Li ser pirtûka otobîyografîk ya Dr. Hesen Şetevî RÊYA JÎYANÊ

Rojan Hazim pirtûka bîrhatinên Dr. Hesen Şetevî bi navê RÊYA JÎYANÊ

bi kurmancî hazir kir û di demekî nêzîk da çap dibe.

Dr. Hesen Şetevî bîrhatinên xwe nivisîbûn û wekî pirtûk bi soranî dabû weşandin.

Rojan Hazim li ser daxwaza Dr. Hesen Şetevî ev bîrhatinên wî ji nû ve bi kurmancî amade kirine û dîsa li ser daxwaza wî pêşgotinek jî bo pirtûkê nivîsîye û herweha pirtûk ji bo çapê jî hazir kirîye.

Li goreyî agehdarîya Dr. Hesen Şetevî Instituta Kurdî ya Parisê dê pirtûka wî ya bîrhatinan çap bike. Çav li rê ye ku di nava vê salê da [2018] pirtûk bête weşandin.

Li vê derê pêşgotina Rojan Hazim ya ji bo pirtûkê hatîye nivîsîn digel agehdarîya Dr. Hesen Şetevî diweşînin.

**

RÊYA JÎYANÊ – Dr. Hesen Şetevî

Amadekarê kurmancî: Rojan Hazim

Berî Pêşgotinê

Ji kûrahîya dîrokê were ji ber êrişkarîya leşkerî û dagîrkerî û talankerîya xwûnavî ya dijminan berhemên gelek navdarên Kurd ji nav çûne. Lewma dîroka xelk û welatê me ya ji alîyê nivîskarên xwumal ve hatîye nivisîn kêm bûye belêm ya ji alîyê dîroknivîsên îslamî û dîplomatên welatên bîyanî ve hatîye nivîsîn zêdetir bûye.

Min xwast behsê binemala xwe bikem û ji ber hindê jî min çavek li secereya hindek eşîret û tayfeyên Kurd gerand û dît ku wan tinê dîroka mêran nivîsîye û qet ehemmîyet nedane kiç û jinên xwe. Anku seda pêncî neteweyê xwe, dayîk, kiç û jinên xwe ku di avakirina jîyanê da rola wan ji ya mêran kêmtir nebûye nedîtine, nedayîne ber çav. Bi qenaeta min cara yêkemîn e ku di vê kitêbê da di navbeyna jin û mêr da ferq û cudahî nehatîye kirin.

Lêkolîn û kitêbên ji alîyê nivîskarên reperest yên Fars, Tirk û Ereb ve hatine nivîsîn, neteweyê Kurd an wekî Tirkên kûvî û çiyayî, an zarokên bîjî, an Kurdên wehşî û dûmayên şeytan hatine wesif kirin. Hisa şovenî ya wan hind bi hêz e ku amade nînin ku ew mafên bo xwe heq dibînin ji bo neteweyên dî yên digel xwe jî qebûl bikin.

Nivîsîna şeir, kitêbên edebî anjî yên dîrokî şiyaneke taybetî divêt. Herçend min wekî nivîskarê van hevokan mixabin ew şiyan nîne lê digel hindê jî min ew rê da xwe ku behsê binemala xwe bikem. Bi paldana mezinên binemala me û dostên nêzîk ez bi vî karî rabûm.

Di veguhêzîya herfên [tîpên] aramî-erebî-farsî bo latînî da Kakşar Oremar hevkarî kir û gelek spasî wî dikim. Belêm di amadekirina vê pirtûka min ya bi zaravayê kurmancî da ji alîyê serastîya ziman, vehûnandina naverokê û formê edebî ve zehmeta herî mezin û bihadar dostê min yê hêja nivîskar kak Rojan Hazim kêşa û adeta pirtûk ji nû ve bo min nivîsî û herweha ev navê xweş jî [Rêya Jîyanê] dana ser pirtûkê ku ev destek û harîkarîya wî cihê teqdîr û şanazîyê ye û gelek spasdar û minetdarê wî me.

Bi vê kitêbê min xwast bireke dîroka binemala xwe û eşîreta Mukrî ku em jî beşekî wan in, berî ku koça dawîyê bikim binivîsim. Dîroka binemal û eşîreta me ya zêde û fireh jî êdî erkê nifşê nû yê binemal û eşîreta me ye û divêt karê ku min kêm hêlayî ew timam biken.

Hêvî dikim xwandekarên vê pirtûkê ji mezinahîya xwe kêm û kasîyên min bibexşin, li min biborin, min efû bikin.                                                          

Dr. Hesen Şetevî

**

Pêşgotin: Di nav binemala Qasimloyîyan da du Doktor

ROJAN HAZIM

Kak Dr. Hesen Şetevî bîrhatinên xwe nivîsîne û wekî reşnivîsa [taslax] pirtûkê bo min rêkirin û tika kir ku redaksiyon, koreksiyon û ji nû ve amadekirina kurmancî ya pirtûka wî bikim. Herwisa daxwaz kir ku pêşgotinekê jî bo pirtûka wî binivîsim. Min daxwaza wî bi cih îna û bîrhatinên wî ji nû ve bi kurmancî amade kirin û ev pêşgotine jî nivîsî.

Bîrewerî, bîrhatin, bîranîn, bîrînan… Di bin vî navî da serborîyek tête nivîsîn ku heq e. Herkesê têra xwe û li goreyî şiyana xwe jîyanek, dorberek û dinyayek heye. Herkesê tûrikekî jîyanê heye ku hûrmûrên bîrewerî yên di jîyana xwe da komkirî tijî bike… Zanîn û tecrube du alîyên jîyanê îfade dikin. Dîsa ve divêt bêjin ku herkesê têra xwe zanînek û tecrubeyek heye… Hindek kes hene ku zanîn û tecrubeyên xwe di hemû xelekên jîyanê da bi suhbetkî li dora xwe parve dikin. Hindek jî hene ku zanîn û tecrubeya xwe hem di prosesa jîyanê da li dora xwe belav dikin, parve dikin, hem jî dikine nivîs ku nifşên paşerojê jî jê istifade bikin. Bi herdu alîyan ve jî be zanîn û tecrube divêt di qalibê kesî da nemînin û bikevine xizmeta civatê… Zanîn û tecrubeya herkesê di çarçove û kapasîteya xwe da kedek e, heke hate parve kirin û belav kirin muhaqqaq istifadeyekê dide derûdorê… Kêm zêde herkes bo xwe tiştekê jê werdigire.

Esasen serborîya nivîskî di nav şertên xwe da tarz û formekî edebî ye jî… Li dinyayê xwandina ev tarz edebîyatê heye. Ji baskê polîtîk heta rûyên dî yên jîyanê serborî bi rengekî edebî gava hate nivîsîn xwandevanê xwe peyda dike. Anku nivîsîna serborîyê jî edebîyatek e. Relatîven jî be herkes li goreyî zanîn û tecrubeya xwe, bi tarz û rengê xwe berhemekê pêktîne û dide ber xwandevanan. Nivîsîna bîrhatinan ji alîyê notkirina demên dîrokî yên hatine jîyan ve jî giring e, şahidîyek e. Ji bo jînde hêlan, domandin û mayîndekirina hafizaya civatê kar û xebatên bi vî rengî hewce ne û divêt bêne kirin. Nivîsîna serborîyan, bîrewerî an bîrhatinan tinê ne karê wan kesan e ku di civatê da rolek hebûyî, an heyî anjî xwe wisa hiskirî anjî xwe di wî hewayî da zanî… Xwezî herkesê ku jê têt bikare wan serborîyên jîyana xwe, her bi çi rengî bin, di kîjan sewîye û sengê da bin ferq nake binivîse û bo nifşên paşerojê bihêle. Helbet di rêza serborîyan da jîyana kesî tinê wekî “kes” namîne. Mirov wekî hebûnekî jînde û sosyal bi wê kesînîya xwe ve di nav civata kolektîv da dijî. Serborî di nav zengînîya vê jîyana kolektîv da gihiştîtir dibin. Lewma kes ji binemala xwe ya kakil heta ya fireh, ya eşîrî û heta tax, şehir û welatê xwe û derveyî welat, her li kîjan meydana fireh ya jîyanê ev serborîye kom kiribin, di nav hiş û bîrên xwe da diparzine, dipalîne û parve dike. Ev xebata kesî ji bo binemala kakil û dorberên dî yên firehtir yên jîyana sosyal jî dibine danasîn ku eve imkanê nasîn û zanîna dem û tarzê jîyana wî demî jî dide mirovî.

Şik tê da nîne ku em behsê nivîsîna serborîyên maqûl dikin. Kes hene ku egosentrîk in anku ez merkezî ne anjî xwe di merkeza jîyanê da dibînin û li dora vê kesînîya xwe ya egoîstî ku tinê ew dizanin, dibînin û qîmetekê didinê, vehûnandin û raçandinekê dikin ku ji negatîvîyetê zêdetir manayekê îfade nakin. Ev tarz serborî di kategorîya serborîyên kirêt û negatîv da ne û ne bo wan kesan nejî bo xwandevanan encameke pozîtîv û bihadar nadin. Lê helbet heqîqeteke dî ya jîyanê jî heye ku di jîyanê da tinê qenc û baş nînin, rêjeyeke kêm jî be neqenc û nebaş jî hene û helbet mafê wan yê negatîvîyetê jî dê hebe!..

Vêca di vê çarçoveya serborîyên maqûl da bi nivîsîna bîrhatinên xwe Dr. Hesen Şetevî karekî şayanî teqdîrê kirîye. Dr. Hesen gelek bi dilnizmî, bi nefsbiçûkî, bêyî ku bikeve nav teswîr û analîzên mezin û kûr û dûr û herwisa bêyî ku kesan tehqîr bike, bişkêne an biêşîne, gelek sade jîyana xwe, ya binemala xwe ya kakil û xeleka nêzîk ya dorberê binemala xwe û ya eşîrî nivîsîye. Eve ji bo binemala kakil [conjugal family – nuclear family – kernefamilie] û heta ya fireh wekî qedirşinasîyekê jî divêt bête dîtin. Dr. Hesen adeta xwe li hemberî binemala xwe deyndar dîtîye û bi vê pirtûkê xwastîye vî deynê xwe razî bike. Hema bêjin li ser hemû endamên binemala xwe agehîyek daye, teswîrek kirîye û di dawîyê da fotografek [resmek] jî lê zêde kirîye. Ji ber hindê ev reftara Dr. Hesen ya beramberî binemala xwe bihazanînek e, qedirgirîyek e, qîmet dayîneke ku eve jî gelek nazik û kubarane kirîye. Dr. Hesen ev wezîfeya xwe bi şewqeteke bab û bapîrane kirîye û eve hisseke gelek temîz û ji dil e ku Dr. Hesen nîşandayî. Ji vî alî ve jî karê ku Dr. Hesen kirî gelekî maqûl û insanî ye.

Di bîrhatinên Dr. Hesen da anekdotên interesant [balkêş] yên pêkenînî û dramatîk-trajîk jî hene ku ji wan sêyan dixwazim neqil bikim ku herweha hizirdêr in jî.

Ya ewil li ser Dr. Hesen bi xwe ye. Li goreyî gotina wî ew bi dîqqeta pîrika [ebe] ku di demê bûyîna wî û xwûşka wî ya cêmik [Jale] da amade bûyî sax maye. Anku mana wî ya li dinyayê piçek “tesadufî” bûye!. Pîrika wî Sitare Xanim piştî bûyîna Jaleyê li teniştê kîsekê dibîne û dibêje “Babo ka vî kîsî vekin ku em binêrin çi tê da heye”. Gava kîsî [hevalbiçûk – hevalzarok] vedikin dibînin ku zarokekî kur tê da ye û bi keyfxweşî mizgînîyê didine babê Dr. Hesen Mihemed Emîn Axayî ku ew jî piştî pênc zarokên kiç bi hatina kurekê şa û bextiyar dibe. Bi gotina Dr. Hesen rastî jî ew bi pirdiqqêtîya Sitare Xanimê li vê dinyayê maye û baş bû ku maye û bila jî [emir -temen] dirêj be.

Ya duyê li ser dayîka Dr. Qasimlo ye. Dayîka Dr. Qasimlo Fatima Xanim [berî şûkirinê navê wê Nene Can bûye] Asûrî-Suryanî ye. Gava prosesa şûkirina digel babê Dr. Ebdulrehman Qasimlo Mihemed Axayê Qasimlo [Wusûq El-Dîwan] dest pê dike li goreyî edetê mehelî [navçeyî] dibene germavê [hemamê]. Xebatkarê hemamê Şiî bûye û bi mereqdarî pirsîye ka ev jine kî ye… Jê ra hatîye gotin ku ew Asûrî-Suryanî ye û bûye musulmana sunnî û dê şû bi Kurdekî musulman yê sunnî bike. Xebatkarê Şiî, xuya ye ji alîyê mezhebî ve jî fanatîk bûye, gotîye; “bêjinê ew berê gû bûye û nihe jî bûye peyn!..”. [Bo tersê heywan û dewaran bi giştî peyn jî tête gotin]. Binêrin, ji bo şiîyekî fanatîk Asûrî-Suryanî bûyîna wê ji xwe “qusûr” e lê bi Kurdekî musulmanê sunnî şûkirina wê “sûc” e… Heke bi Kurdekî şiî şû kiriba ev rekasiyone nîşan nedida. Eve çi kor mezhebîtî ye!..

Ya sêyê jî gelek dramatîk e. Jineke feqîr ya Kurd li gundê xwe bi bombardumana rejima Îranê birîndar dibe. Jin herwisa bitişt [hemle] jî bûye. Di bombardumanê da zikê wê giran birîn dibe û adeta hinavên wê dirijin û jinik di wî halê giran da li ser xwe dimîne û gelek xwûnsarane hinavên xwe dike zikê xwe û destên xwe li ser dişidîne û di rêyeke dirêj da û peya xwe digihîne xestexaneya PDKÎ ku Dr. Hesen Şetevî lê cerah-doktorîyê dike.

Çawa digihe xestexaneyê Dr. Hesen bi lezeke mezin wê hildigire emelîyatê û karê lazim bi serkevtî pêktîne û hem jinikê hem jî zarokê wê ji mirinê xilas dike. Di demê tedawîyê da xetereke jîyanî ya zarokî rûdide û di wê lehzeyê da jin dibêje Dr. Hesenî ku bila zarok xilas bibe ew bi xwe bimire jî xem nake û lava dike ku zarokê wê xilas bike ku tola wê ji dijminan bistîne. Çi reftareke esîl û nimûne ya dayîkî bûye. Bi şans bûye ku zarok jî sax dimîne. Axir piştî demekê ku bi ser xwe ve têt, mêrê wê têt û wê dibe mala xwe. Di çûyînê da tête serê Dr. Hesenî û bi çavên dilsoj û minetdar spas dike û xatira xwe jê dixwaze û diçe.

Helbet serborîyeke polîtîk ya Dr. Hesen jî hebûye û eve jî di warê dinyaya polîtîk ya wî da tecrubeyekê pêktîne ku di bîrhatinên xwe da cih daye vî alîyê xwe jî û herweha çend nimûneyên giring û balkêş jî dane. Ji ciwanîya xwe were ji bo rizgarîya welatê xwe Kurdistanê û azadîya xelkê xwe yê Kurd têkoşîn daye, di her warî da, sivîl be, poilîtîk be, meslekî be di nav her reng organîzasyonê da xizmeta xelk û welatê xwe kirîye.

Herwisa ji binemala Dr. Hesen, kesekî navdar yê polîtîkaya Kurdistanê derketîye ku hem bi zanîn û teorîya xwe, hem jî bi pratîka xwe ya organîzatorî ve bûye navekî mohrî ku ew jî Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. Dr. Hesen hem xwarzayê Dr. Qasimlo ye hem jî hevrêyê wî yê têkoşîna doza Kurdistanê ye û di bîrhatinên xwe da bihayekî mezin û ber bi çav daye vê têkilîyê.

Agehîyên jîyana sosyal û paşê jî polîtîk yên Dr. Qasimlo û fotografên di albûmê da hatine dan jî giring û bihadar in ji bo xwandevanan û arşîva Kurdistanê.

Min ji 1979ê were Dr. Qasimlo nas dikir. Ji Adara 1979ê pê ve li Mehabadê têkilîya me dîrekt çêbû û heta şehadeta wî dom kir. [Ez Adara 1979ê li Mehabadê bûm. Berî ku Dr. Qasimlo ji bo hevdîtina digel rêvebirên rejima nû biçe Tehranê me hevdîtineke kurt kir. Paşê em bi telefonê axivtin û kivş bû ku hatina wî dê dirêj bikêşe. Ez çûme teşkîlata PDKÎ ya Mehabadê, kak Selîm Babanzade li wê derê bû, me hev dît, ez birime mala xwe, mêhvandarîyeke gelek germ nîşan da… Di wê seferê da ez beşdarî “Roja Şehîdan” ya li 30ê Adarê ya li ser gora şehîda -Goristana Mehabadê- jî bûm ku boşahîyeke mehşerî pêkhatibû û ji rêvebirîya PDKÎ kak Celîl Gadanî axivtineke gelek xurt û ajîtatîv kir. Piştî şoreşa Îranê û hilweşîna rejima Şahinşahî yêk ji kombûn û bîrînanên ewil ya Kurdistanê bû ev xwenîşandana roja şehîdan ya li Goristana Mehabadê.] Ji biryargehên Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê yên li Mehabad [nav bajêr û Goktepe] heta gundê Şîvecoyê ku dikete navçeya Gewirkê ya Serdeştê û nêzîkî Rebet û Mîrawa bû li rojhilata Kurdistanê û herweha heta Ewrûpayê jî têkilîya me berdewam bû. [Carekê jî li Goktepe digel nivîskarê Ermenî-Fransî Gerard Chaliand em mêhvanê Dr. Qasimlo bûn û Dr. Qasimlo em li ser bendava (sikir – baraj) Mehabadê gerandibûn. Me gelek resim jî kêşan lê mixabin fotografên min yên bi Dr. Qasimlo ra û yên di wan seferan da hatine kêşan di operasyonên polîsan yên di 79 û 80ê da hatin desteser kirin û neman… Li alîyê dî, di lîteratûra PDKÎ da ji bo Polîtburoyê, Deftera Siyasî dihate gotin ku li serê gundê Şîvecoyê, -hema bêjin nîvî di bin erdî da- bi kamuflajeke têra xwe ewlekar merkezek ava kiribûn. Ji Mîrawa ve ji çeme Kelwê [Zêyê Biçûk] derbaz dibûn. Deftera Siyasî ya PDKÎ ya li jorîya Şîvecoyê di dolekê da bû û herwisa nêzîkî gundê Doletû jî bû ku endam û alîgirên PDKÎ bo wê derê “Dola Demokrat” digotin.]

Piştî ku têkilîya me bi PDKÎ û Dr. Qasimlo ra xurt bû û pêşve çû, Dr. Qasimlo kartekî taybetî bi îmza xwe û mohra polîtburoyê bo min çêkir û da min ku di hatûçûyan da hem li nav xelkê hem li teşkîlatên partîyê hem jî li kontrolên pêşmergeyan da hevkarî bête kirin. Kartê ku Dr. Qasimlo daye min li her derê wekî kilîlekê bû û referanseke bihadar bû. Carina di kontrolgehên pêşmergeyan da dihate pirsîn ka em kî ne lê gava ew kart min nîşanî wan dida bi rêzgirî hevkarî dikirin û gelek caran pêşmerge û berpirsiyaran bo çay vexwarinekê jî be em mêhvan dikirin.

Di derketina krîza gora Mela Mustefa Barzanî ya li Şinoyê da, em hingê li wê navçeyê bûn û di hatûçûnê da me seredanîya merkeza PDKê [Barzanî] ya li Rajanê jî dikir.  [Derêxistina meytê Mela Mustefa Barzanî ji gorê gelek aşkera provakasyoneke plankirî bû -Havîna 1981ê- û paşê jî bû sebebê şerê navxweyî. -Meytê Barzanî 29ê Hezîrana 1981ê bi şev ji gorê hate derêxistin û yên ev karê kirêt û dijminane kirî meyt nebiribûn û wisa li rexê gorê hêlabûn û paşê jî PDK û Binemala Barzanî meytê Mela Mustefa Barzanî birine cihekî ewle û bi kontrol û li 2ê Tîrmeha 1981ê li gundê Helecê li navçeya Zêweyê bo demekî borînde veşartineve heta ku dem bêt û neqilî navçeya Barzan bikin. Piştî serkevtina Kurdan li başûr ya piştî şerê Kuweytê û hilbijartina 19ê Gulana 1992ê û avabûna “Hukûmeta Herêma Kurdistana Iraqê”, 6ê Çirîya Pêşîn-October ya sala 1993ê meytê Barzanî neqilî gundê Barzan kirin û li cihê ku wî wesyet kirî spartine axa welatî.-]

Di demê rûdana wê bûyerê da ez mêhvanê Dr. Qasimlo bûm li Deftera Siyasî [Polîtburo] ya li Şîvecoyê. [Ez wekî endamê Polîtburoya Partîya Sosyalîst ya Kurdistana Tirkîyeyê -PSKT- bi berpirsiyarî li wê derê bûm û digel hejmareke zêde ya hevalên partîyê em mêhvanên PDKÎ bûn ku ewil li navçeya Somayê (nêzîkî Urmîyeyê) li teşkîlata PDKÎ mêhvan bûn ku berpirsiyar hingê kak Cangîr Îsmaîlzade û kak Elî Kaşifpûr bûn û paşê jî, piştî şerê navxweyî, em çûne nêzîkî Polîtburoya PDKÎ, li pişt gundê Mîrawa li gundê Elîabadê ku dikete navbeyna Pîranşehir-Xane û Serdeştê, bi cih bûn.] Min gote kak Dr. Qasimlo ku ev kiryara kirêt û dijminane gelek aşkera provakasyon e û merkezên bêyûm dixwazin di nav Kurdan da arêşêyê derêxin û ji bo çareserkirina vê pirsê em daxwaza diyalogê dikin ku herdu PDK dikarin di nav xwe da vê pirsê biaxivin û rêya çareserîyê peyda bikin û firsetê nedine ajawekaran. Dr. Qasimlo gelek aşkera ew bûyer şermizar kir û got ku ew amade ne li ser vê bûyerê ji her alî ve lêkolîneke hevrayî bikin, ron û zelal bikin û xwast vê mesaja wî ya çareserkirina problemê bi rêya aştîyane bigihînine PDKê. [Dr. Qasimlo cigareya KENT dikêşa. Di wê suhbetê da teklîfî min jî kir. Min cigare hêlabû, ji ber ku di wan şertan da me di nav xwe da ji ber kêm imkanîyê cigareyên BAGHDAD dikêşan ku gelek dijwar bû, lewma min cigare hêlabû, terk kiribû. Lê di wê hevdîtin û suhbeta germ ya Dr. Qasimlo da min jî cigareya ku wî teklîf kirî wergirt û digel wî kêşa… Mirovekî nazik, kubar û rêzgir bû. Cigareya min berî ya xwe hindî ku min itiraz jî kir wî bi beresteyê (çeqmaq) xwe vêxist. Piştî ez rabûyî pakêteke KENTê jî da min.] Min hazirîya vegera ji bo Somayê dikir û Rajan li ser rêya me bû. Berpirsiyarê PDKê yê li Zêweyê Teyîb Akreyî herdaîm hevkarîya me dikir di wan hatûçûnan da. Giringîya çûyîna Rajanê çawa min jê ra behs kir hema ez bi lez birime Rajanê. Ew mesaja kak Dr. Qasimlo min gihande kak Mesûd Barzanî û sekreterê PDKê kak Elî Ebdula, -herweha kak Felakedîn Kakeyî jî li wê derê bû-, ku hingê li Rajanê [Nêzîkî Zêweyê] bûn. Di wê seredanîya kurt da kak Mesûd Barzanî û kak Elî Ebdulayî jî nigeranîya xwe îfade kirin lê belê ji axivtinên wan xuya bû ku gelekî aciz bûn û herweha gotin ku ew jî naxwazin di navbeyna partîyên Kurdan da şer derkeve û divêt hemû pirsgirêk û arêşeyên heyî bi rêya diyalog û hevdîtinan, hevxebatan bêne çareser kirin. Hingê hemû partîyên Kurd yên li wê navçeyê di nav hewildanê da bûn ku pirsê bi rengekî aştîyane çareser bikin… Belêm mixabin ku hemû hewildanên aştîyane bêyî encam man û cihetên bêyûm, xêrnexwaz û fitneyê gihiştin armanca xwe û di nav du partîyên bira yên Kurd da, PDKÎ û PDK-Iraqê da ew şerê xembar derket. Helbet cihê behskirina dereceya heqî û neheqîya terefan ne ev dere ye, ne ev nivîs e lê tiştê herî aşkera ew e ku Kurdan hingê pêkve xwûn berze kir, bi hev ra xusurîn, zerar û ziyan dîtin, pêşmergeyên herdu alîyan berbûne hev û telafeta canî çêbû û neyar jî, bi taybetî Tehran û Bexda û helbet Şam û Ankara jî pê gelek dilxweş bûn!..

Li vê derê dixwazim behsê mêhvandarîya kesekî ji binemala Qasimloyîyan jî bikim ku Dr. Hesen jî di bîrhatinên xwe da behsê wî lêzimê xwe kirîye. Di nav wê alozî û arêşeya mezin da berî ku Şino bikeve destê Pasdaran em mêhvanê xwarzayê [ji dereceya duyemîn] Dr. Qasimlo Salih Xan bûn. Wan deman heval û hevjîna min Rûken jî hatibû û teşkîlata PDKÎ ya Şinoyê û berpirsiyar kak Husên Medenî [berî wî jî dostê min yê hêja kak Nebî Qadirî berpirsiyarê Șinoyê bû û me rojên xweş bi hev ra derbaz kirîbûn ku polîtîkerekî hêja û bijare yê PDKÎ bû] em birine mala Salih Xanî. Salih Xan û jina wî ya hêja Efser Ferrûxî Xanimê mêhvandarîyeke gelek germ bo me kiribûn.

Rojnamevanê Awusturyayî Georg Hoffman-Ostenhof bi wê gotina xwe ya gelek balkêş Dr. Qasimloyî tam teswîr dike:

“Gava ez seredanîya wî li Kurdistanê dikim [di salên piştî şerê havîna 1979ê da], wî wekî lîderekî polîtîk û kumandanekê ku dersê dide şervanên xwe dibînim. Belêm her ew mirov li Parîsê wekî intelektuelekî ku gelek baş Fransî diaxive derdikeve pêşîya min.”

Dr. Qasimlo di timamî jîyana xwe ya akademîk, polîtîk û rêxistinî da xizmeteke mezin ji bo azadîya neteweyê xwe ji bo rizgarîya welatê xwe kir. Hem di cîhana polîtîk ya navxweyî hem jî di meydana polîtîk ya dinyayê da lîderekî karîzmatîk, balkêş û xwudan seng bû. Di suhbet û axivtinan da jî mirovekî sosyal, rûken, suhbetxweş û nuktedan bû. Digel xwe î aşt û bi xwe bawer bû. Helbet wekî her mirovekê bê qusûr nebû û kêm û kasî, xeletî û şaşîyên wî jî hebûne muhaqqaq û hebûn jî. Lê belê xaneya wî ya bi başî, qencî û serkevtinîyan ve tijî bi giranî li pêş bû. Yêk ji alîyê herî baş yê Dr. Qasimlo jî ew bû ku herçend zemînê sosyal û polîtîk hebû jî belêm firset neda ku wî bikine serokekî dogma û tabû!.. Heta şehîtbûna xwe jî di xizmeta neteweyê xwe da li ser kar û xebatê bû û di nav xebatê da serê xwe, canê xwe, xwûna xwe da. Ew herdaîm hêjayî bîrînanê ye.

Li vê derê dixwazim çend paragrafan ji dîtin û bîr û hizirên Dr. Qasimlo bidim. Ji kovar û rojnameyên ku di arşîva min da hebûn min derêxistin û li jêr neqil dikim.

Dr. Qasimlo berî ku bête şehît kirin, di rûniştina digel heyeta rejima Iranê da li Vîyanayê li ser xalên giring rawestaye. Ew axivtina wan bi teybê di kasetê da hatîye qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê piştî lêpirsîna bi giştî ya çend salan ev kasete teslîmî sekreterê giştî yê PDKÎ yê hingê kak Evdila Hesenzade kirîye. Ev axivtin di kovara Berbangê ya Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê, li hejmara 106-107 ya Adara 1998ê di rûperên 22-24ê da bi kurmancî hatîye weşandin. Berbangê jî ji nivîsa Chris Kutschera wergerandîye Kurdî. Chris Kutschera ew axivtina Qasimloyî ya digel heyeta rejimê bi kurtebirî di Lé Monde ya 1.1.1998ê weşandîye. Rojnameya Iranê Keyhan jî di hejmara xwe ya 689ê ya 1376ê Hetavî [8.1.1998] da cih dide vê nivîsê. Hemîd Gewherî jî bo Berbangê ji Farsî werdigerîne. Min ew tekst ji nû ve redakte kir û li jêr didim.

Ji vê nivîsê xuya dibe ku ev hevdîtine bi rizaya herdu alîyan hatîye qeyid kirin.

Bi her hal hem axivtina Dr. Qasimloyî ya di wan hevdîtinan da û hem jî ji alîyê nasîna zihnîyeta dagîrkerîya dewleta Îranê ve giring in û dersdêr in. Min xwast di vê pêşgotinê da cih bidime van dîtin û axivtinên Dr. Qasimlo ku dê ji bo xwandevanên vê pirtûka bîrhatinan ya Dr. Hesen Şetevî jî balkêş bin.

Teksta hevdîtina Dr. Qasimlo ya digel heyeta fermî ya Komara Îslamî ya Îranê bi vî rengî ye:

Gotûbêja Dr. Qasimlo û heyeta PDK-Î ya bi heyeta rejima Îranê ra li Vîyanayê

Roja 13.6.1989ê (*) Doktor Evdirehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ] bi du fîşekan, di avahîyekî li Vîyanayê da digel hevalên xwe hate şehîd kirin.

Ew cara duyemîn bû ku Qasimlo bi heyeta Komara Îslamî -li Kanûna Pêşîn [December] ya 1988ê û li Kanûna Paşîn [January] ya 1989ê- peywendîyan dadine.

Cehfer Sehrarûdî, cihgirê serokê Dezgehê Parastina Pasdaran li Kurdistana Iranê, di wê teqekirina Vîyanayê da birîndar bû. Sehrarûdî bêyî ku polîsê Awusturyayê rê li ber bigire, ji wê xestexaneya [nexweşxaneya] ku tê da dihate derman kirin, derket û çû sefareta Komara Islamî û li roja 22.6.1989ê (**) jî ji Awusturyayê derket. Kesekî dî yê bi navê Berzekyan, demekê ji alîyê polîsê Awusturyayê ve hate girtin lê paşê hukmê girtina wî hate rakirin û Berzekyan [Buzurgiyan] vegerya Tehranê. Kesê sêyemîn Hacî Mustefa Lacwêrdî [Hacî Mustefewî], serokê

Dezgehê Parastinê li herêma Kurdistana Iranê bû û ew jî bi serbestî ji Awusturyayê derket.

(*) Di vê nivîsê da roja şehîtbûna Dr. Qasimlo xelet hatîye nivîsîn. Rastîya wê ev e: 13.07.1989 [RH]

(**) ev deme jî divêt wisa be: 22.07.1989 [RH]

Bazar [Muzakere] tête qeyid kirin

Gotûbêjên nûnerên Komara Islamî û rêberên Kurd ji alîyê gotûbêjkeran ve, bi teybê hatin qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê, piştî hilgirtina wan kasetan bo demekî dirêj, nihe ew kaset teslîmî Hizba [Partîya] Demokrat ya Kurdistana Iranê kirin. Me şiya bi hevkarîya Evdila Hesenzade, Sekreterê PDKÎ, guhdarîya wan kasetan bikin.

Evdirehman Qasimlo çu caran weha hûr dîtina xwe li ser otonomîyê dîyar nekirîye. Gotinên nûnerên Komara Islamî jî, ku wan bawer nedikir ku rojekê ew kaset belav bibin, nîşanderên dîtin û şêweyê hizirkirina karbidestên Komara Îslamî ne, ku di navbeyna têgihiştin û perspektîvên vî serdemî û serdemê Hezretê Elî da tevlîhev dibin.

Kengî  biryara kuştina Qasimloyî dan?

Başe gelo kujerên [qatilên] Qasimloyî piştî bihîstina axivtinên behskirî biryara kuştina wî dan an berî destpêkirina gotûbêjan ew biryar dabûn? Bi guhdarîya wan kasetan senaryoyeke weha di mejîyê wan da çêdibe: “Karbidestên Komara Îslamî dizanîn ku Hizba [Partîya] Qasimloyî ji alîyê leşkerî ve derb xwarîye û ji ber kesên ji partîyê cudabûyî ve jî lawaz bûye û ew dibe ku bi rêya gotûbêjan pirsgirêkan çareser bike û bi vî rengî hêvîya wan ew bû ku ew [PDKÎ] bi çarerêyeke navincî anjî azadbûna xebata hizba xwe razî bibe.”

Lê Qasimloyî di gotûbêjan da rik li ser hindê girtibû ku divêt rêberên nû yên Komara Îslamî [Xumeynî 4.6.1989ê mirîbû] otonomîyê bo Kurdistanê rabigihînin.

Nûnerên rejima Tehranê encamên rûniştina yêkemîn ya gotûbêjan gihandin karbidestan û ferman gihişt ku “ji nav bibin”. [Anku Dr. Qasimlo bikujin. -RH]

Sehrarûdî dibêje: “Selam û Eleykûm, me biryar daye ku ev peywendî bi timamî nepenî bin, çiku dijmin naxwazin ku ev pirs bêne çareser kirin, heta hindek di nav dewleta Komara Îslamî da jî li dijî van peywendîyan in. Nabe ku di nav dezgehên rêvebir da jî bi aşkerayî behsê vê çendê bête kirin.”

Qasimlo bêyî pêşgotin, rasterast diçe ser eslê pirsê: “Me di hevdîtina xwe ya dûmahîyê da behsê du babetan kir; qebûlkirina eslê otonomîyê û serbestbûna xebata hizba [partîya] me. We bersiv da û got ku nihe rêberên rejimê otonomîyê qebûl nakin. Babetekî dî jî ku li polîtburoya me bi dirêji li ser hate axivtin ew e ku gelo çekên pêşmergeyan dê bêne tehwîldan an ne. Polîtburo [PB] di wê bawerîyê da ye ku nabe ku çek bêne tehwîldan. PB di wê bawerîyê da ye ku piştî deh salên şerî û hemû gorîyan, otonomî bûye sembola daxwazên me.”

Hûn boçi ji gotinan ditirsin?

[Qasimlo dewam dike…]

“Hûn dibêjin gotineke [peyveke] dî bi kar bînin. Heke hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin, başe gelo hûn boçi [çima] ji gotinan ditirsin? Nifşê [Neslê] min nifşê demokratî û otonomîyê ye. Çaresernekirina pirsa Kurdan dibe ku wan ji navendê dûr bêxe û wan ber bi daxwaza cudabûnê ve bibe.”

Sehrarûdî dest pê dike: “Eve cara yêkemîn e ku em di warê şêweyê hizirkirina îslamî da li ser pirsa neteweyan diaxivin. Em ji bo çareserkirina probleman bi gotina çu alîyekê nakin. Ne rojhilat û ne rojava û em amade ne ku canê xwe jî di rêya armancên xwe da bidin.”

Qasimlo dibêje: “Ez wan problemên ku hûn li ser diaxivin û dibêjin ku asteng in di rêya ragihandina otonomîyê da qebûl nakim. Axayê Xumeynî û Axayê Refsencanî nihe diçin bo nivêja eynîyê li Tehranê û ew dikarin îşaretê bo pirsa otonomîya Kurdistanê bikin.”

Û Qasimlo otonomîyê bi vî rengî hildisengîne.

Otonomî çi ye?

“Me bawerî bi çar xalên eslî heye. Ya yêkemîn otonomîya necivandina desthilatê di hukûmeta merkezî da. Xala duyemîn ya giring ji me ra zimanê Kurdî ye. Divêt ku Kurdî zimanê resmî yê deverên Kurdcih be. Pirsa sêyemîn xuyakirina tixûbên herêma otonomîyê ye. Ji bo vê pirsê divêt dîyardeyên cografî, aborî û bi taybetî îradeya rûniştevanên navçeyên Kurdcih li ber çav bêne girtin. Xala çaremîn ji bo Kurdan dîyardeya bingehîn e; ewlehîya navxweyî ya deverên Kurdcih divêt bi destê Kurdan bête bi cih înan. Me ji van zêdetir çu tişt nevêt û ji bo bi cih înana van şertan [mercan] jî em realîst in.

Wekî nimûne, ji bo dîyarkirina tixûban bêşik dê pirsgirêk peyda bibin, lê heke hûn babetên eslî qebûl bikin, em li ser babetên biçûk şerî nakin. Nabe ku gotina otonomîyê bête guhorîn. Vê gotinê, li nik miletê Kurd alîyê xwe yê atifî û dîrokî heye. Eve nimûneyek e. Ez di wê bawerîyê da me ku hûn naveroka wê qebûl dikin lê hûn naxwazin wê gotinê bi kar bînin. Heke kesek deqên [ayetên] ayînî bixwûne neşêt [nikare] bêyî Bismilahî Rehmanîl Rehîm dest pê bike. Eve jî herweha ye. Hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin lê Bismillaha wê qebûl nakin.

Divêt em bi Tehranê ra biaxivin

Li vê derê nûnerên Komara Îslamî dibêjin, ku berî berdewambûna li ser gotûbêjan [ku hêvîyeke mezin pêkînabû] divêt peywendîyê bi Tehranê ra bikin.

Dûtira rojê, 13ê Hezîranê (***), Sehrarûdî dibêje ku me peywendî [têkilî] digel “biraderan” kir û li ser axivtina xwe berdewam dibe: “We duhî got ku bila karbidestên Komara Îslamî li ser nivêja eynîyê [heynî-înî] îşaretekê bo pirsa otonomîyê bikin… Babetên weha hene ku berpirs û rêvebirên eynîyê dişên [dikarin] li ser biaxivin, lê tiştên wisa jî hene ku bîr û bawerîyên me li ser wan yêk [hev] nagirin.”

(***) Divêt 13ê Tîrmehê be. [RH]

Sehrarûdî êdî xwe ji wê suhbetê vedikêşe û vê çendê zelal dike ku rejima Komara Îslamî çawa û bi çi rengî karên xwe bi cih tîne an paşguh dike û dibêje: “Dîyar e ku hindek pirsên dî jî hene. Di van salên dawîyê da behsê rola bazarî tête kirin. Hejmarek di wê bawerîyê da ye ku nabe bazar aborîya Îranê bêxe nav destên xwe û mustezfîn wekî rûniştevanên hejmar du [dereceya duyê] lê bên. Demê Îmam hêj î sax bû ragihand ku îslam ne alîgirê sermayedarîyê ye û nejî alîgirê aborîya dewletê ye, lê dîyardeyek e dixwaze di nav wan herduyan da be. Rêya sêyemîn heye ku qanûna xwe heye; qanûn sê cara hate [dan] ber destê parlementê, lê encam… heta ku li dawîyê neçar bûn ku rêbikin bo ber destê Civata Dîyarkirina Meslehetê.

Îslam û otonomî

Nihe em vegerin ser behsê otonomîyê… Di vî warî da jî wekî pirsa aborîyê du dîtin hene. Yêk ji wan dibêje ku li ser demê Hezretê Elî, Hezretê wî li navenda Xelîfeta Îslamî hukûmet çêdikir û deverên dî jî bi navê “Wîlayet” hebûn ku bi destê “Walîyan” dihatin rêvebirin û wan desthilateke berfirehtir û mezintir ji vê otonomîya evro [îro] hebû. Alîyê dî dibêjin nexêr, ew dîyarde vedigere bo serdemê Hezretê Elî û dinyaya îro bi rengekî dî ye. Dijminan dormandorê me dorpêç kirine. Endamên Natoyê û rejimên kevneperest nahêlin ku otonomî di nav çarçove û tixûbên xwe da bimîne. Ew bi rêya berfirehkirina wê hewil didin wê ji navendê [merkezê] cuda bikin. Otonomî ne tiştekî wisa ye ku bi behskirina wê bi carekê an du caran li nivêja eynîyê bête çareser kirin. Pirsa duyê jî ew e ku Hizba [Partîya] Demokrat dixwaze xwe di hal û rewşa nihe da biparêze û digel Komara Îslamî gotûbêjan bike, lê şika min nîne ku ev dîyardeye nayê qebûl kirin.

Sehrarûdî careke dî li ser çawatîya birêvebirina rejima Komara Îslamî ya karûbaran xwe xafil dike û dibêje ku; “ez nimûneyeke dî ji we ra tînim: Ev biryarên ku nihe di meydana siyaseta derve da, hûn dibînin, piştî çendîn gotûbêjên salan hatine dan. Biryara qetandina têkilîyên digel Amerîkayê [Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê-USA] û avakirina peywendîyan bi Yêkîtîya Sovyetan ra di şevekê da û ji alîyê yêk kesî ve nehatîye dan. Gelek axivtin li ser hatine kirin, heta piştî sê sala, deh sala, yazdeh sala û li berçav danana rewşa Sovyetê gihiştin wê encamê ku bi wan ra li ser hindek tiştan li hev bikin. Boçi? Çiku me problemên Afganistan, Pakistan û Kendavê [Golf] hene û xuya ye jî ku problemên me bi rojavayê ve jî hene. Divêt li ser otonomîyê jî çend salan axivtin bête kirin. Ez piştrast im ku şertên nihe wê otonomîya ku tu behsê wê dikî qebûl nakin.”

Li vê derê Hacî Mustefa [Hacî Mustefewî] dikeve nav suhbetê û dibêje: “Bismillahîl Rehmanîl Rehîm, partîyên komûnîst di warê neteweyan da xwe bi dîtinên Stalînî ve girtine. Ereb dibêjin, bi dîtina me partîyên sosyaldemokrat bîr û bawerîyên xwe hene. Derbareyê me hêzên îslamî û Komara Îslamî heta nihe pirsa neteweyan hilnesengandîye. Heke Komara Îslamî bikare [bişêt] di vî warî da bîr û bawerîyên xwe dîyar bike, dê serkevtineke gelek baş bi destê wê ve bêt. Dîyar e ku di îslamê da sunneta pêxemberî û cihgirên wî heye. Hêvîdar im ku Komara Îslamî wan dîyardeyan bêxe ber çavan û di navbeyna wan da, ya ku sunneta pêxemberî destnîşan dike û ya we divêt nîvenîvek bête bi dest ve înan.”

Yêkîtîya Komarên Federal

Qasimlo dibêje: “Hûn dibêjin pirsa eslî ya nihe ne çareserkirina otonomîyê ye, lê dîyarkirina şêweyê peywendîyan e di navbeyna Hizba [Partîya] Demokrat û Komara Îslamî da. Em hatine daxwaza çareserkirina pirsa otonomîyê ji we dikin.”

Ew paşê dibêje ku mafê çarenivîsê dikare bi şêweyê serbixweyî, federalî û otonomîyê bête bi cih înan û wisa didomîne; “pirsa me ew e, em dixwazin bizanin gelo Komara Îslamî bi rastî dixwaze pirsa neteweyan li Îranê çareser bike an ne?. Heke divêt, bi çi tarzî? Bi rengê serxwebûnî, federalî an otonomîyê? Me Kurdan kêmtir tişt xwastîye, belêm em federalîyê jî qebûl dikin. Bi dîtina min, çiku îslamê di wî serdemî da awayekî federalîyê qebûl kirîbû, ya çêtir ew e federalî li ber çavan bête danan û wekî nimûne Yêkîtîya Komarên Federalî yên Îranê pêkbînin. Heke hûn çu ji van qebûl nakin, hingê xuya ye ku hûn naxwazin pirsa neteweyan li Îranê çareser bikin… Dibe ku subehî beşekî dî yê Îranê daxwaza otonomîyê bike. Divêt hûn aza bin û pirsa navxweyî ya Iranê bi durustî û li goreyî qanûnê, wekî hev bo hemûyan, bo Ereban, Belûcan, Turkmen û Kurdan çareser bikin, eve di paşerojê da dê mezin bibe.”

Piştî behskirineke kurt heyet biryarê didin ku roja piştî wê careke dî kom bibin.

Fazil Resûl, navbeynkarê Kurdên Îranê (****) dibêje: “Hûn an dê li hev bên û we divêt bêyî şer gotûbêjan bidomînin anjî dê her bi şerî gotûbêjan berdewam bikin, lê ya baştir ew e ku hûn her nihe li ser tiştekê li hev bên… Derfetekî [Keysekî) baş e. Dibe ku sê salên dî rewş bête guhorîn, parsengîya hêzan bi rengekî dî be…”

Teq, teq, teq, teq…

Eve axivtinên wan yên dawîyê ne. Di teybê da dengê teqîna fîşekan tête bihîstin, paşê bêdengî… Demê ku cîran polîsan ji birîndarîya Sehrerûdî agehdar dikin, polîs rastî cendekên sê Kurdan tên.

(****) Fazil Mihemed Resûl, Kurdê başûra Kurdistanê ye û dostê birêz Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK] bû ew jî di wê felaketê da hate kuştin.

Berbang, Kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê, Hj. 106-107, r. 22-24 – Ji arşîva ROJAN HAZIM

Not: Di wê komkujîyê da digel Dr. Abdulrehman Qasimlo, hevalê wî yê partîyê, endamê komîteya merkezî û berpirsiyarê partîyê yê Ewrûpayê Ebdula Qadirî Azerî jî hate kuştin. -RH

***

Ji Rojnameya Kurdistan Pressê

Dr. Qasimlo 6.10.1988ê li Stockholmê intervuyek daye Kurdistan Pressê. Li ser navê Kurdistan Pressê Çetin Çeko bi Dr. Qasimlo ra intervuyê dike û di hejmarên 42 [6.10.1988] û 43ê [13.10.1988] da hatîye weşandin. Intervuyeke balkêş e û di wan şert û mercan da li ser rewşa bi giştî Iran, rojhilatanavîn, dinya û Kurdistanê bîr û bawerîyên xwe, polîtîkaya partîya xwe gelek bi zelalî behs dike. Tesbît û analîzên wî yên hingê û dîtinên wî yên di demê muzakereya digel rejima Komara Îslamî da li Vîyanayê hevdu timam dikin. Di zêhna Qasimlo da istikrareke bîr û hizirî tête dîtin… Ji wê intervuya dirêj çend paragrafan li jêr didim:

“Hedefa stratejîk ya partîya me Demokrasî bo Îranê, Otonomî bo Kurdistanê ye. Em otonomîyê dixwazin çiku em partîyeke realîst in. Belêm li Kurdistanê grûbên ku serxwebûnê dixwazin, yên ku dixwazin parçeyên Kurdistanê bikine yêk jî hene. Heke em jeopolîtîka Kurdistanê bidine ber çav eve pozisyoneke rasyonel nîne. Ji ber ku gotina serxwebûnê tête manaya guhorîna tixûbên çar dewletan. Hem jî li kî derê? Li Rojhilatanavîn!

Esasen em mafê self-determînasyonê [Mafê Çarenivîsa Neteweyan ya Xwe bi Xwe] diparêzin. Eve bi formên cuda dibe. Serxwebûn û federasyon jî di nav van forman da ne. Têkoşîna me ji nav van forman ya ji bo otonomîyê ye. Nihe, şîara me ya li Îranê jî otonomî ye.

Wekî em bo otonomîyê têkoşînê didin vê nabêjin: Mafê Kurdan yê serxwebûnê nîne!

Nexêr, heye.

Belêm, siyaseta partîya me otonomî ye, serxwebûn nîne. Xelkê me jî piştevanîya vê siyaseta me dike.

Îro li Îranê xelkên dî jî dijîn. Fars li Îranê ji sedî [%] 50 kêmtir in, anku kêmanî ne. Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî û Tirkmen hemû pêkve ji seda 50 zêdetir in. Li goreyî vê yêkê li Îranê sîstemê federalîyê pêkbêt eve dê bête manaya bi cih hatina xwastekên me…”

[Kurdistan Press, hj. 42, 6.10.1988 – Ji arşîva ROJAN HAZIM]

Dr. Qasimlo gava bersiva pirsa li ser êrişa Iraqê ya li “Kurdistana Iraqê” ya di demê şerê Îran û Îraqê da dide tesbîteke giring dike:

“Piştî bûyera Helepçeyê ez li hêvîyê bûm. Çiku rewşa bûyera Helepçeyê li Iraqê cuda ye. Cara ewil Kurdên Iraqê Helepçe vegirt. Paşê jî ertêşa Îranê kete Helepçeyê. Iraqê reaksiyoneke gelek dijwar nîşanî vê tifaqê da…”

Ji vê tesbîta Dr. Qasimlo manayeke wisa derdikeve heçku Îranê û “Kurdên Iraqê” di vegirtina Helepçeyê da tifaq kirîye û rejima Seddam jî ji kerbên vê tifaqa Kurdan ya digel Îranê Helepçe bi jehra kîmyayî bombarduman kirîye… Esasen ji serî were hizireke wisa di serê hemû Kurdan da heye. Bi her hal tesbîta Dr. Qasimlo ya di vî warî da gelek balkêş e.

[Kurdistan Press, hj. 43, 13.10.1988 – Ji arşîva ROJAN HAZIM]

Di vê intervuyê da Dr. Qasimlo tesbîteke dî ya giring dike ku ji bo îro jî ronîker e: “… Ez dixwazim li ser xaleke li dîroka me rawestim. Bab û bapîrên me di siyasetê da hertişt reş û spî dîtine. Di siyasetê da rêş û spî nîne. Di siyasetê da tu tiştekê distînî û paşê jî ji bo standina tiştekî dî dixebitî. Nîvîya Kurdan li Tirkîyeyê dijîn û pirsa Kurd li Tirkîyeyê dê bigihe çareserîyekê. Eve dê ji bo parçeyên dî jî bibe nimûne. Belêm ji bo vê yêkê divêt gelek bixebitin, têkoşînê bidin, terka sloganên xirab bikin û bibine xwudanê xweşbînîyê [toleransê]. Hêvîya min ji Kurdên Tirkîyeyê gelek e. Em wekî Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê gelek vekirî piştevanîya hemû têkoşînên rizgarîya neteweyî yên li dinyayê dikin. Helbet destekê didine têkoşîna xelkê Kurd ya li Tirkîyeyê jî. Eve mafê me ye. Eve nayête manaya ku em têkilî karûbarên navînî yên Tirkîyeyê dibin. Eve ji bo me ji alîyê millî û mirovî ve hem mafê me ye hem jî erkê me ye…”

[Kurdistan Press, hj. 43, 13.10.1988 – Ji arşîva ROJAN HAZIM]

Mixabin ku ev lîderê Kurd yê navdar û jîr di hevdîtina digel heyeta Komara Islamî ya Îranê ya bi armanca çareserkirina pirsa Kurd ya li rojhilata Kurdistanê da bi biryara rejima Îranê gelek bêbextane hate şehîd kirin. Hevjîna berê ya Dr. Qasimlo Xanim Helene Krulichê hilbijartina vê rojê jî balkêş dîtibû û gotibû ku di 40 rojîya şîna Xumeynî da hate kuştin Dr. Qasimlo. Dîyar e lolebkêşên rejima Komara Îslamî ya Îranê fitoya li ser kuştina Dr. Qasimlo ya Xumeynî bi cih înabûn. Xumeynî wekî dijî Kurdan li Tebaxa 1979ê şer daye dest pê kirin di beyanateke xwe ya di televizyona dewletê da Dr. Qasimlo wekî “Dijminê yêkemîn yê Xwudê” îlan kiribû.

Li ser vê yêkê Dr. Qasimlo di suhbeteke me ya li Kurdistanê da got ku Xumeynî di derheqê wî da “Ew şeytanê buzurk e” gotîye. Di Farisî da “Şeytanê buzurk” anku “Şeytanê mezin” e…

Bila rûyê rejima Komara Îslamî ya Îranê reş û tarî be!.. Ku ji xwe wisa ye!.

Bi vê tesbîtê ve girêdayî di wext û zeman da ew gotina babê Dr. Qasimlo jî balkêş e. Dr. Hesen di van bîrhatinên xwe da behs dike. Dr. Qasimlo di suhbeteke xwe da ji Dr. Hesen ra wisa dibêje: “Babê min her dem ji min ra digot, kurê min ji bîr neke ku tu wê salê hatîye dinyayê ku dewleta eceman, [mexsed jê dewleta Îranê ya ku miletê Fars hakim e, domînant e, lê di nav gelek Kurdan da ji bo Azerîyên Îranê jî “Ecem” tête gotin – RH] ku dijminên me bûn, bi awayekî nemerdane rêberê şoreşa Kurdistanê yê hingê anku Simkoyê Şikak bi bêbextî şehîd kirin. Tu vê meseleyê qet ji bîr neke…“

Babê Dr. Qasimlo xwandineke gelek jîrane li ser zihnîyet, niyet û pratîka dagîrkeran kirîye, reşîya dil û hinavên wan bi tecrubeya salan zanîye û şîreteke babînî li kurê xwe kirîye ku ji vê suhbeta digel Dr. Hesen jî xuya dibe ku Dr. Qasimlo ev şîreta babê xwe di bîra xwe da hêlaye ku behs kirîye, lê mixabin di pratîka wan hevdîtinên bi “dewleta eceman” ra li xwe î hişyar nebûye.

Helbet ya çûyî çûyîye û vekêlana xwezîyan, yên çûyî venagerîne. Lê axir ji dîrokê ders wergirtin jî divêt hebe. Gotina pêşîyan e; Av dinive dijmin nanive!.. [Ku tête zanîn eve metafor e anku mecaz e]… Hingê divêt hûn jî nenivin û hişyar bimînin!.

Dijmin di hevdîtin û muzakereyan da jî be nanive û heke sanîyeyekê jî firsetê bibîne li hevrikê xwe dide ku di nimûneya Dr. Qasimlo da hate dîtin.

Dr. Qasimlo ew şîreta babê xwe wekî guhark di guhê xwe da hêlaye belêm xwezî di pratîkê da bi cih înaba ku ew aqîbeta Simko bi serê wî jî nehatiba!..

Hasilî kelam destên Dr. Hesen sax. Bi nivîsîna bîrhatinên xwe karekî baş û pêdivî kirîye. Hem li ser jîyana xwe hem jî ya binemala xwe agehîyên balkêş û têrker dane. Hêvî dikin ev jî di warê nivîsîna serborîyan da bibe motîvasyonek.

Gava Dr. Hesen daxwaza redaksiyoneke giştî ya pirtûka xwe ji min kirî, min bêyî dudilî qebûl kir. Ji ber ku; Dr. Hesen hem dostekî min yê hêja ye, hem jî ji serî were ez û ew di nav KNKê [Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê] da bi hev ra kar û xebata neteweyî û welatî [niştimanî] dikin û ji bo tifaqa navxweyî ya kamil hewil didin. Ez û Dr. Hesen em hevbîr in ku hêj jî tifaqa mezin pêknehatîye. Ji baskê rastê heta baskê çepê, lîberal, konservatîv, nasyonalîst, dîndar û axir hemû dînamîkên neteweyî û welatî [niştimanî] bila-istisna heta ku di nav zemînekî organîzatîv da negihin hev, temsîlîyeteke bilind ya koalisyonel bi hev ra pekneyînin divêt qebûl bikin ku ew tifaqa tête hêvî kirin çênebûye. KNKya îro digel alîyê xwe yê pozîtîv mixabin ku ji wê temsîlîyeta tête xwastin dûr e ku her ev KNK bi xwe di nav lêgerîna KNKyeke mezintir da ye. Ji bo vê armancê em xebateke aktîv dikin. Pozisyon û armanca me bi timamî li ser esasê berjewendîyên neteweyî û welatî pêkînana tifaqa mezin ya navxweyî ye. Dr. Hesen jî di vî warî da li ser vê xetê ye ku eve sekineke rast e.

Digel van binasan herwisa min di cih da dît ku pirtûka wî ji nû ve amade bikim çiku ji nav binemala nasyar ya Dr. Hesenî kesekî wekî Dr. Qasimlo derketîye ku agehîyên li ser wî ji terefê kesekî ji binemalê da gelek balkêş bin. Û herweha Dr. Hesen bi xwe jî, li tenişta karê xwe yê doktorîya tibbî xizmeteke mezin ya polîtîk û rêxistinî jî kirîye û heta vê gavê jî bo rizgarîya welat û azadîya miletê xwe dixebite.

Dr. Hesen ji bilî erkên xwe yên polîtîk û rêxistinî, zanîn û tecrubeya xwe ya doktorî anku mesleka xwe jî daye xizmeta xelkê xwe û bi salan li meydana şoreşa Kurdistanê cerahî kirîye, pêşmerge û xelkê sade ji mirinê xilas kirine, birînên wan kewandine, bo êş û janên wan bûye derman û ew sax kirine. Dr. Hesen bi vê ked û xizmeta xwe ve heq kiribû ku em jî mil bidine vê xebata wî ya weşandina serborîyên xwe.

Ji bilî redaksiyon û koreksiyonê, ji alîyê vehûnandina nivîsîna lojîka zaravayê kurmancî ve jî, çiku bi zaravayê soranî nivîsîbû, li ser pirtûka wî bi firehî û kûrahî xebitîm.

Hewceyî gotinê nîne ku Dr. Hesen jî wekî her mirovekê bi serkevtinî û kêmasîyên xwe ve dibe ku di vê rêya dûr û dirêj ya jîyanê da li tenişta rastîyên xwe xeletî jî kiribin ku eve mumkun e û li rex karên xwe yên serkevtî rastî şkestinan jî hatibe. Bi her hal xeta jîyana wî bi rastî û xwahrîyan ve jîyana wî ye û ew berpirsiyarê hemû rûyên jîyana xwe ye.

Belê, min ji binemala fireh ya Qasimloyîyan du kes, du mirovên hêja nas kirin. Dr. Ebdulrehman Qasimlo, lîderekî bijare, zana û têgihiştî û doktorê zanista ekonomîyê; Dr. Hesen Şetevî, mirovekî baş, welatperwer û neteweperwerekî ji dil û fedakar, doktorê tibbê yê bisporê nisaxîya kanserê [penceşêrê – seretanê], lewma min di serê nivîsa xwe da got “Di nav binemala Qasimloyîyan da du Doktor.”.

Keda min jî li dostê min yê hêja Dr. Hesen helal be.

Hêvî dikim serborîya wî, bîrewerîyên wî, bîrhatinên wî bi vê pirtûkê ve geşîyekê bidine xwandevanan.

ROJAN HAZIM

Çirîya Pêşîn [October] 2016

Nîsan / Çirîya Pêşîn [October] 2017

NOT I.: Divêt bêjim ku gava teksta serborîya Dr. Şetevî gihişte ber destê min, destpêkê bêyî ku xebatekê li ser bikim min bi baldarî xwand. Ji soranîya bi tîpên aramî-erebî-farsî ji bo kurmancîya bi tîpên latînî hatibû wergêrandin.

Belêm hindî hûn bêjin, xeletî, dubareyî tê da hebûn. Dîsa gelek hevok û paragraf  bi soranîya tîpên latînî bûn. Ji alîyê sentaks û vehûnandina zimanî ve lojîka zaravayê soranî hakim bû. Lewma min ji serî pê ve tekst ewil serad kir, paşê bêjîng kir û di dawîyê da jî moxil kir û ev rengê dawîyê yê kurmancî jê derêxist. Herwisa min gotinên sînonîm [hevmana] jî lê zêde kirin. Di vî demî da min digel Dr. Şetevî bi telefonê axivtinên dirêj kirin. Ji ber vê yêkê min di pêşgotina xwe da got ku min pirtûk adeta ji nû ve nivîsî ku Dr. Şetevî jî gelek cara bi minetdarî behsê vê çendê kir. Min xwast vê yêkê bi zelalî bidime zanîn ku şaş têgihiştinek çênebe.

NOT II.: Spasî kak Mehmûd Dizeyî, kak Cangîr Ismaîlzade, kak Kerîm Duhokî û kak Şoreş Serdeştî dikim ku bersiva hindek pirsên min dan.

NOT III.: Du fotografên [resmên] min û Dr. Hesen Şetevî yen digel hev di arşîva min da hebûn. Li vê pêşgotina xwe zêde dikim.

RH

Ji çepê ve: Dr. Hesen Şetevî, Rojan Hazim

Çirîya Pêşîn [October] 2017 [Holland]

Ji çepê ve: Rojan Hazim, Dr. Hesen Şetevî

Çirîya Pêşîn [October] 2017 [Holland]

NOT:

Serkanî: http://xwezabawer.blogspot.dk/

Li ser pirtûka otobîyografîk ya Dr. Hesen Şetevî RÊYA JÎYANÊ