BEFR – ROJAN HAZIM *

Berê gava behsê welatên Iskandînavyayê dihate kirin, helbet li goreyî Kurdistanê, dûlikê dinyayê dihate gotin. Neheq jî nebûne, ji bakura Elmanyayê heta serê dinyayê anku polara [qutuba] bakur welatên Iskandînavyayê ne. Wekî welatên sar, bi sir û seqem, cemed û befrîn dihatin zanîn. Rast e, Norwec, Swêd wisa ne. Ji alîyê topografîk ve çil û çiya ne, dol û nihal in, çem û robar hene, kêm zêde dişubine topografyaya Kurdistanê. Li Norwec û Swêdê befreke giran dibare. Ji xwe serê bakura wan welatan hema bêjin cemed e… Belêm Danmark ne wisa ye. Deşt e, dorber behr e, sar e, sir e, hewa bi şeh e, ba û bager heye lê befr kêm dibare. Di kultura Danmarkê da befr rengekî taybetî ye. Li demên Noel û şeva serê salê daîm tête hêvî kirin ku welat spî be ji befrê. Bo wan Noela Spî [bi zimanê wan Jula spî – Ew bo Noelê “Jul” anku Yul dibêjin] xwezîyek e. Li ser Noela Spî û befra şeva serê salê çîrokên wan hene. Çîroknivîsê wan yê navdar H. C. Andersen jîyana Kiçika Şixate Firoş û mirina wê ya li sir û seqem û befra şeva serê salê kirîye çîrok…
Mixabin ku xwezîya Danîyan ya ev sale nehate cih û ne Noel spî bû nejî şeva serê salê befr barî. Sala borî anku 2015ê, 22ê Çirîya Paşîn [November] befreke têra xwe tijî barî; nêzîkî 30 santîman. Jîyan asê bû belêm keyf keyfa wan bû û bi taybetî zarokên dibistanan û baxçeyê zarokan bêhna befrê derêxistin, wekî berê digotin îmana befrê leqandin, têra xwe holana befrê kirin, befran çêkirin, xwe dadan, di nav befrê da leyistin. Qederê du-sê roja ma befr li erdî, paşê helya…
Zivistana sala nû, 2016ê gelo dê bêyî befr be… Tola Noelê û şeva serê salê ya zuha dê çawa bête standin… Eve dihate gotin, ev pirse dihatin kirin û heftîya ewil ya sala nû werarên befrê kivş bûn. Baxoreyan [Meteorologan] “remildarîya” barîna befrê kirin û ev remila wan anjî bi gotina zanistî em bêjin pêşbînîya wan ya zanistî hate cih û mizgînîya barîna befrê dan…

2015-kbh - Kopi - Kopi
Befr li Danmarkê-Kopenhag

Axir 8ê Kanûna Paşîn [January] ya sala nû, 2016ê, li Danmarkê, li paytext Kopenhagê, li vî welatê şirîn yê Iskandinavyayê befr barî… Erd spî bûye, belêm befreke giran nîne. Befra toz e. Hûrik hûrik dibare. Perûşkên befrê bi ber bayî dikevin lê bi hemdê xwe xwe digihînin erdî. Ji nîveka şevê were bi vê tempoya hêdî dibare befr, lê belê hêj jî nebûye 20 [bîst] santîm. Hewa jî gelek sar e anku sir e. Ji xwe di demê barîna befra toz da herdaîm dereceya sarmayê bilind e, sireke hişk tête dîtin… Befreke lawaz e, bes axir befr e û gava befr barî ew zeman bo min zêr e û bi baldarî berê xwe didime befrê û ji seyra barîna befrê têr nabim. [Rojekê navbir da befrê û dehê mehê dîsa ji bo demekî kurt domand barîna xwe, lê nîv şilope bû, ku di demê befra şilope da seqayê hewayî dişkêt, hewa nermtir dibe û vê şilopeyê jî digel xwe befra li erdî bir û heland. 14ê mehê jî befreke toz ya sivik barî, erd spî bû û kire sir û seqemeke dijwar…].

Em ji welatê befrê hatine û zêde zêde ji befrê hez dikin. Anjî ez wisa me. Bo min befr yêk ji balkêştirîn bûyera hêz û mezinahî û afirandêrîya xwezayê ye. Gera di bin barîna befrê da ji xwe hez û zewqeke mezin e. Befra Kopenhagê çu cara nagihe befra Kurdistanê anjî ya welatê Hekarîya li Kurdistanê. Hinde sal e li vî welatî ne, belêm befr di demên barîna herî xurt da jî negihiştîye nîv mîtroyê. Herî zêde sih û pênc, çil [35-40] santîm bûye. Lê jîyanê asê dike, seyr û sefera bajêrî asteng dike, trafîk bi giştî hêdî dibe, wextên transporta [neqlîyata] rêvingan direng dikeve.
Wekî befr li Kopenhagê bi vê tempoya hêdî dibarî bivê nevê befra Kurdistanê hate bîr. Ka ew befr, ka ew barîn, ka ew bizava beramberî befrê…
Di seyra vê befra lawaz ya Kopenhagê da ketime nav bîr û hizirên berê yên welatî û barîna wê befra giran û bi heybet.

hekari - Kopi
Xwezaya di bin befrê da li navîna Kurdistanê

Li welatî zivistan-1 - Kopi
Li Kurdistanê zivistan û befr

Sihra befrê
Befr bûyereke sihrî ya xwezayê ye. Delalîyek e, spehîtîyek e, pîrozîyek e. Befr wekî bûyereke xwezayî dikare bibe pêperêsî jî. Hind balkêş e, dilbij e, di hiş û bîrê da rehetî, tenahî û romantîzmeke efsûnî ye.
Lewma li zivistanê xemila xwezayê ye befr. Rûmase çawa xemilekê, rengekê, estetîkekê dide maseyê befr jî herwisa ye. Befr adeta rûxweza ye, rengê herî spehî, herî sade, spîyê dide xwezayê ku spî herweha nîşaneya temîzî, saxî û aştîyê ye jî. Dîsa xêlî çawa aksesûareke pêdivî û delal ya libasê bûkînîyê ye, befr jî xêlîya xwezayê ye û spehîtîyekê dide xwezayê. Ji bo xwezayê befr di eynî wextî da bereket e. Befr pakîyeke bijûn dide xwezayê, hem hewa paqij dibe, têr oksîjen dibe, hem jî bi hemdê xwe di nav axê da dihele û ruh û giyane dide xwezayê, axê têr av dike. Bihara bijûn ya Kurdistanê ji alîyekê ve ji ber vê bereketa befrê xweş û geş e, şîn û şînkatî ye. Boşahîya av û deravan, çem û robaran jî ji ber barîna vê befrê ye. Heke Kurdistan kana çem û robaran be, av û deravan be ji ber vê bereketa befrê ye. Bi taybetî navîn û bakura Kurdistanê warên befrîn in. Zivistan li van warên Kurdistanê carina ji demê salê yê zivistanê anku sê heyvan dirêjtir tête jîyan. Berêya berê ji xwe befr ji nîveka payîzê ve dest bi barînê dikir û heta nîveka biharê dom dikir. Pênc heta şeş heyva befr li erdî dima û zivistanê dirêj dikir. Ji cih heta cihî ferq dikir belêm bêyî mubalexe di navbeyna du, çar heta pênc metreyan da befr dibarî…

 

hakkari - xani - Kopi
Xanî di bin befrê da ne

Jîyana di nav befrê da
Befrê li Kurdistanê tarzekî jîyanê jî afirandibû. Jîyan li goreyî barîna befrê plan dibû, dîzayn dibû û organîze dibû. Her di serî da zad li goreyî dirêjîya zivistanê dihate depo kirin. Xwerekên bingehîn ne bi kîloya, bi tonan dihatin kirîn û embar dihatin tijî kirin.
Cil û berg li goreyî befrê dihatin amade kirin. Bi taybetî cil û bergên rîsîn di dereceya serî da bûn. Ji gore heta sak, destgorik û lepikan, stûpêçik, kum û qazaxên ris dihatin çêkirin. Pêlavên ji hirîya binşeyê, mû û rîsî dihatine çêkirin jî pê germ dikirin ku navê wan reşik bû.
Ji bo jîyana pez û dewaran hazirîyeke kamil ya alifî dihate kirin. Li cihên bilind koma loyên giyayî dihate çêkirin. Çilû dihate birîn û bo zivistanê dikirine lo. Ji bo neqil kirina giya û çilûyê li van loyan qol dihatin çêkirin û van qola wezîfeya erebeya neqlîyata zivistanê diînan cih. Giya li nav befrê di afiran [hafiran] da didane pezî.

loya giyayi - Kopi
Pez li dûnheyê li ber loyên giyayî li hêvîya çereyê ye

qol u giya-hekari - Kopi
Konvoyê qolan: Li ser qolî giyayî dikêşin

qol-giya - Kopi
Giyayî li ser qolî di nişîvî da kaş dike

pez di afir da dicere - Kopi
Pez di afirên [hafirên] nav befrê da diçere

Dîsa daku li ser befrê bi rehetî hatin û çûyîn pêkbêt kile [lekan – hedik – lîhan] dihatin çêkirin û bi pêlav anjî reşikan dikirine pê xwe ku bi rehetî li ser befrê bi rê ve biçin û bigerin.

Di pê da kile - Kopi
Zarokî kile kirîye pêyê xwe [Kile, ji şivikekê û gurovir tête çêkirin û nîvek bi benikê ji mûyî tête raçandin ku pê lê bi cih be û bi benikan tête girêdan]

lekan-kile-hedik-lihan - Kopi
Kile [Lekan – Hedik – Lîhan] di pêyî da

Ji bo malîna befrê alet û amûret dihatin çêkirin. Befrîk ji bo malîna befra ser banî aletê herî giring bû. Heke befreke giran ba bêra ji darî hatîye çêkirin digihişte hawarê. Ji bo ku xanî dilopa neke, piştî malîna befrê ban bi bangêranî [bangurdan jî dihate gotin] dihate gêran û ban bi giranahîya bangêranî dihate silindir kirin û axa banî dihate dewisandin ku dilopan neke. Li ser daran herzêl dihatin çêkirin û di nav ka, giya û çilû da bi newlên cuda fêqî [meywe] dihatin veşartin û zivistanê ji bin befrê dihatin derêxistin û li ber germa sobeyê bi lezet dihatin xwarin.
Befra giran, zivistana dirêj li cihên gundewar û li nav bajêr û bajêrkan jîyan gelek asteng dikir, bi zehmet diêxist. Bi taybetî di demên nisaxîyan da zehmetîyeke bêtixûb dihate kêşan û heke hewa vekirîba nisax bi rengê zibareyî li ser qolan dihatin neqil kirin bo cihên nêzîk yên ku xestexane [nexweşxane] anjî klînîk lê heyî…

neqliyata nisaxan li ser qolî - Kopi
Nisax li ser qolî tête birin

Belêm xelkê li goreyî imkanên xwe jîyana xwe rehet jî dikirin, bi tam û lezet diêxistin, reng û şahîyek didanê. Li ber befra giran, di bin barîna befra sisspî da, li wan şevên dirêj yên zivistanê tempoyeke taybetî ya jîyana sosyal û kulturî hebû. Stran û çîrok, destan û tiyatro di formata şevborîkan da keyfa xelkê bûn. Dahwet jî herwisa. Xelkê li warên gundewar sexbêrîya pez û dewarên xwe, giya înan, giya dan jî dikirine seremonîyeke keyfanî û şahîyane û zewqek didane jîyana xwe ya monoton.

gelin-bûk û befr - Kopi
Di bin barîna befrê da bûk û berbûkî

dahwet u befr - Kopi
Dahweta li ser befrê

Mezin biçûk holana befrê dileyistin. Zarokan zewqeke mezin ji befrê werdigirtin, cuda cuda leyiz bi hev ra dikirin. Befran çêdikirin. Befr bo wan malzemeyê leyizê bû. Ji befrê enway çeşîd leyizok çêdikirin.
Xwe dadan bi serê xwe leyizeke herî keyifdêr bû. Yê qol heyî bi qolên xwe, yê neyî li ser naylonekê anjî her bi pêyan xwe ji serî kaşî berdidane jêr. Carina jî qolên mezin yên ji bo neqlîyata giyayî dihatin bi kar înan hildigirtine ser milê xwe û çûvqol jî dadinan ber û dibirine serê kaşî û çend kes lê suwar dibûn û yêkî bi hêz û taqet jî li pêşîyê rûdinişt û xwe ji serê kaşî ber bi jêr berdidan û bi zewqeke nedîtî diqîrîyan.
Befra barî û befra ji ser banan hatîye malîn xanîyên yêk heta du tebeqe jî di bin xwe da dihêlan. Di demên wisa da befr bi ser avahî diket û an tûnêl anjî pêcûne dihatin çêkirin li ber derê xanîyan.

Befra giran zêdetir di çileyê zivistanê da dibarî. Ji bilî navê heyva, navên demên taybetî yên salê jî hebûn ku navê xwe li goreyî bûyerên iklîmî distandin. Çile ji çil rojên herî dijwar û tîr afirîbû. Çileyê zivistanê demê herî sar û sir yê zivistanê bû û ji sih rojên heyva yêk û deh rojên ewil yên Sibatê pêkdihat. Çilbeçe jî li dûv çileyê zivistanê bîst rojên dawîyê yên Sibatê bûn. Çileyê havînê jî herwisa rojên herî germ û sojer yên havînê bûn ku ji serê Tîrmehê heta nîveka Tebaxê dom dikir. Befra çileyê zivistanê befreke giran bû. Dem hebû sê heta çar roja li dûvêk dibarî û xanîyên yêk tebeqe adeta di bin befrê da diman. Rê û rêbar dihate girtin. Jîyan radiwesta. Xelkê ratiba xwe ya ku hatîye embar kirin serf dikir. Di rojên wisa da xwecihan zibarekî hevkarîya hevdu dikirin. Ji ban malînê heta vekirina rê û rêbarê, ji daran heta înana giyayî bo pez û dewaran xelkê bêyî ferq û cudahî piştevanîya hevdu dikirin.

Li Geverê gundek - Kopi - Kopi
Gundek di bin befrê da

Kultura befrê
Befrê û barîna befrê kultureke xwumal ya jîyanê afirandibû. Digel ku befrê jîyan asê û asteng dikir belêm herwisa delalîyek jî dida jîyanê. Xelk ji befrê aciz nedibû. Tam bereks misyonekî sihrî û mîstîk didane befrê û li ser befrê çîrok û destan diafirandin. Befr her di serî da bo xelkê bereket bû lewma jî pîroz bû. Heke befr zêde barî ba rûyê xelkê î geş bû. Çiku digotin ku av û derav dê zêde bin, çem û robar dê boş bin, şînî û şînkatî dê mişe be û çandin dê bi bereket be. Tiştê ji befrê dihate hêvî kirin av bû. Ax têr av dibû. Av xweşî û sihhet bû, bereketa jîyanê bû. Lewma jî çu cara gazinde ji zêde barîna befrê nedihate kirin û yên ku gazinde kiriban jî digotinê ku xweza dê li wan bête xezebê… Xulase befr gelek ye ezîz bû. Befr, ji bo kiç û kuran dibû nav jî wekî Befrîn, Befro [kiç] û Befrî, Befran [kur]. Befrê herwisa edebîyatek jî afirandîye. Çîrok, stran û metelok li ser befrê dihatin çêkirin û gotin. Strana “Befir barî, befir barî” ya ku Mehemed Arif Cizrawî digot li bîra herkesê ye. Anku befr efsane bû.

Befr û ziman
Befr bûye kana peydabûna gotin û termên zimanî jî.
Bo nimûne;
Di serî da ji bo gotina meteorolog gotineke bi Kurdî hatîye afirandin:

Baxore
Balkêş e, baxore hewazan e. Heke defînasyona gotinê bikin ji ba û xor hatîye çêkirin ku di lojîka zimanî da gelek di cihê xwe da ye. Ba bizava xwezayê ya afirandêr e. Xor jî li goreyî manaya gotinê di dirêjîya zemanî da ji xur veguhuzîye û bûye xor… Ji xurîna bayî, bizava bayî, ya hewayî formekî nû girtîye… Kesê/a ji hêza bayî pîvana pêşbînîyê ya sar û germî û bizava bi giştî ya seqayê hewayî dike…

Bêrdexe
Dûmahîka heyva kanûna pêşîn e [December] anku roja dawîyê ya heyva ewil ya zivistanê ye. Nîşaneya barîna befra giran û destpêka çileyê zivistanê ye.

Heyhot:
Dûmahîka [anku 31ê] heyva kanûna paşîn e [January]. Li ser vê metelokek jî tête gotin. Du versiyon in:
1.
Heyhot û heyhot
Ser me ve çûn
Her çar heyvêt cot
Babê êkê çû kur firot
Da bi kezwanek û kevot

2.
Heyhot û heyhot
Hatin herdu heyvêt cot
Babê kur firot, da bi dar û sot
Dayê kiç firot, da bi kezwan û kelot

Heyvcot: Ji ber ku di nav xelkê da herdu heyvên dûmahîkê yên payîzê wekî “Çirî, Çirî anjî Çirîya Pêşîn [October], Çirîya Paşîn [November]” têne gotin û herdu heyvên serî yên zivistanê jî wekî “Kanûn, Kanûn anjî Kanûna Pêşîn [December], Kanûna Paşîn [January]” têne gotin. Lewma jî bo wan heyvên cot têne gotin.

Şevzengil:
Ji bo sihê [30] heyva Kanûna Paşîn [January] tête gotin. Ev nîşane li ser bûyerekê pêkhatîye.
Li welatê Hekarîya, mirovekê sê kur û sê bûk hebûne. Ev mirove, yêkî zana û serwext bûye. Şeva berî heyhotê anku sihê [30] heyva Kanûna Paşîn hemû li mal rûniştîne. Mêrik di nişkê da guhên xwe bel dike û dibêje biçûkêt [biçûkên] xwe ku bêdeng bin. Dengekê ji kêrîya [zinarên biçûk yên li dora gundî] pişta gundî dibihîze. Hema dibêje ku ev şeve dê befreke giran barîtin [bibare]. Kurên xwe radike û dibêjê ku biçin gayê xwe ser jê bikin. Dibêje bûkên xwe jî ku hazirîya kelandina goştî bikin. Ga tête ser jê kirin û qazan li ser agirî têne danan. Di vî demî da ew bi xwe jî darekî 2-3 bihosta î dirêj tîne û zengilekê bi serî ve girêdide û diçe ser banî û diçikilîne. Befr dibare, hem jî bêyî sekinîn. Ew li jorve dest bi xwarina goştî dikin. Gava dengê zengilê disekine kurêt [kurên] xwe rêdike ser banî ku befrê bimalin. Heta spêdeyê vî karî didomînin. Bi vê yêkê ji binê befra giran xilas dibin. Spêdeyê derdikevine gund ku çi bibînin!. Gund pêkve maye di bin befrê da û mirov hemû fetisîne. Tinê ew xilas bûne. Ji wê rojê pê ve, şeva berî heyhotê wekî şevzengil bi nav dikin û eve li nav xelkê dibe nîşaneyek.

befra ser bani-1 - Kopi
Xanî di bin befrê da maye

Li Wanê rêya bi befr rê tête vekirin - Kopi
Rêya bi befrê hatîye girtin tête vekirin û esman sahî ye û hetav dibiriqe

Ji zimanê befrê çend gotin

Perûşk: libên befrê
Perperûşk: libkên hûrik yên befrê
Kuşre: befra hişk bûyî û gava li ser tête geryan pê têda naçin.
Befra toz [Befra pok]: Befra zuha ye, toz e. Gava befra toz bibare, hewa sartir e, hişk e û sir e û heke ba û bager jî hebe befra toz li erdî diqute û wekî tahtê kevirî lê têt.
Şilove [Şilope, Lolav, Lêlav]: Befra ter e, avî ye. Di barîna befra ter da anku şilopeyê da hewa nerm e, befr jî zû dihele.
Kevî: Parçeyê mezin yê befra nehelîyayî. Wekî giravê befrê ye di nav reşahîyê da. Dormandor reşahî ye, lê parçeyekî mezin yê befrê maye, nehelîyaye û jê ra “kevî” dibêjin. Cih hene ku kevî timamî havînê jî nahele û befra nû li ser dibare.
Kevîbeleke: Ev gotine jî ji vê rewşa veguhêr ya befrê peyda bûye. Biharê an havînê li mêrg û zozanên bilind li rex hev çendîn kevî pêktên. Li milekê reşahî, erd, ax, şînkatî, gul û kulîlk, li milê dî kevîyên befrê. Tabloyeke reşahî û spîyî derdikeve meydanê. Lewma kevîbeleke tête gotin. Ji xwe ji bo zemînekî reş û spî jî belek tête gotin. Anjî zemînekî nuqte nuqte [xal xal] ji rengên cuda pêkhatî jî belekî ye.

kevi-3 - Kopi - 1 - Kopi
Kevîya befrê li rexê geravê [golê]

kevibeleke-2 - Kopi
Li pala çiyayî kevî û kevîbeleke

kevibeleke - Kopi
Li betena çiyayî kevîbeleke

Dûnhe: Di nav befrê da cihekî dewisandî tête çêkirin û giya an li ser bafrê anjî di afiran [hafiran] da didine pezî. Anku sifreya li nav befrê ya pezî ye.

Dunheya pezi - Kopi - Kopi
Pez li dûnheyê diçere

 

Aşût

20120202_4-ashut_jpg - Kopi - Kopi
Aşût rabûye

Befra giran gava demekê ma û bi erdî ve risya li ber bizaveke xwezayî anjî dengekê, dengvedanekê xwe berdide û ji serî pê ve ber bi jêr diherike. Car heye axê jî digel xwe radimale, car heye tinê befr tête xwarê. Belêm ji ber ku wekî lehîyekê tête xwarê her çi bi ber bikeve dide ber xwe û bin xwe û dibe. Ji bo vê hereketa befrê aşût tête gotin. Aşût tirsbar e û gelek caran dibe binasê felaketên mezin ku hem mal diçe hem can diçe. Lewma li cihên bilind yên bi befra giran ji tecrubeya salan were tête gotin ku bêdeng bin. Çiku befra giran ya li bilindahîyan ji ber hêza dengvedanekê xwe ji axê berdide û tête xwarê. Deng herwekî lolebkêşîya aşûtê dike. Li cihên ku ihtimala aşûtê heyî bêdengî tête tewsîye kirin. Ji bo xwudan sîleh anjî nêçîrvanan jî tête gotin ku li cihên wisa teqînê nekin. Befra bilindahîyan ji ber dengê xurt û bilind û dengvedanê wekî şkestina fayên erdî û zelzeleyê xwe ji axê berdide û diherike. Anku aşût lehîya befrê ye.

– [Li vê derê gotineke ku yêkser (dîrekt) bi zivistan û befrê ve girêdayî nebe jî ji navê “Suwar [Mil, Gedûk]” behs kirin dê di cih da be çiku (Suwar, Mil, Gedûk) bi taybetî zivistanê, di demên barîna befrê da jîyanê hind asê dikin ku rê û rêbar tête girtin. Di cihên gelek bilind da, di ser û gupikên çiyayan da ji rê û rêbara heyî ra “suwar, mil anjî gedûk” tête gotin. Li navîn û beşekî bakur, rojhilat û başûra Kurdistanê bi taybetî cihên wisa gelek in. Bo nimûne li navçeyên Wan, Hekarî û Botanê suwarên bi nav û deng hene ku di zivistanê da gelek caran rêving ji ber ba, bager, bahoz û firtoneya van bilindahîyan diqefilin, sir dibe û dimirin. Çend suwarên navdar ev in: Li beşekî navîn û bakura Kurdistanê li Elkîya Hekarîya Suwara Xelo, Suwara Kotra, Mila [Suwara] Cinêd, li navbeyna Elbak û Xoşebê [Wan] Gedûka [Mila, Suwara] Çûxê, li Botan Suwara Tanînê [Suwara Hênê-Dêra Hênê] û gelek yên dî… Daku suwar bi başî bête têgihiştin li Deryaya Reş li welatê Lazan, li navbeyna Trabzon û Gumuşxaneyê li Çiyayê Zîgana, Suwara Zîganayê jî navdar e… Suwar di seyr û seferê da bi taybetî zivistanê cihên gelek asê û tirsbar in û herweha ji alîyê hatina aşûtê ve jî zêde bi tehlîke ne.-

Qol û Dep

Qol u dadan - Kopi - Kopi
Zarok li ser qolî xwe dadide

Yarî û leyiza bi befrê jî zewqeke mezin dide mirovan. Bi taybetî zarok ji çêkirina befranî, leyiza holana befrê şa dibin. Xwe dadan ji xwe bi serê xwe zewqeke mezin e û nihe bûye sporeke navdar jî. Ji bo xwe dadanê qol û dep aletên giring in. Rûdinine ser qolên biçûk û ji serê kaşî ber bi jêr ve xwe dadidin. Herwisa qolên mezin û dep bo barkêşîyê jî dihatin bi kar înan. Giya, çilû, dar û gelek hewcehîyên dî li ser qolan dihate kêşan. Qol bi hevkarîya çûvqol dihate kêşan û îdare kirin. Anku çûvqolî wezîfeya dîreksiyonê dikir. Qolkêşî texe anjî gurzên giyayê xwe anjî dar û çûlîyê xwe didana ser qolî û bi werîsê ji mûyî ve hatîye badan dihate girêdan û qismê dirêj jî di destê qolkêşî da dima. Çûvqol li ser giya anjî çûlî dihate çikilandin. Qolkêşî serê werîs yê dirêj diavête milê xwe yê çepê û bi destê rastê jî çûvqol digirt û qol li ser befrê radikêşa. Li ser nişîv jî pişta xwe dida ber barî û pêyên xwe li ser befrê dişidandin û wekî frenê bi kar tînan û bi hevkarîya çûvqolî dikarî heta binê nişîvî qol û barê xwe bêyî astengî bîne xwarê. Heke qol neba depê pahn û fireh jî wekî qol dihate bi kar înan. Li hindek cihan qolên ku hespan dikêşan jî hebûn û hat û çû pê dikirin. Depên zirav û tenik, anku depik [ski] ji bo xwe dadana sporê jî dihatin bi kar înan.

Herzêl
Li ser darê, di navbeyna du-sê çeqên darê da bi nîre, çilû û giyayê hişk wekî hêlîneke mezin dihate çêkirin û tijî ka û dîsa ve giyayê hişk dikirin. Fêqî [Meywe] jî li nav vê ka û giyayê hişk vedişartin. Ji girsik, hirmî, sêv heta tirî her çi fêqî heba tijî dikirin û zivistanê li goreyî hewcehîyê derdêxistin û dixwarin.

Befrîk
befrik-3 - Kopi-1 - Kopi
Ji bindarekî hilû û depê pahn û destikekê dihate çêkirin. Serê depî jî teneke dikirin ku dep zû nerize. Bindar bi sabûnê hilû dikirin ku li ser banî xweş biherike. Ji serê banî heta binê banî befra giran bi vê befrîkê dihate malîn. Ev befrîka di fotrafî da helbet fabrîkasyon e. Mixabin nimûneyeke ji befrîka kevin peyda nebû. Belêm di resmê li jêr da ew kes befra serbanî bi befrîka qedîm ya ku bi destî hatîye çêkirin dimale.

Befrik u befr malin - Kopi - Kopi
Befra ser banî bi befrîkê tête malîn

Bêr

BÊR - Kopi

Ji depî û destikekî dar dihate çêkirin. Carina jî ji darekî yêkpare dihate çêkirin. Befra ber derî û carina jî befra ser banî bi bêreke ji depî hatîye çêkirin dihate avêtin. Mera ji asinî bi kêrî befr avêtinê nedihat çiku befr pê ve dima, lewma bêra ji depî anjî darekî yêkpare hatîye çêkirin dihate bi kar înan.

Bangêran [bangurdan]:

bangurdan-3 - Kopi-1 - Kopi
Bangêranekî bi destî hatîye çêkirin

bangurdan - Kopi - Kopi
Ban bi bangêranî tête gêran

Silindirekî ji berî [kevirî] ye. Ji parçeyekî mezin yê berî [kevirî] bi destî tête çêkirin û hilû kirin. Giranahîya bangêranî çil heta pêncî kîlo dibe. Li herdu serên bangêranî du kun hatine kolan û destikê ji darî, carina jî ji asinî hatîye çêkirin têxine van herdu kunan û benikekî stûr jî bi serê darî ve dikin û li ser banî dikêşin û tînin û dibin û bi vî rengî banî silindir dikin, didewisînin ku ban dilopa neke. Heke hêj hewcehî bi vî aletî mabe, di nav qalibekê da ji darêhtina betonê jî çêdikin.

Hasilî kelam, befr delalî û spehîtîya zivistanê anku xemila zivistanê ye. Zivistan bi befrê rengê xwe yê demsalî werdigire û zivistan bi befrê xweş dibe. Zivistana bêyî befr wekî bihara bêyî şînkatî ye.
Îsal li welatî befreke giran barî. Welat xemiland, xweş kir, spehî kir. Rast e jîyana rojane asê kir, bi asteng kir, zor û zehmetî îna jîyanê belêm bedelê hertiştî heye û xweşîya befrê, spehîtî û xemla befrê ya li ser xwezayê, xêr û bêra wê, bereketa wê zêdetirî zehmetîya wê ye û kêşana vê zehmeta wê bi ber dikeve.
Bereket û spehîtîya befrê bila ji xwezaya welatî û ji demsala zivistanê kêm nebe.

Rave kirina gotina BEFRê
Herî dawîyê li ser serastîya gotinê jî bi kurtî nivîsîna notekê di cih da ye. Kurdên rojavayê vê gotina qedîm ya hizarsalî wekî “berf” bi lêv dikin. Belêm li navîn û beşekî bakur, li rojhilat û başûra Kurdistanê herwekî xwe bi formê berê “befr” dibêjin. Di ferhenga Pehlewî-Kurmancî da jî wisa ye: Wafr [Wefr]. Di nav dem û salan da dengê “w” bûye “b”. Anku WAFR [WEFR] bûye BEFR. Formê Avestayî jî herwekî pehlewîya kevn “Vafr – Vefr” e. Ji xwe di kurmancîya navîn, beşekî bakur û li rojhilat û başûr da û zaravayê hewramî û soranî da jî “befr” tête gotin. Gelek termên ji “befr”ê hatine afirandin jî di jîyanê da têne bi kar înan. Bo nimûne: Befrîk, ji bo malîna befrê tête bi kar înan. Befran, bo heykelê ku ji befrê tête çêkirin tête gotin. Wekî nav jî; Befrîn û Befro [kiç], Befrî û Befran [kur] têne bi kar înan. Formê “Berf” xirabbûyîna gotina eslî ye. Anku formê rast BEFR e.

ROJAN HAZIM
8 Kanûna Paşîn [January] 2016
10 Kanûna Paşîn [January] 2016
14 Kanûna Paşîn [January] 2016

Not:
Fotraf hemû ji deryaya internetê hatine wergirtin. Piranî ji arşîva Gever Haberê [Yüksekova Haber] ne. Ev melzemeyên bêyî nîşan di okyanûsa internetê da bi cih bûyî êdî bûyne anonîm. Belêm heke daxwazeke konkret bête kirin, em dikarin serkanî û nav û nîşanan danin.

 

**
Pêvek:
Befran: Heykelê ji befrê ye. Gava befr dibare keyfa zarokan e û dibezine derve û befrê kom dikin û jê befranî çêdikin. Befran herwisa navê kuran e jî.

Snemand

Strana Befranî:

Befran [*]
Befir barî, befir barî, [*]
Zivistan e befir barî.
Da derkevin bileyizin.
Hêj nebûye tarî.

Befir barî befra toz e,
Me nikarî bikin hole.
Em verevîn malên xwe,
Subê dîsa li me dor e.

Befir barî befra şil e,
Em bezîne berê dere.
Çêbikin holên befrê,
Da bavêjin hevûduye.

Befir barî temet bejnek,
Me zû çêkir befranek.
Aferîn li me hemûyan,
Leyiza me bû şahîyek.

[*]Tekst: [Ji pirtûka Stran & Sang, ROJAN HAZIM -r. 62-63, 1994-Kopenhag]
Befran: Snemand, snowman, kardan adam
(*) Not: Nav “Befr” e. Lê ji ber lihevînana tekstê “befir” hatîye gotin.

Xwûs: Xwunav gava qerisî û tozeke spî ya wekî befrê girt, dibe xwûs.
Xwunav: Ava anjî terahîya li ser dar, ber, belg, şînkatî, mêrg û çîmen û erdî ye. Wekî tebeqeyeke terahîyê çêdibe li ser dar, ber, belg, şînkatî, mêrg û çîmen û timamî erdî.
Befrîn: Wekî befrê, mîna befrê, şubî befrê. Navê kiçan e.

**

Pêvek II. :
Sunonîmên çend gotinên li ser zimanê BEFRê li jêr didim.
Barîna sirê [Sir barî]: Di dereceya herî bilind ya li binê sifirê, perûşkên befrê şubî libkên cemedê dibarin. Hingê tête gotin ku “Sir dibare”.
Befra ter: Befra avî, lêlav, lolav, şilope, şilove
Befra pate: Perûşkên befrê heke gelek mezin wekî parçeyekî pateyî bin, befra pate tête gotin.
Cemed: Qeşa anku av anjî befra ter ya li erdî, lolav diqerise û wekî camê lê têt anku bûz.
Darkaş: Qolê ku ji depî hatîye çêkirin. Qolê ji depê yêkpare hatîye çêkirin.
Lolav: Befra Ter piştî barînê û di germîya hewayî da li erdî dibe lolav, anku befra avî.
Pok: Befra toz e.
Şilove: Şilope, befra ter, befra avî, befra şil
Şîşiltok: Di sivande û cihên bilind da gava befr dihele ew şirikên avê dibine cemed û bo wan şîşiltok tête gotin. Herweha gava sûlav jî diqerise şîşiltok çêdibin.

shishiltok-hekari - Kopi

Şîşiltok

muradiye cemed e-1 - Kopi

Şîşiltok

cemed u shishiltok - Kopi

Şîşiltok

sivande u shishiltok - Kopi

Şîşiltok

 

* Ev nivîs ji vê blogê hatîye wergirtin:
http://xwezabawer.blogspot.dk/
Li jêr formata pdf jî didin:

Befr-ROJAN HAZIM