbet gelek raporên dî jî hatine nivîsîn. Bi van raporan Kurd ji cih û warên xwe hatin rakirin û hatin qetil kirin. Imkanê berfirehkirina detayan nîne di vê axivtina kurt da. Lê belê, anekdoteke ku wî demî serê gotineke Kurdî cizayê pênc quruşa dihate standin bêjim dê ji bo zelalkirin û têgihiştina zihnîyeta dewleta Tirk gelek balkêş be.

Ji bo nasekî min ji Hekarîya tête gotin ku biçe ji dikanê “Darçîn”ê bikire [1929-1930]. Tirkîya wê “tarçın” e. Bi rê ve dihizire, heke “Darçîn” bêje dê cizayî werbigire, hingê tercumeyî Tirkî dike û dibêje dikandarî ka “Çin ağacı” bide min. Çiku di analîza gotinê da “Darçîn”a Kurdi bi Tirkî dibe “Çin ağacı”. Dikandar tênagihe û “nîne” dibêje û ew jî destxalî dizivire cihê karê xwe. Dewletê bi van qedexeyên jahr û jeng bûyerên trajîkomîk înayîne serê Kurda.

Planê Isleheta Şerqê bi Kurdistanê ve nema û li ser Kurdên ku ji bo şehrên rojavaya Tirkîyeyê hatine koç kirin jî hate tetbiq kirin û bi taybetî hate ferman kirin ku jin mutleq fêrî Tirkî bibin.

Ev zihnîyet û pratîk bi rê û rengên cuda belêm wekî polîtîkayên edetî yên dewletê îro jî tête domandin.

Demografîya Kurdistanê bi polîtîkayên darê zorê tête guhorîn. Zor li xelkê tête kirin ku cih û warê xwe terk bikin û bi darê zorê tête koç kirin. Ji xwe li goreyî hemû planên antî Kurd yên dewletê; Kurd dê ji axa xwe bêne rakirin, “mihacirên” ji welat û navçeyên dûr dê li şûna wan bêne bi cih kirin. Îro jî her ew tête kirin û bi taybetî Ereb û Tirkmenên ji Sûriyeyê hatine înan li şehrên Kurdistanê têne bi cih kirin.

Bi navê kolîna arkeolojîk eserên dîrokî têne talan kirin. Bi armanca stratejîyên leşkerî li ser çemên Kurdistanê baraj têne ava kirin û bi vî rengî hem dîrokek, hem jîyana gundewarî û kanên kultura edetî di bin avê da têne hêlan û hem jî xelkê xwecih ber bi Tirkîyeyê ve tête koç kirin û xizîneyeke kulturî tête pûç kirin. Dîsa cih û warên şîn yên Kurdistanê, rêhl û daristan, zozan û mezra hatin tehrîb kirin û ev cihên ku kanên hebûna kulturê ne hatin belav kirin. Wekî jîyana edetî koçerîya demsalî û jîyana sosyokulturî ya pê ve girêdayî tête birandin.

Dewleta Tirk ji alîyê mafên ziman û kulturî ve wacibên xwe yên ji peymanên navneteweyî jî bi cih naîne.

Çendek numûne:

Beyannameya Mafên Mirovî ya Dinyayî, Peymana Mafên Kulturî ya Navneteweyî, Peymana Mafên Zaroka, Krîterên Kopenhagê bi cih naîne.

Peymana Zimanên Navçeyî û Kêmanîya yên Ewrûpayê, bes ku rê li ber perwerdeya Kurdî bête girtin nayê îmza kirin.

Herweha li ser Peymana Rêvebirinên Navçeyî yên Xweser ya Ewrupayê daku perwerdeya Kurdî neyê kirin şerh hatîye danan.

Hetta maddeyên peymana Lozanê [1923] yên bi mijarê ve girêdayî jî nayên bi kar înan.

 

Îro hêj jî bi azadî Kurdî axivtin, Kurdî nivîsîn, wergirtina perwerdeya Kurdî ya sîstematîk, jîyana bi erf û edetên Kurdî, berkirina cil û bergên Kurdî qedexe ye, herî sivik bi rîsk e û wekî fealîyeteke bi tehlîke muameleya edlî [dadî] tête dîtin. Jîyana nivîsîn û weşangerîya Kurdî di sêkuçeya polîs, dadgeh û hefsê da kelebçekirî ye.

Ez wekî kesekî ku ev hemû prosesên qedexeyî yên li ser xelkê Kurd hatine bi kar înan jîyayî Xelkê Kurd yê bîst milyonî di welatê xwe Kurdistanê da bi timamî di nav cendereya zulmê da tête hêlan. Kurdên ji bo şehrên rojavaya Tirkîyeyê hatine koç kirin ku li wan dera nufûseke diasporayê pêkînaye di bin eynî zulmê da ne.

Polîtîkayên asîmîlasyonîst yên li ser zimanî hind dijwar têne bi kar înan ku îro hema bêjin hemû şehrên li bakur û rojavaya parçeyê mezin yê Kurdistanê yê di bin dagîrîya dewleta Tirk da hatîne asîmîle kirin. Li şehrên başûra rojhilat û başûra rojavaya Kurdistanê jî ji ber vê zulma giran prosesa asîmîlasyonê hatîye bi lez kirin. Li tenişta van polîtîkayên edetî yên dewletê, bi rêya radyo û televizyonê jî ev prosesa asîmîlasyonê bi xurtî tête domandin. Ji alîyê Kurda ve gelek xembar e lê îro ji nufûsa 20 milyonî ya Kurd, hejmara yên ku Kurdî diaxivin bi zedehî ve ketîye bin deh milyona.  Helbet di rûdana vê encama dilsoj da girêdayî psîkolojîya tirsê, tesîra dûrketina Kurdan ya ji ziman û kultura xwe anku otosîmîlasyonê heye lê eve  jî encama polîtîkayên zulm, tirsandin û mitkirinê yên dewleta Tirk in.

Kurdistan û navên Kurdî û jîyana resen ya Kurd heke îro bi qanûnan, bi metodên eskerî û polîsî têne bindest kirin eve sûcê mirovahîyê ye, ihlala herî mezin ya mafên mirovî ye.

Xelkê Kurd û yên bi navê xelkî behsê van mafên esasî û xwezayî dikin anku ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermend, organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk di bin zulma dewletê da ne. Hefs bi hizaran parêzerên mafan yên Kurd ve tijî ne.

Di encam da bêjim:

Dewleta Tirk “mafên kulturî” yên neteweyê Kurd tinê ihlal nake, binbir dike.  Anku ziman û kultura Kurdî rû bi rûyî birandinê ye. Ji bo perwerdeyeke bi plan, program û sîstematîk rê nayê dan. Ziman tinê di çarçoveya lokal da tête tixûb kirin. Cih û warên axivtina rojane jî bi zulm û zorê daîm têne teng kirin. Di nav van şert û mercan da Kurdî dê li kî derê û çawa imkanê jîyanê bibîne? Proses û dînamîkên kulturî ku bi zimanî ve girêdayî ne dê çawa hebûna xwe bidomînin?

Êdî xuya ye: Di çarçoveya emperyalîzma kulturî ya Tirk da, ji teref dewleta Tirk ve bi asîmîlasyon û jenosîda li ser kultura Kurdî, bi rê nedana perwerdeya Kurdî, Kurd wekî civateke etnîk li ser axa xwe têne pûç kirin. Hal ew e ku ziman û hemû dînamîkên kulturî nasnameya etnîk ya xelkê Kurd îfade dikin. Bi asîmîle kirina van elementên nasnameyê esas nasnameya Kurd tête birandin.

Dewleta Tirk îro li ser Kurda sentrîzma etnîk ya Tirk [ethnocentrism] bi kar tîne. Di pratîkê da armanca vê ew e ku di nav wext û zeman da jenosîda kulturî û asîmîlasyonê bi kar bînin û bi vê yêkê şuûr û hebûna kolektîv ya civata Kurd têkbidin, zemînê mafên kolektîv xirab bikin û di encam da Kurda di nav kolektîva etnîk ya Tirk da wekî kes bihelînin û bi navkirina Rojhilatî û Başûrarojhilatî jî navê Kurd bikine bîrînaneke nostaljîk herwekî bi serê Laza înayî ku dibêjine wan jî Deryayareşî.

Dewleta Tirk bi van polîtîkayên negatîv dîroka Tirkîyeyê kirîye goristana kulturên etnîk.

Başe ev rewşe dê heta hetayê bi vî rengî bidome? Helbet nexêr!

Gelek tebîî ye ku Kurd beramberî vê çûyînê berxwe didin, têkoşîna hebûnê didin û bê şik dê bidin jî. Ji bo çareserîya vê pirsê xebata pêkhatinxwaz, demokratîk û aştîyane ya ku Kurd dikin nayê dîtin, tête red kirin, bi darê zorê tete asteng kirin. Beramberî vê fedakarîya Kurda, dewleta Tirk jî ji zulm, şiddet, îşkence û girtinê pê ve tiştekê nake. Belêm ev pirse divêt bi rengekê bête çareser kirin. Lewma Kurd digel hemû êş û janên jîyayî jî bo çareserîyê ji dewleta Tirk telep dikin ku di gava herî nêzîk da û lezînen erkên peymanên navneteweyî bi cih bîne, ya herî giring rêzê li mafên xelkê Kurd, ku ciranê xelkê Tirk e, bigire ku di serê wan da mafên ziman û kulturî tên û ji bo mayînde kirin û bi kar înana van mafan zemîne huqûqî û qanûnî amade bikin.

Lê belê, şik tê da nîne ku çareserîya maqûl û esasî ew e ku Kurd di cografyaya xwe da ji otonomîyê heta federasyon, konfederasyon û hetta serxwebûnê bibine xwudanê statuya xwe anku mafê self-determînasyonê bi dest ve bînin, xwe bi xwe xwe îdare bikin û li qedera xwe xwudan derkevin.

Li alîyê dî, ziman û kultura Kurdî parçeyekî zengîn yê kultura dinyayê ye. Di serî da UN û organîzasyonên pê ve girêdayî, UNESCO, UNICEF divêt li vê kultura di bin êrişên birandêr da xwudan derkevin. Paşeroja civatan zarok in û îro zarokên Kurd jî wekî paşeroja xelkê xwe ji ziman, perwerde û kultura xwe hatine bêbahr kirin. Hingê UNICEFa ku ji bo parastina mafên zaroka hatîye damezrandin, UNESCOya ku ji bo ziman, perwerde û kultura welatan kar dike, divêt bi ve pirsê ve mijûlbûnê wekî şertê hebûna xwe bibînin û li ser vê pirsê bi dewleta Tirk ra têkilîyê danin. Tiştê ku tête birandin hebûneke kultura dinyayê ye. Ji ber hindê mafê Kurdan e ku ji bo hevkarîyê gazîyî UN, UNICEF, UNESCO, Yêkîtîya Ewrûpayê û dem û dezgehên pê ve girêdayî bikin û divêt guhê xwe bidine vê gazîyê û karê pratîk yê lazim bête kirin.

Dawîya dawîyê: Di serî da ziman û pêkve “Mafên Kulturî” mafên kolektîv in û heke bi organîze, sîstematîk û bi perwerdeyeke programkirî ya fermî û bi rengê kolektîv bêne bi kar înan hingê ji bo civateke etnîk manayeke jîyanî îfade dike. Ji alîyê Kurda ve heke eve pêkneyê hingê encameke dramatîk rû dide. Dewleta Tirk vê xirabîyê li xelkê Kurd dike û van mafên bingehîn û xwezayî nas nake. Bi vê yêkê beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê di nav ihlala mafên mirovî da ye û sûcdar e. Dewleta Tirk ne guhê xwe dide qîrîna azadîyê ya Kurda, nejî guhê xwe dide hiştar û şîretên dinyaya humanîter û demokratîk. Ji ber hindê erkekî mirovî ye ku ev tribunale [The Permanent Peoples Tribunal on Turkey and the Kurds] beramberî van kiryarên dewleta Tirk mueyyîdeyekê vebire û bangekê lêbike ku dawîyê li van polîtikayên xwe yên dijî mirovî bîne û digel Kurda pêkhatinê çêbike û ez bi navê xelkê xwe vê daxwazê ji we dikim.

 

ROJAN HAZIM

15 Adar 2018, Paris

 

**

Mafên Kulturî-ROJAN HAZIM

15-16 Adar 2018, Paris

The Permanent Peoples Tribunal on Turkey and the Kurds

 

 

 

Bo dozger û dadgerên birêz yên Tribunalê

 

Di 15-16ê Adarê da li Parisê Tribunal kombû û min wekî şahidê bispor li roja ewil anku 15ê Adara 2018ê mijara “Mafên Kulturî” pêşkêş kir.

Axivtina xwe digel vê pêvekê dubare pêşkêşî we dikim.

Piştî axivtina min heyeta we çend pirs kirin. Yêk ji wan bi taybetî li ser gotina “jenosid”ê bû.

Li ser vê mijarê dixwazim çend numûneya bideme we.

Di axivtina xwe da bi taybetî min behsê Planê Isleheta Şerqê ya 1925ê û Rapora Reş ya 1936ê kir.

Ji van planan du jêder dê  ji bo we ronker bin.

Ewilî dixwazim bi kurtî li ser mijara jenosîdê rawestim.

Heta îro numûneyên ku li ser jenosîdê bi giringî hatine gotin komkujîya Nazîyan ya li ser Cihûyan e, ya Tirkan ya li ser Ermenîyan e û li Iraqê di dewrê Seddam Huseyin da jî li Helepçeyê ya bi serê Kurdan hatîye.

Lê belê îro gotina jenosîdê bi van komkujîyên fizîkî ve nayê teng kirin. Zulma li ser ziman û kulturê ya ku ji dereceya asîmîlasyonê borî û polîtîkayên kulturî yên birandêr jî encama jenosîdê diafirînin.

Ziman û kultur organîzmayên jînde ne. Identîtêta neteweyan e. Wekî îdentîtêta neteweyekê ziman û kultur gava hate birandin di eynî wextî da ew civata etnîk jî tête nîne kirin. Numûneya vê li Tirkîyeyê tête dîtin. Û eve wekî polîtîkayeke dewletê tête bi kar înan. Ew numûneyên ku ji Planê Isleheta Şerqê û Rapora Reş dideme we mînakên vê yêkê ne. Dewleta Tirk hêj di serê damezrandina xwe da teorîya pratîka xwe ya asîmîlasyonîst û jenosîdal çêkirîye. Bi salan e dixwaze bi van polîtîkayan ziman û kultura Kurdî binbir bike. Navê vê jenosîd e, jenosîda kulturî ye.

Nufûsa Kurda wekî 20 milyona tête zanîn li Tirkîyeyê. Îro nufûsa Kurdîaxêv li bin 10 milyonan e û heta ketîye 7 milyonan. Hetta hêj zêdetir, nufûsa ku di jîyana rojane da Kurdî bi kar tîne li xwarêtir e û ketîye dora 5 milyonan. Ev helyane gelek hêl dom dike. Çiku imkanê perwerdeya sîstematîk bo Kurda nayê dan. Dînamîka parêzer û garantîdar ya ziman û kulturê perwerde ye. Ziman û kultura Kurdan, ku ji perwerdeya makzimanî hatîne bêbahr kirin, bê parastin e û tête birandin.

Ev polîtîkaya asîmîlasyonîst ya dijwar ya dewleta Tirk hind zalimane tête domandin ku di encam da serbirîna etnîk tête meydanê ku navê vê di lîteraturê da jenosîd e. Ji bîst milyon Kurdan, nufûsa ku ziman û kultura xwe bi kar tînin ketibe 5 milyonan û ev hejmare ber bi xwarê ve bête rakêşan, eve tête manaya ku 15 milyon Kurd têne birandin û bi zorê têne Tirkkirin ku eve tam jenosîd e.

 

Tribunala birêz,

Wekî tête dîtin bi kar înana gotina jenosîdê ji alîyê Kurda ve ne reaksiyoneke hissî ye. Bi hejmaran û konkret em dadinine nîvekê. Bi objektîvî li Planê Isleheta Şerqê û Rapora Reş bête nêrîn hûn jî dê bigihine eynî qenaetê. Çiku kiryarên li ber van planan hatine kirin îro ev encama trajîk derêxistîye meydanê. Ji 20 milyon nufûsa Kurdan, em îro tinê ji 5 milyon nufûsa Kurdan ya Kurdîaxêv behs dikin. Civatên etnîk yên ku zimanê xwe û dînamîkên kulturê yên pê ve girêdayî bi kar neyînin ji alîyê orîjîn ve pûç dibin. Numûneyên bi vî rengî bê hed û hisab hene li dinyayê. Ya ku îro li Tirkîyeyê bi serê Kurdan tête înan ev e.

Jêderên ji wan planên dewleta Tirk yên min behs kirî li xwarê ne.

 

Bi rêzgirî pêşkêşî we dikim.

 

ROJAN HAZIM

14 Nîsan 2018

 

Pêvek:

 

Planê Isleheta Şerqê: 24 Îlon 1925

Ev plane bi biryara hukûmeta Tirk ya wî demî hatîye hazir kirin. Eve planê Tirkkirin û birandina Kurdan bû.

Bi taybetî berê xwe bidene van maddeyan:

Md 5. – Li rojavaya şehrê Wanê û Midyadê li erdê metrûk yê ji Ermenîya mayî mihacirên Tirk dê bêne bi cih kirin. Ji ber hindê mal û milkê Ermenîya yê li wîlayetên di navçeya îdareya leşkerî da nayê firotin û hetta bi îcare jî ji bo Kurda nayê dan. Alban û Tirkên ji Yugoslavyayê û mihacirên ku dê ji Iran û Kafkasyayê bêne înan, berî her tiştî dê li Elezîz-Erxenî-Diyarîbekir, Elezîz-Palu-Kîxî, Gelîyê Miradê yê li navbeyna Palu-Mûşê, rojhilat û başûra Çiyayê Bîngolê û Xinis, gelîyên li Miradê, Deşta Mûşê, dora Gola Wanê û li xeta Diyarîbekir-Garzan-Bidlîsê bêne bi cih kirin… Kurdên ku bêyî belge û binas li cihên Ermenîyan bi cih bûyî dê bêne rakirin û an dê bo erdê wan yê berê anjî heke bixwazin dê bo rojavayê [Tirkîyeyê] û cihên ku bi îradeya hukûmetê hatine kivş kirin bêne neqil kirin. Ji bo parastina Tirkên hatine bi cih kirin daku ji êrişên Kurdan bêne parastin dê tedbîrên taybetî bêne standin…

Md 13. – Yên di eslê xwe da Tirk lê li ber Kurdbûyînê mexlûb bûyî yên li merkezên wilayet û qezayên Meletî, Elezîz, Diyarîbekir, Bidlîs, Wan, Mûş, Urfa, Erxenî, Hozat, Erciş, Adilcewaz, Xelat, Palû, Çarsincak, Çemişkezek, Ovacik, Hisnimansûr, Behisnî, Arxa, Hekimxan, Birecik, Çermik, yên li dayreyên hukûmetê û beledîyeyan da, li muessesat û teşkîlatên dî da, li dibistanan, li çarsû û bazarê da yên ku ji bilî zimanê Tirkî zimanekê bi kar bînin, herî ewil dê bi qanûna muqawemeta dijî hukûmet û beledîyeyan bêne sûcdar û ciza kirin.

Md 14. – Yên ku di eslê xwe da Tirk belêm meyla wan bo Kurdbûyînê heyî li cih û meqamê lê û li Sêrt, Mardîn, Stewirê li taxên ku xelkê wê Erebî diaxivin, vekirina Komeleyên Tirk û dibistana û bi taybetî bi hemû fedakarîyan dibistanên kamil yên kiçan bêne ava kirin û rexbeta kiçan ji bo van dibistanan bête temîn kirin pêdivî ye.

Xaseten li Dersimê, tercîhen û lezînen dibistanên şevanî bêne vekirin û zûtirîn dem ji tevlêbûna Kurdayetîyê bêne xilas kirin.

Md 16. – Di wîlayetên me yên dikevine rojavaya Firatê da li cihên ku Kurd belav lê bi cih bûne da Kurdî axivtina wan divêt bête qedexe kirin û ji bo dibistanên kiçan ehemmîyet bête dan û axivtina jinan ya bi Tirkî bête temîn kirin. [Resmi Kanun, Kararname, Rapor ve Tutanaklar, Ileri Y.]

Serokwezîrê wî demî Ismet Inönü wisa digot:

“Wezîfeya me ew e ku yên di welatê Tirk da zûtirîn dem bikine Tirk. Yên ku mixalefeta Tirka û Tirkbûnê dikin em dê bibirin û biavêjin. Di yên ku dê xizmeta welatî bikin da em dê li xasyetên ku ew berî hertiştî Tirk û Tirkperest bin bigerin. ” [Vakit, 27 Nisan 1925].

“Tinê miletê Tirk di vî welatî da dikare hindek mafên etnîk û nijadî bixwaze. Wekî dî çu kesê ev mafe nîne.” [Milliyet, 31 Ağustos 1930].

Dîsa wezîrê Dadîyê yê wî demî Mahmut Esat Bozkurt wisa ferman dibarand:

“Tirk yêkane efendî û yêkane xwudanê vî welatî ye. Yên ku ne ji eslê safî Tirkan in tinê yêk maf heye. Mafê xizmetkarîya Tirka, mafê koletîyê.” [Milliyet, 19 Eylül 1930]”

Herweha Wezîrê Karê Navxweyî Şükrü Kaya di danezaneke xwe ya veşartî da wisa emir dikir-11.01.1930:

“Divêt bilfiil bête nîşandan ku pay û payedana Tirkîtîyê û Tirkî û Tirkbûna resen û xaseten jî Tirkî axivtin neku tinê şeref e, ji alîyê maddî ve jî qazancek e… ” [Resmi Kanun, Kararname, Rapor ve Tutanaklar, Ileri Y.]

 

Rapora Reş-1936

“Ew kesên ku em dê di nav civata Tirk da bihelînin divêt wisa lêbikin ku li şûna Kurdî bi zimanî Tirkî biaxivin…  Divêt qabilîyeta merkezên kulturî zêde bikin ku bikarin kultura Tirkî şirîqe bikin. Heke Kurd jî bo xwe li kulturekê bigere hingê îş dê bi zehmettir bikeve… Daku asîmîlasyonê gelek hêl temîn bikin divêt li ser vê pirsa axivtina Kurdî rawestin. Divêt bi çu rengî rê neyê dan ku Malên Xelk, hemû xwanda, memûr û karmendên li dem û dezgehên dewletê xususen di demê kar da Kurdî biaxivin. Heke gundîyê ku karê wî heyî Tirkî nizane jî, memûr divêt digel wî/wê yêkser Kurdî neaxive û mecbûr bike ku ji derveyî memûran tercumanekê bîne. Derêxistina astengên wisa dê wan mecbûrî Tirkî axivtinê bike. Ji nav memûran kesek Kurdî biaxive, di cara ewil da cizayê bi hiştara nivîskî, di dubarekirinê da bi nisbetên cuda meaş birîn, di berdewamîyê da cizayê ji memûrîyetê avêtinê divêt bête dan… ” Birinci Umumî Müfettiş A. B. Özmen [Resmi Kanun, Kararname, Rapor ve Tutanaklar, Ileri Y.]

 

III.

Peymana Lozanê – 24 Tîrmeh 1923

Kurd ji maddeyên peywendîdar yên Peymana Lozanê [md 39. *] nehatin faydedar kirin. Helbet bi taybetî bo Kurdên ne musulman jî nehatin bi kar înan ev maddene. Di wî wextî da nufûsa Kurdên Êzîdî bi hizaran dihate zanîn, lê ji bo wan mafê perwerdeya makzimanî hem nehate dan hem jî komkujî li ser wan hate kirin û bi darê zorê dane koç kirin ku îro nufûsa wan ketîye bin hizaran. Li goreyî maddeyê 41an [**] herwekî ji bo “kêmanîyên ne musulman” divîyabû bo Kurdên Êzîdî ku ne musulman in, mafê perwerdeya makzimanî hatiba dan û di pratîkê da hatiba bi kar înan. Lê belê, bawerîya wan ne islam jî be çiku Kurd bûn bi zanabûn ji vî mafî hatin mehrûm kirin.

 

[*]

Md 39. – … Di têkilîyên xusûsî anjî ticarî yên hevwelatîyên Tirkîyeyê da, di dîn, çapemenî anjî hemû weşanan û kom û kombûnan da her kîjan zimanî bi serbestî bi kar bînin çu tixûb nayên danan.

Digel hebûna zimanê fermî, hevwelatîyên Tirk yên ku ji bilî zimanê Tirkî diaxivin dikarin li dadgeha zimanê xwe bi devkî bi kar bînin û di vî warî da dê sanahîtî bête nîşandan.

 

[**]

Md 41. – Di derheqê perwerdekirina giştî da, hukûmeta Tirkîyeyê ji bo hevwelatîyên xwe yên ne musulman yên li şehir û qezayên lê dijîn bo zarokên wan di dibistanên seretayî da daku perwerdeya bi zimanê xwe jî bibînin imkanên lazim dê bêne temîn kirin…