Damezrîna Instituta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê [Instituta Kurdî-dk] pîroz be

Îro, 29ê Sibatê salvegera damezrîna Instîtuta Kurdî-dk bila pîroz be

Di Sibata çar sala carekê da avabûna Instîtuta Kurdî li Danmarkê
Ev sale Sibat 29 roj e. Sibat her çar sala carekê dibe 29 roj. Berî çar salan, li 29ê Sibata 2012ê li Danmark li paytext Kopenhagê Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê, bi kurtî Instîtuta Kurdî-dk, hate damezrandin. Instîtuta Kurdî-dk ji ber vê roja 29ê ya Sibatê, roja damezrîna xwe çar sala carekê pîroz dike. Instituta Kurdî-dk di midehê van çar salan da ji bo Kurdên li Danmarkê xebata ziman û perwerdeyê kir û vê xebata xwe hêj jî didomîne. Heta nihe gelek zarok, ciwan gihandine, perwerde kirine.

logoya instituta kurdi-dk- Kopi
Bi kursên zimanî mamosta gihandine, sertîfîkat dane, materyalên perwerdeyê çap kirine. Nihe jî projeya bûrsê daye dest pê kirin û di halê hazir da bi hevkarîya sponsoran bûrsê dide du xwandekarên zanîngehê li Kurdistanê. Ev hejmara bûrsîyeran dê bête zêde kirin. Instîtua Kurdî-dk dixebite ku hejmara sponsoran zêde bike daku bûrsê bide hejmareke zêdetir ya xwandekarên unîversîteyê li Kurdistanê… Damezrandina Instîtuta Kurdî-dk karekî pêdivî û pîroz e û di Sibata îsal ya 29 rojî da damezrîna wê pîroz dikin.
http://www.institutakurdi.org
E-mail: institutakurdi.dk@gmail.com

ROJAN HAZIM
29 Sibat 2016