Månedsarkiv: april 2015

Alaya Kurdistanê

Alaya Kurdistanê

Kurdistan flag
Alaya Kurdistanê temsîlîyeta yêkîtî û yêkbûna neteweyê Kurd û welatê wan Kurdistanê dike.
Lê herwisa hemû partî û organîzasyonan jî ala û flamayên xwe hene û ew jî wan temsîl dikin.
Her partî û organîzasyon di ragirtina ala û flamayên xwe da serbest û azad in.
Zimanê Kurdî jî, bi hemû zarava û navzaravayên xwe ve alaya dengî ya neteweyê Kurd e. Ziman nîşaneya bingehîn, ya makî ya netewebûnê ye. Zimanê Kurdî hemû neteweyê Kurd bi hev ra girêdide û dike yêk.
Kurd bi taybetî di parastina alaya xwe ya dengî da, anku zimanê xwe yê makî da divêt gelek hessas bin, bi kar înana zimanî wekî şertê man û nemanê bibînin û qebûl bikin.
Zimanê Kurdî hem di jîyana rojane da hem jî di perwerdeyê da divêt bête bi kar înan. Jîyandina zimanî bi rêya perwerdeyê dibe.
Kurd divêt li alayên xwe yên sembolî û dengî xwudan derkevin.

 

Instituta Kurdi-dk

Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê [Instituta Kurdî-dk]

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk] li Københavnê resepsiyonek da

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk], li 12ê Gulanê [2012] roja şembîyê bi munasebeta damezrîna înstîtutê, dana sertîfîkatên kursîstên kursa Kurdî û pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonek da. Ji Kurd û Danmarkîyan mêhvan beşdar bûn. Resepsiyon li Københavnê [Nørrebro] li salona Verdens Kultur Centerê çêbû.

Resepsiyonê bi axivtina Rêvebirê Giştî yê Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuita Kurdî-dk] Rojan Hazim ve dest pê kir. Di dîwana rêvebirina resepsiyonê da endamên heyeta îdarî ya Înstîtuta Kurdî-dk Baban Seqizî û Halîl [Xelîl] Küçülyildiz hebûn. Ji endamên heyeta îdarî ya Înstîtuta Kurdî-dk Hetav Rojan, Dilêr Zaxoyî, Şengul Deniz jî amade bûn û mêhvan pêşwazî kirin.

Ji Parisê mamostayê Kurdolojîyê li Unîversîteya Inalcoyê [Sorbon] Doç. Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan, ji Berlînê serokê Înstîtuta Ziman û Çandê ya Kirmancî [Zaza] Lerzan Jandîl, nivîskar û zimanzan Huseyin Kartal, endamê rêvebirîya Înstîtuta Kurdî ya Stockholmê Şoreş Reşî ji bo piştevanîya damezrîna Înstîtuta Kurdî-dk hatin û beşdarî resepsiyonê bûn û li ser giringîya ziman û perwerdeya Kurdî axivtin kirin, damezrîna Înstîtuta Kurdî-dk pîroz kirin û desteka xwe diyar kirin.

Di resepsiyonê da endamê Meclisa Şehridarîya Københavnê Lars A. Rasmussen û serokê Dansk Kurdisk Kultur Centerê Fatîh Baran jî axivtin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Fey-Kurd û Fokus-Ayê jî piştevanîya resepsiyonê kirin. Di resepsiyonê da sertîfîkatên kursîstên kursa Kurdî hatin dan.

Ji bilî kursîst, endamên Înstîtutê û guhdaran berpirsiyarên PDK, YNK, Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê û Partîya Komûnîst ya Kurdistanê yên Danmarkê jî amade bûn, mesajên xwe dan û axivtin kirin. Herweha mamosta û zimanzanê Danmarkî René Mark Nielsen jî di resepsiyonê da amade bû û avabûna Înstîtuta Kurdî-dk pîroz kir.

Ataşeya Kulturê ya Sefareta Komara Iraqa Federal xanima hêja Rêzan S. Hamawi jî bi bûketeke kulîlkan ve hate resepsiyonê û Înstîtuta Kurdî-dk pîroz kir.

Di resepsiyonê da herweha Cejna Zimanê Kurdî [14-15-16ê Gulanê] hate pîroz kirin.

Resepsiyon bi beşdarîya nêzîkî 100 [sed] kesan, bi coş û germîyeke bilind bi dawî bû.

Di dawîya resepsiyonê da seremonîya dana sertîfîkatan hate kirin. 17 kursîstên zimanê Kurdî sertîfîkatên Înstîtuta Kurdî-dk ji destê van kesan wergirtin:

ROJAN HAZIM [Bo Metin Kara]

Dr. IBRAHIM SEYDO AYDOGAN [Bo Necla Baran & Ceylan Taşkin]

LERZAN JANDÎL [Bo Rebenî Cêlikan & Akif Dul]

HUSEYIN KARTAL [Bo Fexrî Akin & Esmer Mamedî]

ŞOREŞ REŞÎ [Bo Sinem Öztopçu & Fatih Ciwan]

BABAN SEQIZÎ [Bo Ronahi Bulut]

XELÎL KÜÇÜKYILDIZ [Bo Xalid Sert]

LARS ASLAN [Bo Besê Olgun]

SERDAL BENLI [Bo Firat Taş & Hasan Destxurt]

FATIH BARAN [Bo Özgür Azad Polat]

ŞOREŞ BILIKAN [Bo Mîdya Akreyî]

YUSUF REŞÎD [Bo Burhan Hemo Baran]

17 kursîstên ku piştî şeş [6] meh kursa zimanê Kurdî sertîfîkat wergirtî ev bûn:

Grûba I.: Sertîfîkatên mamostatîyê

Metîn Kara

Necla Baran

Grûb II.: Sertîfîkatên pêcûneya destpêkê

Asmar Mamadi [Esmer Mamedî]

Ayhan Dugan [Rebenî Cêlikan]

Burhan [Hemo] Bo Baran

Ceylan Taşkin

Esma [Besê] Olgun

Fahrî Akin

Fatih Şener [Ciwan]

Firat Taş

Halit [Xalid] Sert

Hasan Gürel [Destxurt]

  1. Akif Dul

Midia Tayyeb [Mîdya Akreyî]

Özgür [Azad] Polat

Ronahî Bulut

Sînem Öztopçu

**

 

Axivtina Rêvebirê Giştî yê Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk] ROJAN HAZIM

Mêhvanên ezîz,

Hevalên hêja,

Kursîstên delal,

Hûn hemû bi xêr hatine resepsiyona pîrozbahîyê ya damezrîna Înstîtuta Kurdî-dk, Cejna Zimanê Kurdî û seremonîya dana sertîfîkatên kursa Kurdî. Bila Cejna Zimanê Kurdî li we hemûyan pîroz be.

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li 29ê Sibata îsal [2012] hate damezrandin. Înstîtuta Kurdî-dk, ji ber hewcehîya nufûsa Kurd ya li Danmarkê hate ava kirin. Nufûsa Kurd îro nêzîkî 30 [sih] hizaran e, lê belê ev hejmare her bo her zêde dibe û dê hêj jî bibe. Ji dawîya salên 1960an were heta îro bi vê hejmarê ve kolonîyeke Kurd li Danmarkê pêkhatîye. Kurd, wekî parçeyekî civata Danmarkê her bi çi rengî be jîyana xwe di hemû bask û waran da didomînin. Kurd di nav vê çerxa jîyanê da dixwazin bi etnîk orîjîna xwe ve bijîn û eve mafê wan yê xwezayî, meşrû û huqûqî ye. Di vê ekuasyonê da xala sereke ya parastina orîjîna etnîk bi axivtin, kar înan û perwerdeya makzimanî mumkun dibe. Kurd daku di nav civata Danmarkê da xwe biparêzin û bi cudahîya etnîk orîjîna xwe ve bijîn divêt ji alîyê makzimanî ve asîmîle nebin. Rêya vê jî bi wergirtina perwerdeya makzimanî dibe.

Kurd li Danmarkê parçeyekî civatê ne û xerc û bideha xwe didine dewletê. Mafê wan jî heye ku bi destek û hevkarîya dewletê perwerdeya bi makzimanê xwe jî bibînin. Bi cih înana vê daxwaza meşrû ya Kurdan dewleta Danmarkê erkdar e. Înstîtuta Kurdî-dk daxwazê ji dewleta Danmarkê dike ku vê daxwaza Kurdan di çarçoveya perwerdeya oblîgatorîyê da qebûl bike û bi cih bîne.

Ji bo parastina nifşên nû yên Kurd li Danmarkê karê sereke perwerdeya zimanê Kurdî ye. Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê ji bo vê armancê hatîye damezrandin ku plan û projeyên sîstematîk yên ziman û perwerdeya Kurdî amade bike û pêşkêşî dem û dezgehên dewletê bike û bi hevkarîya mekanîzmayên dewletê realîze bike.

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê daxwazê ji Kurdan jî dike ku xemsarîya di warê zimanê Kurdî da terk bikin û di malê da, di têkilîyên navxweyî da makzimanê xwe Kurdî bi kar bînin. Kurdê ku makzimanê xwe bi kar neyîne, xwe, xwe bi xwe asîmîle dike ku eve otoasîmîlasyon e û beramberî zimanê xwe, paşeroja nifşên xwe gunehkarîyeke mezin e.

Parastin û mayînde kirina “etnîk orîjîn”a Kurdî ya ji hemû alîyan ve bi axivtin, kar înan û perwerdeya Kurdî dibe.

Înstîtuta Kurdî-dk di vê armancê da biryardar e û divêt civata Kurd jî xwudanîyeke mezin û xurt li vê bizavê û prosesê bike û piştevanê Înstîtuta Kurdî-dk be.

Di vê resepsiyonê û pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî da Înstîtuta Kurdî-dk piştî şeş meh kursa Kurdî dê sertîfîkatan bide 17 kursîstan. Em hêvî dikin ev seremonîya sertîfîkatan bibe motîvasyonek ji bo hemû ciwanên Kurd ku li perwerdeya makzimanê xwe Kurdî germ bibin û di hemû baskên jîyana xwe da makzimanê xwe bi kar bînin, heke nizanin jî bi heweseke mezin fêr bin. Em bangî hemû daybabên Kurd dikin ku digel zarokên xwe bi zimanê xwe biaxivin û ji bo pêşkevtina zimanê wan jî rêbikine kurs û perwerdeya Kurdî ya Înstîtuta Kurdî-dk. Payîzê kurs dîsa ve dest pê dikin û hêj ji nihe ve xwe li kursên Înstîtuta Kurdî-dk binivîsin.

Di dawîyê da spasî Dr. Ibrahîm Seydo, mamostayê Kurdolojîyê li Unîversîteya Sorbonê, INALCOyê li Parîsê, serokê Instîtuta Kurdî-Zazakî li Berlînê Lerzan Jandîl, nivîskar û zimanzan Huseyin Kartal, ji rêvebirîya Instîtuta Kurdî ya Stockholmê Şoreş Reşî dikin ku bi hatina xwe em bi zêdehî ve şa û bextewar kirin. Yêk bi yêk spasî we hemû mêhvanên ezîz dikin.

Bawerîya me seda sed e ku bi hevkarîya we hemûyan Înstîtuta Kurdî-dk dê di kar û xebata xwe da serkevtî be.

Helbet ji bo hevkarîya xurt ya Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Fey-Kurd, Sentera Kulturî ya Kurd û Danmarkîyan û Fokus-Ayê jî em gelek spas dikin û ji xwe em dê bi hev ra hêj gelek xebatan bikin.

Û spas.

ROJAN HAZIM

Rêvebirê Giştî yê Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê

12 Gulan 2012, København

 

**

Hindek foto ji resepsiyonê :

 

Sempozyum

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk] plan kirîye ku sempozyumekê bi navê ”Li dîasporayê giringîya makzimanî û perwerdeya bi makzimanî” li Københavnê pêkbîne. Ji bo pêkînana vê sempozyumê digel Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Instîtuta Ziman û Çandê ya Kirmancî [Zaza] li Berlînê û Înstîtuta Kurdî ya Stockholmê di resepsiyona 12ê Gulanê [2012] da hevdîtinek hate kirin. Wekî prensîp hate axivtin ku digel Instîtutên Kurdî yên li Köln, Bruksel û Parisê jî têkilî bête danan. Pêkînana vê sempozyumê digel komeleyên Kurdî yên li Danmarkê jî hate axivtin û Fey-Kurd, DKKC û Fokus-A jî hevkar û piştevanên vê xebatê ne.

Armanc ew e ku bispor û zanayên ziman û perwerdeya Kurdî yên li dîasporayê û herweha ji Kurdistanê jî bêne dawet kirin ku li ser mijarê gotûbêjeke zanistî pêkbêt ku ji bo kar û xebatên perwerdeya Kurdî li dîasporayê perspektîveke nû derkeve meydanê.

Instîtuta Kurdî-dk ji bo amadekirina vê sempozyumê di nav hewildanên peydakirina imkanan da ye. Bi vê armancê serî li wezaretên bi ziman û perwerdeyê ve girêdayî yên Kurdistana Federal hate dan ku ji alîyê malî ve destek bête dan. Herweha lêgerînên peydakirina sponsoran jî berdewam e.

Înstîtuta Kurdî-dk, bi xwezîkeyekê serî li wezaretên Roşinbîrî û Lawan, Perwerde û Xwandina Bilind yên Kurdistana Federal da û projeya sempozyumê pêşkêşî wan kir ku hevkarîya malî bikin.

Projeya ku Înstîtuta Kurdî-dk daye hersê wezaretan li jêr e.

Bo

Wezareta Roşinbîrî û Lawan ya hukûmeta Herêma Kurdistanê-Iraq [*]

Hewlêr [Erbil]

 

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk] li 29ê Sibata 2012ê li paytextê Danmark Kopenhagê hate damezrandin.

Li Danmarkê nêzîkî 30 [sih] hizaran Kurd dijîn. Di nav vê hejmarê da ji hemû beşên Kurdistanê û herweha ji dîasporaya Tirkîyeyê Kurd hene. Di nav vê hejmara Kurd da nufûsa ciwanan gelek zêde ye.

Li Danmarkê di nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê da dersên plankirî û sîstematîk yên bi makzimanê Kurdî nebin jî astengên huqûqî û qanûnî nînin. Ji 8 heta 12 zarokên Kurd ra heke famîlya bixwazin dewlet imkanê perwerdeya makzimanî dide. Lê mixabin civata Kurd ya li Danmarkê di warê perwerdeya makzimanê xwe da aktîv nîne û hejmareke gelek kêm famîlyayên Kurd vê daxwaza perwerdeya makzimanî ji dewletê dikin. Vê gavê bi hejmareke gelek kêm kurs û perwerdeya Kurdî heye.

Înstîtuta Kurdî-dk ji ber vê hewcehîya giring ya perwerdeya makzimanê Kurdî hate damezrandin. Înstîtuta Kurdî-dk ji bo parastina huvîyeta neteweyî û nifşê Kurd li Danmarkê perwerdeya Kurdî şertê bingehîn yê man û nemanê dibîne. Nufûsa Kurd her diçe zêde dibe û divêt hewcehîya perwerdekirina zarok û ciwanên Kurd ya bi zimanê Kurdî her bi çi rengî be bête bi cih înan. Heke ev karê perwerdeya bi zimanê Kurdî neyê kirin nifşê nû dê asîmîle bibe û ji etnîk orîjîna xwe, ji kultur û folklora xwe dûr bikeve û di nav civata Danmarkî da bihele.

Ji ber vê tehlîkeyê, Înstîtuta Kurdî-dk plan dike ku digel perwerdeya Kurdî, xebat û aktîvîteyên sosyal, kulturî û hunerî jî pêkbîne ku îdentîtêta Kurdî herdaîm bête parastin û domandin. Înstîtuta Kurdî-dk plan dike ku bi van kar û xebatan ve bibe pireke dînamîk di navbeyna Kurdên li Danmark û welatê wan Kurdistanê da.

Ji bo vê armancê hewcehîya sereke bi desteka Wezaret û dem û dezgehên bi ziman û perwerdeyê ve peywendîdar yên Kurdistanê heye. Înstîtuta Kurdî-dk bi imkanên ji civata Kurd ya li Danmarkê kar û xebata xwe didomîne, lê eve têra nake. Lewma Înstîtuta Kurdî-dk daxwazê ji we dike ku hem di warê bi cih înana programên xebatê yên di navbeyna Danmark û Kurdistanê da, hem jî bi hevkarîya malî destek bête dan.

Bi taybetî em dixwazin zarok, ciwan, grûbên xwandekaran ji bo seredanîya dibistan, unîversîte û dezgehên peywendîdar bînine Kurdistanê. Herweha ji Kurdistanê jî grûbên zarok û ciwanên xwandekar dawetî Danmarkê bikin ku seredanîya dem û dezgehên perwerdeyê bikin. Bi vî rengî em dixwazin têkilîyeke sosyal û kulturî di navbeyna Kurdên dîasporayê û welatî da organîze bikin. Herwisa li Danmarkê ji bo zarok û ciwanên Kurd û binemalên wan kom û kombûnên serwextkirina giringîya perwerdeya Kurdî bikin. Ji bo van kom û kombûnan ji Kurdistanê mamosta û bisporên ziman û perwerdeyê dawet bikin ku semîneran bidin. Ji bo agahdarîyên zanistî yên li ser ziman û perwerdeyê jî sempozyum û konferansan amade bikin ku Kurdên dîasporaya Danmarkê mifayî jê werbigirin ku şuûra neteweyî ya wan bilind û jînde bimîne.

Ji bo realîzekirina van plan û projeyan em daxwazê ji wezaretên we dikin ku hevkarîya Înstîtuta Kurdî-dk bikin.

Di gava ewil da me plan kirîye ku li payîza îsal [2012] li Kopenhagê bi navê ”Li dîasporayê giringîya makzimanî û perwerdeya bi makzimanî” sempozyumeke zanistî ya du rojî pêkbînin. Ji bo vê sempozyumê ji unîversîteyên Kurdistana Federal, ji parçeyên dî yên Kurdistanê û herweha meydanên dîasporaya Kurdî mamosta û bisporên ziman û perwerdeyê dê bêne dawet kirin. Mijara sempozyumê û terkîba wê bi sê wezaretan ve [Wezareta Xwandina Bilind + Wezareta Perwerdeyê û Wezareta we] girêdayîye. Sempozyuma zanistî dê bi hejmareke nêzîkî 50-60 [pêncî-şêst] kesan pêkbêt. Mesrefa vê sempozyumê bi texmînî dê li dora 50-60 [pêncî-şêst] hizar dolaran be.

Ji bo vê xebatê me hewcehî bi desteka we ya malî heye. Lewma em daxwaza 20 [bîst] hizar dolaran ji wezareta we dikin ku em bikarin mesrefa vê sempozyumê razî bikin [Ji Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwandina Bilind jî me daxwaza desteka malî kirîye.] Heke ev meblax ji alîyê we ve ne mumkun be, hingê hindî ku butçeya we dest dide hevkarîyê bikin. Ji bo xerca mayî em dê serî li sponsoran bidin. Em li hêvîya bersiva we ya pozîtîv in.

Ji nihe ve em spasî hevkarîya we dikin.

Digel rêz û silavên me yên germ.

ROJAN HAZIM

Rêvebirê Giştî yê Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk]

5 Hezîran 2012, Kopenhag

 

[*] Ev proje bo Wezareta Perwerdeyê ya hukûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Xwandina Bilind ya Herêma Kurdistanê jî hatîye dan.

**

Noteke giring:

Ev projeye hate betal kirin. Wezareta Kulturê û Lawan ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê hevkarîya malî nekir. Mixabin ku hêj jî ji ber hisabên biçûk yên polîtîk projeyên neteweyî giring nayên dîtin. Wezaret bin her çi dem û dezgeh bin, heke bi van hisab û kitabên biçûk û berjewendîyên partîkanê piştevanîya projeyên neteweyî nekin xwe biçûk dikin. Li Kurdistana Federal gelek mixabin ku hêj jî zihnîyeta lokalîst nehatîye terk kirin. Ziman, kultur, huner û edebîyat zemînên hevpar yên neteweyî ne û di van waran da nabe ku herêmî bête fikirîn û hereket kirin. Dem û dezgehên fermî yên Kurdistana Federal ji bo projeyên neteweyî imkanên malî li goreyî krîterên objektîv û neteweyî nadin, di çarçoveya ”kî nêzîkî min e” vedibirin. Eve hem ne rast e, hem jî ne neteweyî ye, ne ehlaqî ye, ne wijdanî ye û nejî adil e.

Digel vê reftara negatîv jî, tête hêvî kirin ku ev polîtîka ne neteweyî bête terk kirin û bêne ser rêya rast û neteweyî û imkanên malî li ser projeyên neteweyî adilane bêne belav kirin.

Xebat nasekinin helbet. Imkanên pêkînana semîner, sempozyum û konferansan dê bêne peyda kirin. Kar û barên ziman, edebî, hunerî û kulturî her bi çi rengî be dê bêne domandin.

Instîtuta Kurdî-dk

Kanûna Pêşîn [December] 2012

Bangeke gur li ser zimanê Kurdî

Hejmareke bilind ya zimanzan, zimannas, nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Kurd dijî provakasyonên li ser ziman, zarava û alfabeya Kurdî bangeke gur belav kirin. Bangê herwekî xwe li jêr didin.

 

Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin !

« Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. »

 

BANGA ZIMANÊ KURDÎ

“Ev ziman yê me hemûyan e, ew welat yê me hemûyan e!”

472 Kurdên ronakbîr, akademîsyen, lêkolîner, mamoste, nivîskar, rojnameger, awûqat, xwendekar, siyasetmedar, muhendîs û doktor, yanî “472 Kurdên Kurd”, yên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropa û Amerîka û Kanada û hetta Awustralyayê, ku ji zimanê xwe hez dikin û naxwazin ku Kurd ji hevdu bên parçekirin, li dijî wan provokasyon û heqaretên ku di warê dabeşkirina zarava û alfabeyên kurdî de hatine kirin, Banga Zimanê Kurdî îmza kirin.

Weke ku tê zanîn, meha bihurî 471 kesên ku ji xwe re dibêjin “ronakbîr” ku stranbêj û helbestvan û rojnameger û weşanger û kesayetiyên naskirî di nava wan de hebûn, li ser pirsgirêkên alfabeya kurdî daxuyaniyek belav kiribû û bang li rayedarên Herêma Kurdistana Başûr jî dikir ku alfabeya erebî bi awayekî fermî were pejirandin û qanûnek di derbarê wê de were çêkirin. Van 471 kesan di wê daxuyaniya xwe de Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat ji parçeyên Kurdistanê yên din cuda dihesibandin û bi ziman û şêwazeke tund ve didan zanîn ku bikaranîna alfabeya latînî ya li van parçeyan ji bo wan “xeta sor e” û bikaranîna her du alfabeyan ya li cem hev jî “lîstina bi agirî” ye û bi vî awayî gef li rewşenbîr û zimannasên Kurd dixwarin.

Li ser vê daxuyaniya ku bi zimanekî tehdîtkar û provokatîf hatibû nivîsandin, berî du hefteyan 80 ronakbîr û akademîsyen û nivîskarên kurd Banga Zimanê Kurdî belav kiribû, da ku balê bikişînin ser provokasyonên ku li Başûrê Kurdistanê bi destê hin kesên naskirî ve tê kirin. Bi dû re, li ser daxwazê, ew bang ji îmzayê re hatibû vekirin, ji ber ku ev ziman yê hemû Kurdan e û mafê her Kurdî heye ku li zimanê xwe bi xwedî derkeve û li dijî helwêstên bi vî rengî rabe. Dîsa jî, pirraniya kesên ku piştgirî daye Banga Zimanê Kurdî akademîsyen û mamosteyên zanîngehan û lêkolîner û ronakbîr û nivîskar û rojnameger in ku weke kedkarên zimanê kurdî têne naskirin û di nava civaka kurdî de xatirê wan bilind e.

Hejmar di vê bangê de bi tenê bi awayekî « sembolîk » bi 472’an hatiye bisînorkirin.

Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,

Ji Raya Giştî re,

Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.

Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.

Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.

Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.

Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.

Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.

Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!

Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.

Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !

Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.

Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.

Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

  1. 10. 2012

Ji bo agahî û peywendiyê : bangakurdi@gmail.com

Kesên ku ev daxuyanî îmze kiriye û piştgirî dayiyê (li gora rêza alfabetîk ya navan)

  1. Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa
  2. Abdulganî Demîrel
  3. Abdulkadîr Ulumaskan
  4. Adil Baran
  5. Adil Şakir Obeyd
  6. Adnan Abdulrehman
  7. Afrasiab Gramî
  8. Dr. Afrasiab Shekofteh
  9. Agît Xelef
  10. Ahmet Aliş
  11. Ahmet Gulabî Dere
  12. Ahmet Irmak
  13. Ahmet Kanî
  14. Ali Atalan
  15. Ali Bayram
  16. Amanc Meqamî
  17. Amed Qehreman
  18. Amed Tigrîs
  19. Amîn Chireh
  20. Ara Elî
  21. Aram Yosif
  22. Arez Andaryarî
  23. Dr. Arif Hîto
  24. Aslîka Qadir
  25. Aştî Germavî
  26. Avşîn Ay
  27. Aydin Dere
  28. Ayhanê Bêrtî
  29. Ayşe Navruz
  30. Azad Alî
  31. Azad Efrîn
  32. Azad Kurdî
  33. Azad Makûyî
  34. Azad Şîlanî
  35. Azad Temel
  36. Azad Zal
  37. Azîz Aliş
  38. B. Welatevîn
  39. Baban Seqizî
  40. Dr. Bahiez Omer Ehmed
  41. Dr. Bahrooz Chamanara
  42. Bariyê Bela
  43. Bayram Ayaz
  44. Bedel Boselî
  45. Bedran Hikmet
  46. Dr. Behrûz Şucaî
  47. Berfîn Aydogan
  48. Berken Bereh
  49. Dr. Beyan Ehmed Huseyn
  50. Bêrîvan Muhemed Şerîf
  51. Bêrîvan Yosif Ebdulla
  52. Bîlge Sumer
  53. Bîrgul Gencer
  54. Bîrgul Ozbariş Arda
  55. Burhan Zoroglu
  56. Bûbê Eser
  57. Dr. Cefer Şeyxulîslamî
  58. Cemal Onursal
  59. Cemîl Demîrcan
  60. Cercur Cengîz
  61. Çetîn Kevir
  62. Çeto Omerî
  63. Dr. Cewher Mustefa Omer
  64. Chiman Badrî
  65. Cîhan Yildirim
  66. Cimoyê Merûf
  67. Cîn Hekîm Mûsa
  68. Ciwan Tengezar
  69. Ciwanmerd Kulek
  70. Çiya Mazî
  71. Demhat Dêrikî
  72. Demsal Can
  73. Dersîm Oremar
  74. Dersîm Tekes
  75. Derwêş M. Ferho
  76. Dr. Derwêş Yosif Hesen
  77. Derya Yilmaz
  78. Dr. Dilawer Bozo Mîkaîl
  79. Dilawer Zeraq
  80. Dîlber Hêma
  81. Dilbirîn Ebdulla Elî
  82. Dilbixwîn Dara
  83. Dildar Mirad
  84. Dilêr Zaxoyî
  85. Dilşa Yûsiv
  86. Dilşad Mutî
  87. Dilşêr Bêwar
  88. Dilxwaz Refiet Muhemed Elî
  89. Dîno Xorasanî
  90. Diyar Bohtî
  91. Diyar Ebdulkerîm Seîd
  92. Dûrzan Cîrano
  93. Dr. Ebdî Hacî muhemed
  94. Ebdulkerîm Mustefa
  95. Dr. Ebdulla Ezîz Muhemed
  96. Ebdulqadir Norî
  97. Ebdulselam Necimeldîn
  98. Dr. Ebdulsemed îslam
  99. Dr. Ebo Obeyd Ebdulla Ziyab
  100. Edîp Polat
  101. Egît Xelef
  102. Ehmed Balayî
  103. Ehmed Ebdulla Casim
  104. Ehmed Ebdulla Zero
  105. Dr. Ehmed Elî Hesen
  106. Dr. Ehmed Heyder Seger
  107. Ehmed Hoseyn Zawîtey
  108. Ehmed Yasîn Ehmed
  109. Ekrem Altin
  110. Dr. Elî Rehmetî
  111. Emîn Akbaş
  112. Emîn Ebdulqadir Omer
  113. Emîn Narozî
  114. Enwer Muhemed Hoseyn
  115. Erdal Er
  116. Eskender Ceferî
  117. Eskerê Boyîk
  118. Evdile Koçer
  119. Evîn Aksoy
  120. Evîn Kiliçarslan
  121. Eyad Şêx Hesen
  122. Eyhan Ceifer Muhemed Tahir
  123. Eyob Remedan Fetah
  124. Eyup Guven
  125. Dr. Fadil Heyder Xodêda
  126. Fatma Savci
  127. Faxir Berwarî
  128. Faxr Omer Muhemed
  129. Fehim Işik
  130. Fehmî Balayî
  131. Dr. Felat Dilgeş
  132. Felek Baran
  133. Feratê Dengizî
  134. Fêrgîn Melîk Aykoç
  135. Ferhad Ebdulla
  136. Dr. Ferhad Hacî Eboş
  137. Ferhad Muhemed Ehmed
  138. Ferîde Akturan
  139. Fesîh Seseogullari
  140. Fettah Timar
  141. Fevzî Ozmen
  142. Fexredîn Amediyan
  143. Feysel Dilêr
  144. Firat Kelehkî
  145. Fuad Fattahî
  146. Fuat Brûsk
  147. Gernas Amedî
  148. Golî Shadkam
  149. Goran Candan
  150. Guhdar îsmaîl
  151. Gulşana Mûsayê Beşkî
  152. Dr. Gundî Dilberz
  153. Hadî Serdar Kilinçaslan
  154. Hadi Turk
  155. Hakim Zeyrek
  156. Hakki Çoban
  157. Hamid Omerî
  158. Hamîde Akbayir
  159. Harûn Demîrkan
  160. Haydar Diljen
  161. Haydar Işik
  162. Hecî Mişo Heso
  163. Hejar Kemal
  164. Hejarê Şamil
  165. Hekîm Ebdulla
  166. Dr. Hekîm Ebdulreman Zubeyr
  167. Helîme Xorşîd Ebdulla
  168. Dr. Hesenê Evdî
  169. Hesen Huseyin Deniz
  170. Hesen Qazî
  171. Hesen Silêvanî
  172. Hesenê Dewrêş
  173. Hesenê Hecî Silêman
  174. Heval Ehmed Huseyn
  175. Dr. Heznî Haco
  176. Hêdî Gomeyî
  177. Hêvî Berwarî
  178. Hilbîn Muhemed Ehmed
  179. Hişyar Kêstey
  180. Hizirvan Ebdulla
  181. Hîvî Sebrî Cemîl
  182. Hîvî Seîd
  183. Hîwa Massîh E.
  184. Hogir Berbir
  185. Hoşeng Osê
  186. Hoseyn Osman
  187. Hozan Emîn
  188. Hozanê Bengî
  189. Dr. Hozan Silêman Mîrxan
  190. Huda Ebdulqadir
  191. Husein Muhammed
  192. Huseyin Alataş
  193. Huseyin Kartal
  194. Huseyin Turhalli
  195. Huseyin Zoro
  196. Îbrahîm Dêrgjnîkî
  197. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
  198. Îbrahîm Xişman Hesam
  199. Îlhamî Sîdar
  200. Îlias Arian
  201. Îlyas Suvagci
  202. Dr. Îmad Weysî Xalid
  203. Înan Eroglu
  204. Îrfan Babaoglu
  205. Îsa Tûran
  206. Îsmaîl Dîndar
  207. Îsmaîl Hoseynpûr
  208. Îsmaîl Silêman Hacanî
  209. Îsmet Hecî îbrahîm
  210. Îsmet Topal
  211. Îzeet Silêman
  212. Jahangîr Abdollahî
  213. Jîrwan Seîd Hacî
  214. Jivan Noiman Hecî
  215. Jiyar Sedîq
  216. Dr. Kamiran Haj Abdo
  217. Dr. Kamîran Ebdulsemed Ehmed
  218. Kamîran Haco
  219. Dr. Kamran Amînawe
  220. Kamîran Mişextî
  221. Kamîran Reşîd Berwarî
  222. Kamran Dalir
  223. Kamran Simo Hedilî
  224. Dr. Kamûran Berwarî
  225. Karîn Zakaria
  226. Karo Mishtexî
  227. Karwan Emînur
  228. Kawa Nemir
  229. Kejan Mehr
  230. Dr. Kerevan Muhemed Ehmed
  231. Keser Yasîn Muhemed
  232. Kewşen Herî
  233. Keya Îzol
  234. Kiymet Çelîk
  235. Konê Reş
  236. Kovan Xanikî
  237. Kurdo Muhammadî
  238. Kutbettîn Ozer
  239. Lal Laleş
  240. Latîf Dalir
  241. Lerzan Jandîl
  242. Leylî Hessanpour
  243. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
  244. Lokman Ayebe
  245. Lokman Polat
  246. Dr. Luqman Guldivê
  247. M. Îhsan Kandemîr
  248. M. Malmîsanij
  249. M. Sadiq Warlî
  250. M. Saît Alpaslan
  251. M. Şefîq Oncu
  252. Macîde Senem Çamlibel
  253. Madîna Mustefaeva
  254. Mahdî Salih
  255. Mahir Aydin
  256. Mahîr Taha
  257. Mahmoud Azîzî
  258. Mahmud Akbayir
  259. Mahmud Kilinç
  260. Mahmûd Onder
  261. Mahmût Aydin
  262. Mahsûm Çîçek
  263. Mansour Shamsipor
  264. Marwan Nabo
  265. Mecîd Heso
  266. Mecîd Rajanî
  267. Medenî Ferho
  268. Mehabad Felat Arda
  269. Mehdî Caferzadeh
  270. Mehdî Salih
  271. Mehmet Ava
  272. Mehmet Çîçek
  273. Mehmet Ekinci
  274. Mehmet Yildiz
  275. Meral Aydogan
  276. Meral Varişli
  277. Mesod Cemîl Reşîd
  278. Dr. Mêvan Arif Ebdulrehman
  279. Miheme Çelîk
  280. Mihemed Jiyan
  281. Miradê Gundikî
  282. Mîran Janbar
  283. Mîrhem Yîgît
  284. Mistefa Şahîn
  285. Mistefa Uzun
  286. Mizgîn Muhemed Hesen
  287. Mohsin Qoçan
  288. Dr. Mohsin Salih Etroşî
  289. Muhemed Ebdulla
  290. Muhemed Şîn Sînî
  291. Dr. Muhsin Arif Salih
  292. Mulkiye Birtane
  293. Munzur Çem
  294. Murat Kiliç
  295. Murat Satik
  296. Muslum Yigit
  297. Mustafa Borak
  298. Mustafa Gazî
  299. Mustafa Kaplan
  300. Mustefa Ehmed Muhemed
  301. Mustefa Hîro Mustefa
  302. Mustefa Reşîd
  303. Muzaffer Demiralp
  304. Muzaffer Ozgur
  305. Dr. Nadim Yonis Osman
  306. Nasihê Kêsteyî
  307. Nazîf Mayî
  308. Necîbe Qeredaxî
  309. Necla Baran
  310. Nedim Baran
  311. Nesîmî Yaman
  312. Nevîn Baykal
  313. Newaf Mîro
  314. Newroz Bawer
  315. Nezîr Akat
  316. Nezîr Kaya
  317. Nezîr Silo
  318. Nijyar Mîrza
  319. Nishan Bamernî
  320. Nisrîn Ehmed
  321. Nizar Eyob Golî
  322. Nizar Selman Tahir
  323. Nîbar Bedîi
  324. Nîhatê Agirî
  325. Nîhayet Muhemed Salih
  326. Nîmetulla Hamid Nihêlî
  327. Nûrî Çelîk
  328. Omer Faruk Baran
  329. Omer Ozaydin
  330. Perwîn Reof Hadî
  331. Prof. Dr. Fewziye Yonis Fetah
  332. Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev
  333. Prof. Dr. Mehmedê Misto
  334. Prof. Dr. Zirar Sedîq Tufîq
  335. Qasim Çire
  336. Receb Dildar
  337. Remedan  Îsa
  338. Remedan Hecî Qadir
  339. Remzî Kerîm
  340. Dr. Renc Muhemed Norî
  341. Dr. Resûl Başirov
  342. Reşad Sorgul
  343. Rêber Ceifer
  344. Rêbwar Reşîd
  345. Rêsan Hesen Cindî
  346. Rêzan Demîr
  347. Rêzan Şivan Îsif
  348. Riza Dinç
  349. Riza Nayf Ebdulqadir
  350. Robîn Reşvan
  351. Rodî Zinar
  352. Rohat Mîran
  353. Rojan Hazim
  354. Ronayî Onen
  355. Ronî Alasor
  356. Ronî Hartmann
  357. Ronî Stêrk
  358. Roşan Lezgîn
  359. Roşeng Rojbîr
  360. Rûkiye Ozmen
  361. Sabah Osman Mustafa
  362. Sabîha Diljen
  363. Sadedîn Çira
  364. Sadûllah Ogurce
  365. Saeed Jafarî
  366. Saît Keskîn
  367. Salar Ebdulkerîm Findî
  368. Salih Muhemed Hesen
  369. Salihê Kevirbirî
  370. Samî Tan
  371. Sara Anter
  372. Sedîq Hamid
  373. Sedîq Hecî Welî Berwarî
  374. Seîd Mîrzayî Nîya
  375. Dr. Selah Muhemed Selîm
  376. Selah Khidir
  377. Selam Balay
  378. Selîm Hesen
  379. Selwa Ferîq  Salih
  380. Selwa Gulî
  381. Semedar Salim Mecîd
  382. Semra Arslan
  383. Semra Guçlu
  384. Serdar Bozan
  385. Serdar Erdogan
  386. Serhad B. Rênas
  387. Serhad Bapîr
  388. Serhat Bozan
  389. Serkan Birûsk
  390. Sevîl Kara
  391. Seydo Rênas Aydogan
  392. Seyfettin Kayro
  393. Seyîdxan Kurij
  394. Sezgîn Dînç
  395. Shahin B. Soreklî
  396. Siddîq Bozarslan
  397. Sidqî Hirorî
  398. Silêman îsmaîl Receb
  399. Sinan Dilek
  400. Siûd Kîkî
  401. Sîdar Jîr
  402. Sînan Yilmaz
  403. Sîpan Hesen Elî
  404. Dr. Soiad Hesen Cuwad
  405. Solîn Rojhilatî
  406. Stêr E. Neco
  407. Suleiman Sulevanî
  408. Suzan Samanci
  409. Şehla Debaxî
  410. Şemal Mîrza
  411. Şengul Ogur
  412. Şerefxan Cizîrî
  413. Şerîf Kan
  414. Şermîn Bozarslan
  415. Şeyhmus Olmez
  416. Şeyhmus Ozzengîn
  417. Şêx Remazan Seyidov
  418. Şêxmûs Sefer
  419. Şilêr Nayf Emîn
  420. Şirivan Ozdemir
  421. Şivan Bîbo Derwêş
  422. Şivan Cercîs Ebdulrehman
  423. Şivan Elî Hecî Adem Tovî
  424. Şivan Muhemed Xalid
  425. Şivan Mustafa
  426. Şivan Qasim Hesen
  427. Şivan Tewfq  Hecî
  428. Şivan Zahir Ebdulla
  429. Şîlan Yonis Muhemed
  430. Şoreş Reşî
  431. Şoreşvan Adil Ehmed
  432. Taban Sakaya
  433. Tehsîn Navişkî
  434. Têmûrê Xelîl
  435. Tosinê Reşîd
  436. Ulfiye Ozcan
  437. Umran Aran
  438. Veysî Altay
  439. Viyan îbrahîm Elî
  440. Watkîs Msîs Serkîsîyan
  441. Welat Dilken
  442. Welat Roj
  443. Weysel Turhan
  444. Xakî Bîngol
  445. Xalid Ebdulqadir Silêman
  446. Xalid Ehmed Xalid
  447. Xalid Hosên
  448. Xalîde Selman îbrahîm
  449. Xebat Şakir
  450. Xelîl Dihokî
  451. Xizan Şîlan
  452. Xoşnav Cemîl
  453. Xurşîd Kaplan
  454. Xusro Abdollahî
  455. Yado Ciwan
  456. Yaqob Tilermenî
  457. Yasîn Hisên
  458. Yeko Ardil
  459. Yildiz Çakar
  460. Yosif Hoseyn
  461. Yusuf Bilgiç
  462. Zahîde Aydogan
  463. Dr. Zahîde Muhemed Tahir
  464. Zana Farqînî
  465. Zelal Ekinci
  466. Dr. Zelîha Aktaş
  467. Dr. Zerdeşt Haco
  468. Zinar Ebdulselam Ebdulhekîm
  469. Zinarê Xamo
  470. Zindan Fîdanci
  471. Ziya Avci
  472. Zozan Sadiq

Agahiyên li ser Konferansên Zimanê Kurdî (Hewlêr û Amed) :

http://ku.wikipedia.org/wiki/Konferansa_Zanist%C3%AE_ya_Ziman%C3%AA_Kurd%C3%AE#Be.C5.9Fdar.C3.AAn_Konferans.C3.AA

Salname

KNKê salnameya 2013-2014ê amade kir

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, salnameya KNKê ji bo du salan, 2013-2014 amade kir û da çap kirin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, digel Şêwira Zimanê Kurdî li ser navê mehên mîladî yên kurmancî xebatek dabû dest pê kirin. Navên mehên mîladî yên kurmancî bi lihevhatineke maqûl di salnameyê da hatine bi kar înan.

Li binê salnameyê hem binasê [sebebê] amadekirina salnameyê ya bi vî rengî, hem jî rojên giring yên civata Kurdistanê yên neteweyî, civakî û dînî hatine bi cih kirin.

Bi taybetî binasê amadekirina salnameyê wisa hatîye îzah kirin:

[[… Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê ji ber têkilavîya navên mehên mîladî yên Kurmancî, di platforma Şêwira Zimanê Kurdî da li ser yêkkirina navên mehên mîladî yên Kurmancî riberizek dabû destpêkirin. Mixabin mutabeqet pêknehat û berbelavî didome. Lewma, Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, digel Şêwira Zimanê Kurdî, piştî şêwireke berfireh ya bi dem û dezgehên zimanî,  zimanzan û zimannasan gihişte vê encamê; heta ku li ser navên mehên mîladî yên Kurmancî hevbîrîyeke kamil çêdibe navên mehên mîladî yên Kurmancî dê bi rengê qedîm ku xelk bi kar tîne, bêne bi kar înan ku di kovara Hawarê û yên berê hatine weşandin da jî wisa bûn. Herweha di nav xelk û sîstemê perwerdeya navçeya kurmancîaxêv ya Kurdistana Federal [Bahdîna] da jî navên mehên mîladî yên zaravayê Kurmancî bi vî rengî bi kar tên. [Tinê ji bo meha 10ê Çirîya yêkê, bo meha 11ê Çirîya duyê û bo meha 12ê Kanûna yêkê / Kanûna biçûk, bo meha 1ê jî Kanûna duyê / Kanûna mezin tête gotin.].

Tête hêvî kirin ku dem û dezgehên Kurdistanê û Kurd û Kurdistanî navên mehên mîladî yên Kurmancî bi rengê vê salnameyê bi kar bînin…]]

 

Li jêr wekî nimûne didin.

Salname 2013-2014