Eve resmê perwerdekarîya Prof. Dr. Ahmet Davutoğlu ye!

Eve resmê perwerdekarîya Prof. Dr. Ahmet Davutoğlu ye!

 

Perwerdeya Davutoglu

Davutoglu-2

Davutoğlu qerefilan diavêje [!] belêm lûlîya sîlehê bi rastî dirêjî xelkê dike

Serokwezîrê Tirkîyeyê Ahmet Davutoğlu di propagandaya hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal [2015] da gelek kolan qutan. Encameke binketî dît. Gelek binasên vê binketinê hene, lê belê ev zihnîyeta di vî resmî da ma gelo hertiştî îfade nake?
Bi navê zor û zulmê, bi navê kîn û nefretê, bi navê ji mirovan heznekirinê, bi navê her tiştê kirêt û xirab û êdî hûn çi bixwazin lê zêde bikin di rûyê Ahmet Davutoğlu û şeklê qerefil avêtinê da xuya dibe. Fîgûrê ku vî rûyê tirş û nehez yê Davutoğlu timam dike li tenişta wî polîsê taybet û sîleha di destî da ye ku lûlîya wê li ser xelkê ye.
Davutoğlu û zihnîyeta wî dibêjine xelkê; ev qevda qerefilan ne tiştek e guh nedinê, lê tiştê esasî û bihadar ku bidime we ev lûlîya vê sîleha xwumal e ku markeya wê “kemalî” ye! Hûn vê lûlîyê dibînin û baş nas dikin, aha hûn layiqî wê ne! Sêhra istikrara polîtîk di serê vê lûlîyê da ye. Aqilê xwe bînin serê xwe û dengan bidine vê ezameta min û hukûmeta min û dewleta hizar salî ya miletê Tirk!
Yaa, Davutoğlu, eve çi îronî ye, lûlîya ku we dirêjî ser û çavên xelkê kirî bû bûmeranga we û li we zivirî û aha wisa tu û hûn înane xwarê!
Xelkê Kurd û Kurdistanîyan û pêkve tifaqdarên demokrasîxwaz di bin sihwaneya HDPê da ders û perwerdeyeke baş û kamil ya demokrasîyê, lê ne bi lûlîya sîlehan, bi deng û rehîyên xwe yên pîroz dane we heke hûn têbigihin!
Vêca divêt tu û xwudanên vê zihnîyeta lûlîyê aqilê xwe bînin serê xwe!
10 Hezîran 2015