Sê Konferasên Zimanê Kurdî yên giring: Berlin, Bruksel û Hewlêr

xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Sê Konferasên Zimanê Kurdî yên giring:
Berlin, Bruksel û Hewlêr

Deklarasyona Konferansa Zimanê Kurdî ya li Berlînê 8 [heşt] xal bûn.
[14 – 15 Gulan 2008, Berlin, Li Parlementa Berlînê, Elmanya]

Deklarasyona Şûraya Zimanê Kurdî ya li Brukselê 11 [yazdeh] xal bûn.
[5-6 Teşrîn-Mijdar-Çirîya Paşîn [November] 2009, Bruksel, Li Parlementa Flaman-Bruksel, Belçîk]

Deklarasyona Konferansa zanistî ya Zimanê Kurdî li Hewlêrê 14 [çardeh] xal bûn.
[19-20-21-22 Îlon [September] 2011 – Hewlêr [Erbîl], Herêma Kurdistanê]

Li salên 2008, 2009 û 2011ê sê konferasnên gelek giring yên zimanê Kurdî hatin kirin. Ev hersê konferans jî ji alîyê terkîba zanistî ve hindî hûn bêjin dewlemend bûn. Beşdarên ku danezan pêşkêş kirî zana, mamosta û akademîkerên zimanî bûn. Anku zimanzan û zimannas bûn. Ji hemû cepheyên zimanî ve pêşkêşî hatin kirin, gotûbêj û riberizên berwer li ser mijaran hatin kirin. Di encama konferansan da jî deklarasyonên têr û tijî hatin nivîsîn ku ji alîyê perspektîvên polîtîka zimanî û ji alîyê zanistî ve jî di çarçoveya perwerde û pedagojîk da rênîşan bûn. Wekî gelek konferansên zanistî belkî di dem da bihayê van xebatan nehate dîtin û zanîn, belêm di demekî dirêj da dê giranî û qîmetê naveroka deklarasyona bête zanîn û jê bête istifade kirin. Sê deklarasyonên van hersê konferansan jî belgeyên giring û dîrokî ne. Daku zimannas û zimanzan bixwûnin û jê istifade bikin li jêr bi formata pdf didin.

Deklarasyona Konferansa Ziman-Gulan 2008, Berlin

Deklarasyona Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî-Çirîya Paşîn [November] 2009, Bruksel

Deklarasyona Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî-Îlon 2011, Hewlêr