Deklarasyona Şûraya Zimanê Kurdî – Çirîya Paşîn [November] 2009

Deklarasyona Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî
5-6 Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Li Parlementa Flaman-Bruksel, Belçîk
”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, di rojên 5-6ê meha 11an [Teşrîn-Mijdar 2009] da, li salona Parlementa Flaman-Bruksel kombû. Ji seranserê Kurdistanê û dîasporayê zana, bispor û mamostayên Kurdî beşdar bûn. Pirs û pirsgirêkên di warê ziman û perwerdeya Kurdî da bi berfirehî hatin axivtin. Danezanên zanyarî yên li ser ziman û perwerdeyê hatin pêşkêş kirin.
Di encam da li ser tesbîtên zanyarî ev biryar hatin standin:
1. Li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê polîtîkên asîmîlasyonîst yên dijî Kurdî bi reng, metod û teknîkên cuda têne domandin û li van dewletan fermîyen jî perwerdeya bi Kurdî nîne û eve rê li ber asîmîlasyonê fireh dike. ”Şûra” lezînen û bi giringî bangî van dewletan dike ku Kurdî bibe zimanê duyê yê fermî yê dewletê û ji bexçeyê zarokan heta unîversîteyê perwerde bi Kurdî bête kirin. Bi vê xalê ve girêdayî, ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bangî rêvebirîya polîtîk ya Kurdistanê li bakur dike ku li cografyaya Kurdistanê ”de facto” ”du zimanî”yê bi kar bîne. Ji şehridarîyan heta sendîka, baro û organîzasyonên dî yên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk divêt di hemû kar, xebat, kombûn, konferans, sempozyûm û kongreyên xwe da Kurdî û Tirkî bi kar bînin û vê yêkê wekî wacibekî neteweyî qebûl bikin.
2. Di realîteya îro da Kurdî bi du alfabeyan bi kar têt: Alfabeya bi tîpên Latînî û alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî. Li Kurdistana Federal û li rojhilata Kurdistanê alfabeya fermî ya bi tîpên Aramî-Erebî ye. Li bakur, rojava û diasporayê jî alfabeya bi tîpên Latînî bi kar têt. Du alfabetî dibe binasê ji hev dûrketina zaravayên Kurdî û her diçe ji hev têgihiştinê bi zehmet têxe û dîwarên destkir yên di navbeyna zaravayên bakur û başûr da xurt û stûr dike ku eve rewşeke negatîv e. ”Şûra” di wê bawerîyê da ye ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî yêkkirina alfabeyê pêdivî ye. Lewma ”Şûra” bangî rêvebir û otorîteyên desthilata polîtîk û herweha cîhana zanyarî ya Kurd dike ku yêkkirina alfabeyê danin serê rojeva xwe û di nav proseseke maqûl da û bi planekî zanyarî û pedagojîk rê li ber yêkkirina alfabeyê vekin.¬
3. Di bi kar înana Kurdî da pirs û pirsgirêkên gramatîkî û rastnivisînî jî hene ku eve li ber standartbûna zimanî asteng in.¬ Zimanzan û zimannasên Kurdî divêt bi organîze û bi norm, metod û teknîkên zanyarî, van kêm û kasîyên zimanî tesbît bikin û rêyên çareserîyê peyda bikin û bidine xizmetê.
4. Di perwerdeya Kurdî ya îro heyî da; ji alîyê materyal, naverok, form û metodîk ve paşvetîyeke konkret tête dîtin ku divêt ev probleme bi planekî modern û pedagojîyeke zanyarî û pêşkevtî bête çareser kirin.
5. Kêm û kasî û problemên zimanî yêkser tesîreke negatîv li ser weşangerîya Kurdî jî dikin û her dezgehekî ragihandina Kurdî di warê bi kar înana Kurdî da lokal û otonom hereket dikin ku eve jî di pratîkê da kaoseke zimanî derdêxe meydanê.
6. Ji ber van hemû problemên zimanî û perwerdeyî, pêdivî bi ”organeke şewirî” ya ku ji bisporên zimanî û perwerdeyê pêkhatî heye, ku berbelavîya di van waran da bête rakirin û sentraleke kolektîv, organîzatîv û tewsîyekar bête pêkînan. Ji ber vê hewcehîyê, bi biryara ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ya 5-6ê Teşrîn-Mijdar [November] 2009ê li salona Parlementa Flaman ya Brukselê kombûyî, ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” hate damezrandin. Ji alîyê navên bispor ve ji bo pêkînana ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” wekî organîzator û amadekar hate wezîfedar kirin ku piştî danûstandin û lêkolîneke berfireh, organê ji 20 [bîst] heta 25 [bîst û pênc] kesan pêkhatî teşkîl bike. Herweha ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî”, prosesa danîna ”Akademîya Zimanê Kurdî” li Amedê, ku berê biryar hatibû standin, dê bi leztir bêxe.
7. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, rêzê nîşanî dem û dezgehên ji bo ziman û perwerdeya Kurdî xebat kirine û hêj jî dikin dide û wan pîroz dike.
8. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” her du salan carekê ji teref ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdi” ve dê bête kom kirin.
9. Ji bo destekdan û motîvasyona kar û xebatên zimanê Kurdî, hersal ”Xelatê Zimanê Kurdî” di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî, 14-15-16ê Gulanê” da ji alîyê ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdi” ve dê bête dan.
10. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, zordarîya li ser weşangerîya Kurdî ya li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê şermizar dike û destekê dide Azadîya Welat ku dîsa ve ji alîyê dewleta Tirk ve hatîye qedexe kirin.
11. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, pêşniyara wezîrê berê yê kulture yê Kurdistan Federal, Felakedîn Kakeyî ya li ser komkirina ”Konferansa Zimanê Kurdî li Kurdistan Federal” bi dilşahî pêşwazi kir û piştevanîya xurt lê dike ku di demekî kurt da li Kurdistana Federal kombûneke fireh ya ziman û perwerdeya Kurdî bête kirin.
Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî
5-6 Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Bruksel
Parlementa Flaman

Deklarasyona Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî-November 2009