BÛRS: Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Instituta Kurdî-dk] bûrsê dide

Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê

[Instituta Kurdî-dk]

bûrsê dide

Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê, projeyeke nû daye dest pê kirin ku bûrsê bide xwandekarên unîversîteyê li Kurdistanê. Krîterên pêdivî ji bo bûrs wergirtinê ji alîyê Instituta Kurdî-dk ve hatine diyar kirin.
Destpêke ji bo pênc xwandekaran amadekarî hatîye kirin û ji bo bûrsê li sponsoran tête gerîyan. Ji serê sala 2016an pêve dê xwandekar bêne tesbît kirin û ji bo salekê dê bûrs bête dan.
Aşkera kirina navên bûrsîyeran û sponsoran dê bi rizaya wan be. Heke nexwazin navên herdu cûnan nayên nivîsîn. Belêm, mikdarê bûrsê û navên bûrsîyer û sponsoran dê li nik Instituta Kurdî-dk parastî bimînin. Instîtuta Kurdî-dk vê xebatê ji her alî ve şeffaf digire û heke pêdivî be dê bo bîr û rehîya giştî bête aşkera kirin.

13 Çirîya Paşîn [November] 2015